Jinên li Îran û Rojhilat ji ber wêneyê sexte yê hişê çêkirî tên tawanbarkirin
Wêneyek sexte çawa dikare jinekê bi tundî û darizandina civakî re rûbirû bike? Bi zêdebûna wêneyên ji hêla AI ve hatine çêkirin, kî berpirsyarê encamên rastîn ên van sexteyan e?
SARA POURXAZARÎ
Kirmaşan – Her tevgera wê di bin çavdêriyê de ye; bav û birayên wê biryar dane ku êdî ewê nikaribe perwerda xwe bidomîne. Tenê bi israrek mezin ew kariye beşdarî pola dirûtinê bibe da ku hinekî kêf bike û ji malê derkeve, qet nebe heta ku bizewice. Her tebeqe û goşeya jiyana vê keçikê di nav têlek kontrolên hişk ên mêran de asê maye. Heta wê astê ku ger birayên wê bikarin serdestî lê bikin, ew ê heta biryar bidin ka çawa nefes bide û bistîne.
Di atmosfereke ewqas bêhnteng de, xeyal bikin ku bi van sînordarkirin û di malbateke kontrolker de, ji nişka ve wêneyê keçek li ser internetê tê weşandin; wêneyek ku wê di hembêza kurekî de nîşan dide. Ev jî li bajarekî biçûk, ku nûçe bi lezeke mezin belav dibin û berî her lêpirsînekê biryar dest pê dikin. Ev çîrok li ser keçek li Kirmaşanê ye ku wêneyên wê yên manîpulekirî demek berê ji hêla kesekî nenas ve li ser internetê hatine weşandin.
Bi riya hişê çêkirî bi wêneyên jinan dilîzin
Samîra. X ku li ser vê mijarê bêtir agahiya wê heye, dibêje: "Berteka malbata keçikê nayê vegotin; em tenê dikarin bêjin ku ew piştî çend rojan ji tundî, gef û zexta psîkolojîk a bav û birayên xwe hê jî sax e. Çend roj piştî vê bûyerê, tevî israra berdewam a keçikê ku ew nizane kurê di wêneyî de kî ye jî, malbatê biryar da ku li kesê di wêne de gilî bike da ku neçarî zewaca bi keça wan re bikin. Lê ev pêvajo di destpêka giliyê de hate rawestandin. Ji ber ku di demek kurt de ji wan re hate îspatkirin ku wêne bi tevahî sexte ye, ji hêla hişê çêkirî ve hatiye çêkirin û kesê di wêneyê de lîstikvanek biyanî bûye."
Hişê çêkirî dikare wekî yek ji teknolojiyên nû yên di çareserkirina pirsgirêkên tevlihev û gihîştina daneyên berfireh de bê hesibandin. Amûrek ku dikare di gelek waran de pêşketinê çêke û jiyanê hêsan bike. Di dehsalên borî de bi belavbûna Photoshopê re, gelek wêneyên keçan bi mijarên zayendî hatin manîpulekirin û li ser telefonan hatin belavkirin. Pirî caran bi armanca tolhildan an jî şermezarkirina qurbaniya jinek, ji hêla zilamek ku ji ber sedemên cûda kiryarek wisa kiriye ve.
Ji ber hişê çêkirî bi tundiyê re rûbirû dimînin
Di wê demê de, gelek jin bûn qurbaniyên tundiya navmalî; tundiya ku tenê li ser bingeha wêneyek sexte ava bû, wêneyek ku wan bi xwe di hilberandina wê de rolek negirtine. Lê îro formek nû ya vê diyardeyê derketiye holê, afirandina vîdyo û wêneyên sexte ya bi rêya hişê çêkirî.
Dema teknolojî dikeve destê bavsalariyê şaş tê bikaranîn
Rojnamevan Masûma. S dibêje: "Gelek caran deng û wêneyên jinan ji aliyê mêrên cuda ve hatine manîpulekirin û bi armancên qaşo rûreşkirinê hatine weşandin. Lê pirsgirêka sereke ne teknolojî bi xwe ye. Pirsgirêk ev e ku her amûr û her îhtîmal, dema ku dikeve destê baviksalariyê, li dijî jinan dibe çekek xeternak. Bi rastî xwezaya baviksalariyê ye ku pêşî şert û mercan diafirîne da ku têgehên bê bingeh bighînin asta pîroziyê. Têgehên ku bingehek maqûl nînin lê ewqas di hişê civakê de cih digirin ku dibin pîvana nirxandina mirovan."
‘Bila wêneyên jinan li deran neyên belavkirin’
Masûma. S da zanîn ku divê wêneyên jinan li deran neyên belavkirin û wiha domand: “Mînak ji mêran re her tim tê gotin ku divê wêneyên jinan li tu deran neyên weşandin. Lê ev heman baviksalar, di pratîkê de, heman têgehê bikar tînin da ku tolhildanê bigerin û dijberan tepeser bikin. Heman kesên ku bi berdewamî tekezî li ser parastina rûmetê û veşartina rûmetê dikin, di kêliyên hêrs an pêşbaziyê de, wêne û navên jinan, berovajî hemû îdiayên xwe, diweşînin û wê bikar tînin da ku yên din şerm bikin, tehdît bikin an jî ji holê rakin.”
Jin ji ber wêneyên çêkirî dibin qurbanî
Di salên dawî de, gelek jin bi wêneyên çêkirî ji aliyê mêrên berê, hevjînên xwe, an mêrên din ên di civakê de, bûne qurbaniyên tolhildanên bi vî rengî. Mînakek zelal a vê tundiyê, bûyera li Loristanê di Tîrmeha îsal de bû. Weşandina wêneyên taybet ên zêdetirî 200 jinan li ser kanalek Telegramê, civak şok kir. Ev wêne bi karanîna amûrên wek hişê çêkirî û teknolojiyên din ên manîpulekirina wêneyan hatine hilberandin û ti têkiliya wan bi rastiyê re tune bû. Lê encam pir rastîn û bi êş bûn, çend jinan piştî ku rastî zextên malbatî û civakî hatin, xwe kuştin. Di dawiyê de derket holê ku sê operatorên sereke yên kanalê hemû mêr bûn.
Wêneyê wê hat bikaranîn
Roksana S. ku wêneyên wê par ji hêla hevalê wê yê berê ve hatin manîpulekirin û weşandin, dibêje: "Wî rûpelek Instagramê bi navê min çêkir û rûyê min li ser wêneyên nîv-tazî danî. Ez piştrast bûm ku ew karê wî ye, ji ber ku ew tenê kesê ku gihîştibû wêneyên min ên rastîn bû. Bi xêra Xwedê, malbata min piştgirî da min, lê demek dirêj min ji tirsa mirovên li dora xwe nedikarî ji malê derkevim. Dema ku me gilî kir, berteka yekem a polîsan rexne li min kir. Wan ji min pirsî çima min wêneyên xwe dane kesekî?"
Têgeha namûsê berhema feraseta bavsalar e
Di vegotina Roksanê de, wê di pêşveçûna bûyerê de ti rolek negirtiye. Lê ew yekser ji hêla kesên li dora wê ve hat darizandin û heta polîs jî li şûna ku piştgiriyê bide, wê sûcdar kir. Di heman demê de faktora sereke ya li pişt vê pirsgirêkê, zilamek bi baweriyên baviksalar ên kûr bû û ev bawerî di zilamên din de jî dikare bê dîtin, ji ber ku têgeha namûsê, berhema feraseta baviksalar e. Ji ber ku jin her gav wekî hêza sereke ya ajotinê di vê baweriyê de têne hesibandin, ew wê sûcdar dikin. Ji ber vê yekê, tiştê ku di vê çerxê de diqewime dubarekirina heman şêwaza kevin e. Jin bê ku sûcdar be jî, ji nişka ve xwe di rewşa tawanbar de dibîne û ew e ku divê barê darizandin, sûcdarkirin û heta cezayê hilgire.
Baviksalarî li derfetan digere ku zextê li jinan bike
Ev rewş nîşan dide ka çawa baviksalarî dikare her derfetekê bikar bîne da ku zextê li jinan bike, wan bi sînordarkirin, xwe-sansur û tirsa domdar re rûbirû bihêle. Gelek jin dema ku nûçeyên wiha dibhîzin, ji weşandina wêneyên xwe yên herî fermî jî dûr dikevin, dizanin ku zilamekî dijminê jinan dibe ku li dû wêneya wan be da ku manîpule bike û hilberek biafirîne ku ne tenê ewlehiya wan, lê jiyana wan jî tehdît dike.