Jinên li Xezayê di mercên giran de têdikoşin

Jin li herêmên başûrê Şerîdaya Xezayê di mercên derfetên kêm û tunebûna gelek xizmetan de dijîn. Vê rewşê jî bi xwe re gelek rewşên neyînî aniye, asta tundiyê zêde bûye û rewş her diçe xirabtir dibe.

NAGHAM KARAJEH

Xeza- Jinên ku li Başûrê Şerîdaya Xezayê di bin şert û mercên dijwar de dijîn, rastî her cure tundî û paşguhxistinê tên lê tevî van hemû rewşên neyînî jî hewl didin rewşa xwe biguherînin û pêdiviyên xwe yên bingehîn bi cih bînin.

Yek ji jinên ji Xezayê Sabha Serhan li ser rewşa heyî wiha got: “Em du caran rastî tundiyê tên, bi taybetî li herêmên başûr, li herêmên dûr ên nêzî sînorê Şerqî ku herêmeke vala, bê derfet e û tu xizmet lê tune ye.”

Di nava mercên xirab de krîza aborî rewşê girantir kiriye

Der barê astengiyên ku jin rastî wan tên de, Sabha Serhan diyar dike ku jin nikarin xwe bigihîjînin xizmetên jiyanê yên weke av û kehrebê lewma ji ber ku ji riyên giştî dûr in, bi meşeke demdirêj digihîjin pêdiviyên xwe û got: “Krîzek aborî û hejariyek zêde li gel me heye, derfeta xebatê û çavkaniyek dahatê tune ye ku rewşê sivik bike.”

Barek mezin dikeve ser milê jinên herêmên başûr ên ku hemû berpirsyariyên malbatê digrin, ji bo peydakirina nan û pêdiviyên xwe yên bingehîn li her cure derfetên kar digerin û malên wan ne li gorî pîvanên tendirustiyê ne ku gelek ji wan jî di konan de bê ewlekarî dijîn.

Sabha Serhan teqez dike ku pêwîstî bi avakirina binesazî û dabînkirina pêdiviyên jiyanê li herêmên başûr heye ji bo ku jin bi şopandina aliyên pêwendîdar der barê rewşa xwe de bigihîjin hemû xizmetan.

‘Jin hay ji mafên xwe tune ne’

Diyardeya zewaca di temenê biçûk de û bêparbûna jinan ji mafê mîrasê li herêmên başûr serwer e. Ji ber ku jin hay ji mafên xwe tune ne rewş wisa didome. Sabha Serhan li ser vê yekê wiha dibêje: “Pêdiviya jinan bi gelek civînên rewşenbîrî heye ji bo mafên xwe bizanibin, bi rola xwe rabin û aktîf beşdarî bibin. Her wiha divê ku der barê metirsiyên zewaca di temenê biçûk û tundiya li dijî wan de hişyar bikin.”

Rewşa Sabha Serhan jî wek rewşa hemû jinên başûr e, di bin şert û mercên zehmet ên aborî de dijîn. Li herêmeke çandiniyê ku derfetên jiyanê tune ne, ji ber rewşa xirab a aborî biryar dane ku projeyek biçûk bi navê ‘Menare’ vekin. Menare dê komek jinên ku di nava zevî û karên çandiniyê de dixebitin ava bikin da ku dahata xwe bi amûrên hêsan û bingehîn bi dest bixin.

Bi projeya xwe xizmetê ji gelek jinan re dike

Sabha Serhan diyar dike ku projeya wê xizmeta bi dehan jinan dike û rojane li derdora heft saetan kar dikin û got: “Meaş têrê nake û ne gorî keda jinan e lê divê li gorî bazarê kar bikin da ku hejariya xwe kêm bikin. Piraniya xwarin û berhemên çandiniyê yên di projeyên wan de li seranserê salê peyda dibin. Proje rastî gelek astengiyan hatiye, di serî de qutbûna domdar a elektrîkê û nebaşbûna kalîteya avê ji bo çandiniyê ku di encamê de çandinî kêm bû. Ew jî li cihekî ku adetên kevnar û aqilmendiya mêranî lê serdest in dijîn.

‘Di navbera kêmbûna derfetên jiyanê û serdestiya paşverûtiyan de jiyan zehmet e’

Şaza Akrem ku li navçeya Mawasî ya li başûrê bajarê Xanyûnisê dijî got: “Em hewl didin bi van rewşên trajîk re bijîn, tu berdêl nayê dayîn, di navbera kêmbûna derfetên jiyanê û rêveberiya berê de tundiyeke dualî heye. Di navbera kêmbûna derfetên jiyanê û serdestiya urf û edetên berê de, çima rê nîn e ku em xeta sor a malbatên paşverû xêz kirine red bikin an derbas bikin?”

‘Ji bo biçim zanîngehê bi saetan dimeşin’

Şaza Akrem anî ziman ku ji bo berdewamkirina xwendina xwe li zanîngehê bi hemû hêza xwe xebitiye, lê mafê jinên herêmên başûr ên xwendinê nîn e û malbat wan neçar dikin ku zû bizewicin û wiha got: “Ez bi saetên dirêj dimeşim da ku xwe bigihîjînim zanîngehê, ji ber pirsgirêkên hatinûçûna zanîngehê. Herêma me ji cihên niştecihbûnê û riyên giştî û ji nexweşxaneyan jî dûr e, hatinûçûn nêzî saetek û nîv digre.

‘Jinên Filistînî di nava krîz û rewşên dijwar de jî dest ji afrîneriyê bernadin’

Li herêmên başûr projeyên biçûk bijareya yekemîn a jinan e, ji bo pêdiviyên malbatên xwe peyda bikin bêyî ku li benda alîkariya lezgîn a demkî ya ku salê 2 caran tê bimînin, hewl didin pêdiviyên malbatên xwe bi cih bînin. Şaza Akrem li ser hewldan û afrîneriya jinan wiha got: “Jinên Fîlîstînî di krîz û rewşên dijwar de afirîner in, ji mêran qat bi qat zêdetir tehemul dikin, têdikoşin lewma di her qadê de jin hene.”