Jinên Mexribê û pîrzbahiyên 8’ê Adarê

8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, roja pîrozkirina destkeftî û sozdayîna berdewamiya têkoşîna li hemberî bêmafî û cudakariyên zayendî ye. Jinên Mexribê ji bo xurtkirin û parastina destkeftiyên xwe dê 8 ê Adarê pîroz bikin.

HENAN HARIT
Mexrib- Di bîst salên dawî de li Mexribê tevgerên femînîst çalakî û gelek maf û guhertinên guncaw di zagonsaziya civakî de ava kirine. Bi hatina 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, pirsa pêwîstiya wan bi pîrozkirina 8’ê Adarê heye derdikeve pêşiya me?
Bi vê boneyê ajansa me hevdîtineke bi çalakger û parêzera mafên mirovan a çepgir Xedîce Al-Riyadî ku yek ji çalakgera herî serkeftî ye ji bo mafên jinan û dixebite re kir.  
8’ê Adarê xwedî rastiyek dîrokê ye
Xedîce li ser 8’ê Adarê ev xal destnîşan kir: "Bêguman, li gel destkeftiyên ku jinên Mexribê bi dest xistine û mafên xwe di destûrê de girtine ku ji bo mafên xwe têbikoşin lê ev jî ne bes e, hîn jî jinên Mexribê bi hewcedariya pîrozkirina vê roja 8’ê Adarê ne û riya wan dirêj e.”
Xedîce wiha dom kir:  "8’ê Adarê rojeke dîrokî ye û li gorî feraseteke nûkirina têkoşîn û nasîna rêbazên standina mafên jinên Mexribî ye". 
Çîroka şahiyê
 Xedîce Al-Riyadî sedema pîrozkirina 8’ê Adarê bi bîr xist û ev tişt anî ziman: "Ev roj bingeha tevgera jinên ku di kargehek dixebitîn, ji bo sererastkirinek ji demên kar û fonan her wiha ji bo mafên dengdayîna ji hilbijartinan re jin daketin kolanên bajarê Now Yorkê lê belê ew jinên ku daketin xwepêşandanê nedizanîn ku 8’ê Adarê wê bibe rojek cîhanî û li hemû dunyayê wê bê pîrozkirin.”
Xedîce wiha domand; "Li ser vê bingehê hemû jinên sosyalîst biryar girtin ku vê rojê bibe roja jinan a cîhanê, bi hêzên jinên çepgir re ev roj wekî rojeke pîrozkirinê hilbijartin. Neteweyên Yekbûyî di sala 1975’an de ev roj wekî roja jinên kadkar  destnîşan kir û ji wê salê ve hemû jinên cîhanê vê rojê pîroz dikin.
Destkeftiyên jinên Mexribê 
Li ser destkeftiyên jinan li Mexribê Xedîce Al-Riyadî wiha got: “Destkeftiyên ku îro hene, ked û têkoşîna jinên Mexribê ya bi salan e. Bi saya têkoşîna wan guhertinên bingehîn di sererastkirina qanûnên malbatî de çêbûn. Hebûna tundiya li ser jinan û cezayê tecawiz û tawanên ku cudakirina zayendî di nav xwe de dihewînin isbat bû.”
Xedîce ev li gotinên xwe zêde kir; "Jinan di hemû tevgerên şoreşgerî de hebûna xwe teqez kirine. Di warê xwepêşandanên protestoyî û meşa guhertinê de ew her amade bûn. Bi xurtî li rex zilam xwedî erk û helwest bûn lewre baş dizanibûn ku zilam tu carî dest ji ramanên kevneperest bernadin. Ji ber wê jî piştrast dikirin ku têkoşîn bêyî beşdariya jinan û hêza wan ne mumkun e serkeftinê bi xwe bîne.” 
 Divê jinên Mexribê têkoşîna xwe xurt bikin
Xedîce li ser pêşxistin û xurtkirina têkoşîna jinên Mexribê diyar dike ku heya îradeya  siyasî hurmet nîşanî tevger û destkeftiyên jinan nede dê pêdiviya têkoşînê hîn bi hewcedariya gavên girîng hebe lewre divê jin hebûna xwe di hemû qadan de teqez bikin.
Xedîce li ser rola jinan wiha got; "Dema pêkanîna mafên jinan di civakan de dereng dimîne, civak û welat bi giştî paşve dimînin, ji ber ku jin pîvana pêşketinên hemû civakên cîhanê ye."
Ev roj ji bo destkeftiyên salê û têkoşîna sala nû ye
Li ser cejnê Xedîce diyar kir ku cewhera pîrozkirina vê rojê ji şêwaza xweşî û cilên gelîrî dûr ketiye, hin dixwazin vê rojê bi xemsarî û pêkenokên xwe pêşwazî bikin ev jî reşkirinek ji dîrokê ye. 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîrozbahiyek ji bo pêşketin û destkeftiyan e. Ji bo wekheviyek zayendî û berdewamkirina li seranserî cîhanê ye. 8’ê Adarê roja pîrozkirina destkeftiyên salê ye û sozdayîna berdewamiya têkoşîna sala nû ye.
Çalakger û parêzer Xedîce Al-Riyadî gotinên xwe wiha bi dawî kir "Jinên Mexribê li ser destkeftiyên heyî têdikoşin, ev yek jî divêtiya wê bi xurtkirina xebat û kar heye. Her wiha beşdariya jinan pêwîstiyek herî girîng e di pratîkê de.”