Jinên mexdûrên erdhejê li gorên komî li zarokên xwe digerin

Piştî erdheja navend Mereşê ku li Idlibê jî bû sedema hilweşînek mezin gelek cenaze bêyî ku bên tesbîtkirin di gorên komî de hatin veşartin. Jinên mexdûrên erdhejê li gorên komî li zarok, malbat û xizmên xwe digerin.

HADEEL EL-OMER

Idlib – Yek ji bajarên ku di erdhêja navend Mereş a 6’ê Sibatê de hilweşînek mezin jiyan kir Idlib e ku di bin dagirkeriya Heyet Tehrîr El-Şam û dewleta Tirk de ye. Di erdhejê de ji ber ku gelek kesan jiyana xwe ji dest dan li her derê gorên komî hatin çêkirin û li ser gelek goran jî ‘nasname ne diyar e’ hatine nivîsandin. Jinên mexdûrên erdhejê li gorên komî li zarok, malbat û xizmên xwe digerin.

Gelek gorên komî hene

Meryem El-Abî ya 43 salî li nava goristana bajarê Sermeda bakûrê Idlibê li gorên hevjîn û hersê zarokên xwe digere lê nabîne. Meryem El-Abî bi keser dibêje: “Avahî bi ser me de rûxiya, wan kêliyan nefes li me qut bû, mirinê di her aliyê de em dorpêç kiribûn, ji wê demê ve min zarok û hevjînê xwe nedîtibûn. Wan jiyana xwe ji dest dan ez bi tenê bi êşên windabûna wan re mam. Ez tenê ji karesetê rizgar bûm. Piştî çend rojan ez şiyar bûm min nizanibû çi qewimiye, ez di odeya taybet de li nexweşxaneyê bûm gelek derên min şikiyabûn û birîndar bûbûm. Mehek temam ez li nexweşxaneyê mam, pişt re derketim û min dest bi lêgerîna gorên malbata xwe kir ku hê jî me nedîtine.”

Meryem El-Abî anî ziman ku ew hewl daye xwe bigihîne agahiyan der barê cihê veşartina kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û destnîşan kir ku kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane di nava gorên komî de hatin definkirin.

Cenazeyan bêyî tesbît hatin binaxkirin

Henan El-Biro ya 39 salî jî di nava gorên komî de li bajarê Harimê li gorî herdu zarokên xwe Omer û Wesîm ên di erdhejê de mirine digere, kurê wê yê şeşsalî di bin avahiyên Bisniya li bakur rojavayê Idlibê de jiyana xwe ji dest da. Henan El- Biro ya dibêje ku nizane gorên zarokên wê li ku derê ne anî ziman ku cenaze bêyî tesbîtan hatina bin axkirin. Henan El-Biro dibêje: “Em xerîb in li vir, dijwar e xelk bizanibe kesên di bin kavilan de kî ne yan jî bizanibin kes di bin kavilan de maye yan na. kes li me negere, xwediyên me li vir nînbin û cîranên me piraniya wan bi malbatên xwe re hemû mirin.”

‘Di nava goran de li herdu zarokên xwe geriyam’

Rewşa Henan El-Biro piştî erdhejê nebaş bû, nikaribû rewşa zarokên xwe bişopîne, ew û hevjînê xwe birîndar bûn, demek dirêj li nexweşxaneyan man heta ku dikaribûn rabûn ser lingên xwe bisekinin û biçin li gorên zarokên xwe bigerin.

Henan El-Biro niha rojane serdana gorên komî yên di erdhejê de jiyana xwe jidest dane dike da ku çirûskek hêvî bibîne û dibêje: “Gotinên li ser goran nivîsîne yên kesên nediyar in dilê mirov dişewitîne. Ez di nava goran de li herdu zarokên xwe geriyam lê ji ber ku komî ne ne mumkun e diyar bibin. Dîmenên gorên komî dilê mirov diperitîne.”

Hejmara kesên di gorên komî de nayê zanîn

Hesna El-Zêno ya 35 salî dibêje ku hejmara kesên nasnameya wan nediyar ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane nayê zanîn ji ber ku tevlihev bûne di bin axê de. Her wiha pêvajoya binaxkirina kesên jiyana xwe ji dest dan ne fermî bûye û lerzînên ku li pey hejîna mezin jî hatine rewşê dijwartir kirine, lewra gor nehatine çêkirin û binavkirin. Tîmên parastina ewlekariyê tenê wêneyên kesên jiyana xwe jidest dane kişandin loma jî dema ku kesek ji wan dipirse tenê nîşan didin.