Jinên li gundê Jinwarê: Daxwaz lêgerîna azadîya hemû jinan e

Jinên li gundê Jinwarê dijîn der barê 25’ê Mijdarê de gotin ku divê jin li hemberî hemû cureyên tundiyê têbikoşin û dan zanîn ku hêviya wan ew e hemû jin jiyana azad û bê tundî bijîn.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Jiyan bi jinan xweş û geş dibe. Bêguman dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ hema wisa nehatiye gotin, ji ber ku di rastiyê de jin jiyan û azadî ye. Tundiya ku li ser jinan li ser jinên hemû cîhanê bi şêwaz û awayên xwe yên cuda tê meşandin lê li hemberî vê yekê em pirs bikin ka jin çawa têdikoşin? Di her çîrokeke mexdûriyet û tundiyê de, em dibînin ku jin li hêviyê û riya azadiyê digere. Her çiqas tundî li wan zêde bibe jî têkoşîna jinan bi hêztir dibe. Li gundê Jinwar ê ku yek ji berhemên şoreşa jinên Rojava ye, du jinên ku li wir dijîn û têdikoşin, ji me re çîroka xwe vegotin.

‘Li Jinwarê  jiyan cuda dibe’

Delal Hacî ji bajarê Hesekê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, nêzî salek e li gundê Jinwar dijî, ew cihê ku bûye wekî cîwarekî dûrî tundî û bindestiya civakê, wiha xwe dide nasekirin: “Kesek ku xwedî li zarokên min derkeve, tunebû, lewma min berê xwe da gundê Jinwar. Gelek zilm û zordarî li jinan dibe. Civaka paşverû dixwaze jin lawaz û bêhêz bimînin. Li Gundê Jinwar, jiyan cuda dibe, fikir cuda dibin. Di tecrubeya min a salekê de di vî gundî de, min gelek tiştên nû yên erênî li ser kesayeta xwe zêde kirin êdî ez hîs dikim ku jinek bihêz im, dikarim bi tena xwe debara jiyana xwe û zarokên xwe bikim. Tu kes nikare li pêşiya pêşveçûn û serkeftina min bisekine, ez ne jina berê me ku civak bikaribe serdestiyê li ser min bimeşîne.”

‘Jinwar yek ji berhemên şoreşa Jinan e’

Delal Hacî diyar kir ku gundê Jinwar yek ji berhemên şoreşa jinan a Rojava ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gundê Jinwar dikaribû xwedî li gelek jinên bindest û yên ku rastî tundî û biçûkxistina jinan ji aliyê malbat û civaka wan ve tên derkeve. Bêguman Jinwar yek ji berhemên şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye ku bi berxwedana jinan bi ser ket. Bi saya şoreşa jinan a li Rojava, derfeteke mezin û dîrokî ji bo me jinan hat avakirin ku em bikaribin bi wan derfetan xwe bi pêş bixin û mafên xwe yên xwezayî bi dest bixin. Jinwar ji bo me ne tenê cihekî mayîn û razanê ye, wekî gerdûnê ye, di vê gerdûnê de em hemû jin bi hev re dijîn û alîkariya hev dikin. Jixwe li vir aboriya me ji gundê me ye, hem ajalên ku tên xwedîkirin, şînahî û pêdiviyên xwarinê yên ku hatine çandin bi keda jinan, firina ku bi destên jinan her sibeh nat tê de tê çêkirin û bêhna nan bi ser gund dikeve û hem jî akademiyên ku em û zarokên xwe tê de fêr dibin ji bo pêşketina zanebûna me ne. Di heman demê de em parastina xwe, bi xwe dikin.”

Tekoşîna li hemberî her cure tundiyê

Delal Hacî behsa hêza jinan a mezin kir her wiha teqez kir ku jin dikarin li hemberî hemû cureyên tundiyê bisekinin û azad bibin û got: “Jin xwedî hêzeke mezin in ger wê hêzê bixin xizmeta mafên xwe, dikarin bi pratîkî bijîn û encamên baş bi dest dixin. Ez weke jin dikarim bê mêr bijîm û debara mala xwe bikim û pêdiviyên jiyanî ji bo zarokên xwe peyda bikim. Tiştek ji min kêm nîn e. Mêr nikarin bi tena serê xwe bijîn, ji ber ku jin bingeha jiyanê ne. Dibe ku li her aliyê cîhanê jin rastî tundiyê werin, gelek caran dibe ku çîrok û pirsgirêkên jinan ji hev cuda bin lê çareseriya ku bikaribe li pêşiya van hemû pirsgirêkan bisekine, yek e. Em jin dikarin bibin yek û li hemberî hemû cureyên tundiyê xwedî yek helwest bin û gere em bertekên xwe yên tûj bidin nîşandan.”

‘Bila dirûşma; Jin Jiyan Azadî wijdanê mirovahiyê bihêjîne’

Yasmîn Ehmed ji bajarê Efrîna dagirkirî, nêzî salek e li gundê Jinwar bi keçika xwe re dijî, li ser jiyana xwe ya li gund wiha dibêje: “Gundê Jinwar ji min re bû riya pêşketin û hêzê, ez fêrî her tiştî kirim. Ji bo min wekî kesayet, guhertinên mezin çêbûn di milê erênî de. Pir girîng e ku jin xwe di milê fikrî de jî zana bikin lewma li vî gundî akademiya Jinwarê hat avakirin, ne tenê ji bo fêrkirina me, ji bo zarokên me jî. Jin li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê rastî gelek tundî û zilma dewletê hatin, bi rêbaz û zagonên ku jinan ji azadiyê dûr dixin. Mijar ne tenê xuyakirina biskek ji porê Jîna Emînî bû, mijar û armanc ew e ku dixwazin bi riya qetilkirinê hemû jinan bitirsînin û bibêjin vaye hûn nikarin azadiya xwe bi dest bixin. Hêza jinan ji desthilatdariya mêr-dewletê mezintir e. Bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ gere wijdanê mirovahiyê biheje.”

‘Riya me ber bi azadiyê ve diçe’

Yasmîn Ehmed bal kişand ser NY’yê di bidestxistina mafên jinan de û parastina wan ji tundiyê, her wiha 25’ê Mijdarê li tevahî jinan pîroz kir bi hêviya azadiya hemû jinên cîhanê û wiha bi dawî kir: “25’ê Mijdarê nêz dibe, Roja Cîhanî ya Tekoşîna li Dijî Tundîya li ser Jinan. Neteweyên Yekbûyî NY ev roj ji bo jinan qaşo ragihandiye lê mixabin di cewherê xwe de ji bo azadî, parastin û mafên jinan tu tişt bi pêş nexistiye. Neteweyên Yekbûyî, ji bo qetilkirina jinan a li tevahî cîhanê her wiha tundiya ku li ser wan tê meşandin, tu bertekên cidî nedaye xuyakirin. Daxwaza me ew e ku em  ne tenê di roja 25’ê Mijdarê de li ser piyan bin û piştgiriya jinan bikin, pêwîst e her roj ji bo jinan alîkarî û piştgirî bê dayîn. Mafê me heye ku em bi azadî bijîn, 25’ê Mijdarê li tevahî jinan pîroz be bi hêviya azadiya hemû jinên cîhanê.”