Jinên penaber nikarin xwe bigihînin xizmetên têr li ser tendurustiya zayînê

Li Lubnanê, ji ber nebûna agahî û xizmetên têr li ser tenduristiya zayendî û zayînê jinên penaber tûşî nexweşiyên cûrbecûr dibin.

MARINA EINDAS

Lubnan – Jin nikarin xwe bigihînin agahiyên têr û rast li ser tenduristiya zayendî û zayînê ku di çarçoveya mafên bingehîn ên mirovan de ne. Li gelek welatan, bi taybetî jinên penaber, ji ber sedemên wekî negihîştina xizmetên tenduristiyê, newekheviya zayendî, cihêkarî û xizaniyê, di warê tenduristiya zayendî û zayînê de rastî gelek zehmetiyan tên. Carinan dibe ku ji ber tenduristiya wan zirarê bibîne.

Yek ji wan penaberê Sûriyê Manal Al-Atto ye. Manal Al-Atto ya ku neçar ma bi 3 malbatan re di maleke nebaş de bijî, li ser agirê darê ku li ber malê pêxistiye ji zarokên xwe, zarokên cîranên xwe û hevjînê xwe yê nexweş re xwarinê çêdike. Manal Al-Atto, anî ziman ku tu lênihêrîna tenduristiyê wernegirtiye, diyar kir ku yek ji zarokên wê par ji ber gola nêzî mala wan bi jehrê ketibû jiyana xwe ji dest da.

'Ev cara yekem e ku ez tenduristiya zayînê dibihîzim'

Manal Al-Atto, anî ziman ku alîkariya pere ya pir kêm a ku jê re hatiye dayîn jî pêdiviyên wê yên bingehîn pêk nayîne û got ku ew ji mafên tenduristî û civakî sûd wernagirin. Manal Al -Atto, anî ziman ku di dema ducaniyê de ne têrker xwarin xwariye lê di dema ducaniyê de ti dermankirina piştgiriyê nedîtiye û diyar kir ku di derbarê tendirustiya zayînê de tu agahiya wê tune ye. Manal Al-Atto got, “Ne tenê ez im ku ji mafê zanîna têgînên tendirustiya zayînê û xizmetên tendirustiyê bê par im. Ji bo jinan perwerde, malzemeyên tibbî û derfetên nexweşxaneyê nayê dayîn.”  

‘Jinên penaber di dema ducaniyê de xehmetiyan dikşînin’

Jinekolog Hanan Al-Sayed anî ziman ku di warê tendirustiya zayînê de têr xwarin mijarekî girîng e û ew ji bo jinan pêşniyarî dike ku di mijara xwarinê de baldar bin. Hanan Al-Sayed a anî ziman ku di dema dûcaniyê de kêmxwarinî û nebûna derfetên guncav dibe sedem ku nexweşiyên mîna diyabet û tansiyonê xwe nîşan bidin, wiha domand:

“Tendirustiya zayînê rasterast bandorê li mezinbûna zarokan dike. Jinên penaber di dema ducaniyê de rewşên zehmet dijîn. Em dibînin ku di zarokan de ji ber paşketina mezinbûnê û kêmxwariniyê nexweşî zêde dibin. Li ser hevdû bûyîna xwedî zarok jî tendirustiya jinan neyînî bandor dike. Piştî zayînan xwe gihandina rewşa tendirust û bihêzbûn ji bo jinan demekî dirêj digre. Lêkolîn destnîşan dikin ku zarok anîna zêde zirarê dide malzaroka jinan.”

Civaknas bijîjk Mai Marun jî bal lê kişand ku ji ber nebesiyên xwe gihandina tendirustiya zayînê di malbatan de hejmara zarokan pir zêde dibin, anî ziman ku di serî de ji bo jinan divê der barê tendirustiya zayînê û xizmetên tendirustî de perwerde bên dayîn. Mai Marun anî ziman ku aloziyên aborî û siyasî yên li Lubnanê kûr dibe di serî de ji bo penaberan dibe sedem ku mijarên bingehîn ên mîna mafên mirovî bên îhmalkirin.