Jinên koçber li Idlibê di bin metirsiya kolerayê de ne

Ji ber rewşa jiyanî û jîngehê ya xirab ku di asteke herî xirab de ye jinên koçber li Idlibê di bin metirsiya kolerayê de ne. Li kampan ji ber cuhên ava qirej û tunebûna ava paqij ji bo vexwarinê nexweşiya kolerayê zêdetir di nava jin û zarokan de belav di

HÊDIL EL-OMER

Idlib - Zêdebûna hejmara nexweşên kolerayê li Idlibê û li kampên derdora wê berdewam dike, ew kampên ku bûne cihê belavbûna epîdemiyê. Sedema belavbûna epîdemiyê li wê derê qirêjiya hewayê û zêdebûna nifûsê ye. Li gorî statîstîkên herêmî, hejmara kesên ku bi nexweşiya kolerayê li Idlibê mirine gihîşt 15 kesan. Hejmara ku hat teqezkirin ji destpêka belavbûna nexweşiyê ve jî gihîşt 492 kesan.

Ruba El-Selûm jineke koçbera kampa Keferlûsîn a li bakurê Idlibê bûye, temenê Ruba 29 salî ye, wê qet bawar nedikir ku nîşaneyên nexweşiya ku sê roj pê re çêbû kolera be.

Ji ber qenalên ava qirêj nexweşî belav dibe

Ew dibêje ku sedema pêketina kolerayê, nêzikbûna kampê ji kanalên ava qirêj ên servekirî ye û her wiha belavbûna cihên çekirina çopê li nêzî kampa ku ew û zarokên xwe ji dawiyê sala 2019’an ve lê dijîn, piştî ku ji bajarê xwe Ma'arat El-Numan koçber bûn neçar man li cihekî wiha qirêj bijîn. Ruba got ku rewşa wê ya tenduristiyê pir xerab bû lewma wê tehlîl da û hîn bû ku bi kolerayê ketiye. Piştî ku Ruba hîn bû bi kolerayê ketiye, xwe ji zarokên xwe dûr xist û ji bo dermankirinê çû nexweşxaneyê.

‘Nexweşiyek pir zor û zehmet e û gelek kes pê dimirin’

Ruba diyar kir ku nîşaneyên nexweşiyê yên ku pê re çêbûn pir zor û zehmet bûn. Wekî yaya zêde, qelsiyek di giştî bedena wê de, kêmbûna xwarinê, gêjbûn, vereşîn û êşa zik û her wiha ziwabûn û ji nişka ve kêmbûna giraniya wê û nîşaneyên din.

Ruba li ser gotinên xwe zêde kir û got ku bijîşkê wê jê re gotibû ku rewşa wê li gorî rewşa pêketiyên din sivik e, ji ber ku hin kes dibe ku piştî çend saetan bimirin. Eger bikaribin berî ku nexweşî di hemû lebat û şaneyên bedena wan de belav dibe bi nexweşiya xwe nizanin û dest bi derman nekirine.

Ji bo enfeksiyon negihîje zarokên wê xwe nêzî wan nade

Her wiha bal kişand ku sedemên sereke yên pêketina wê û 5 jinên din di wê kampê de ev in; qirêjiya jîngehê, nêzîkbûna cihên çekirina çopê û kanalên ava qirêj ên servekirî. Hemû nêzî kampa ku ew lê de dijîn hene.

Xemgînî û êşa xwe ji ber rewşa xwe û zarokên xwe venaşêre û dibêje ku ew ji tirsa gihîştina enfeksiyonê, neçar maye ji wan dûr bikeve. Ruba dide zanîn ku ew tenê li zarokan dinêre ji ber ku bavê wan sala par bi koronayê jiyana xwe ji dest daye.

Di dawiya meha Mijdara îsal de Sûad Mexzûm a 35 salî bi malbata xwe re bar kir kampeke din, ji tirsa ku zarokên wê bi kolerayê bikevin. Ji ber ku ew nexweşî li kampa lê dijîn zû belav bû, çareserî jê re nehat dîtin û nehat kontrolkirin.

Ji ber îhtîmala kolerayê careke din koçber bûn

Suad got ku pirbûna pêketiyên kolerayê li kampa wê ku li nêzî bajarê Haremê li Idlibê ye, hişt ku ew ji kampê derkeve û ber bi cihekî ewletir ve biçe. Nemaze ji ber ku di kampa wê ya berê de pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê û di serî de ava vexwarinê, kêm e.

Suad diyar kir ku piraniya pêketiyan jin û zarok in ji ber ku ew herî zêde ji ava qirêj bi bandor dibin. Vê yekê hişt ku ew û bi dehan malbetên din ji tirsa xwe û ji bo zarokên xwe ji îhtîmala pêketina kolerayê, careke din koçber bibin.

Wê destnîşan kir ku tevî belavbûna nexweşiyê li kampê jî tu tedbîr û control tune ne jib o peydakirina riyên pêşîlêgirtinê ji koçberan re ji aliyê rêxistinên mirovî yên ku li Idlibê kar dikin tiştek nehatiye kirin û ev yek jî nîşan dide ku ew epîdemîk wê zû di nava koçberan de belav bibe.

‘Sedema sereke ya nexweşiya kolerayê vexwarina ava qirêj e’

Bijîşka 38 salî Rawan El-Ebo ya ji niştecihên bajarê Idlibê ye got: “Metirsiya nexweşiyê ji ber lawazbûna sektora bijîşkî û qelsiya xizmetguzariyê ye, nemaze li deverên dûr û kampên bêserûber ên ku ji bo belavbûna nexweşiyê guncav in.”

Rewan El-Ebo diyar kir ku sedema herî sereke ya belavbûna nexweşiyê vexwarina ava qirêj û ne sterîl e, di heman demê de kêmbûna ava vexwinê ye. Da zanîn ku li dehan kampan tunebûna avê bûye asteng û ew yek jî wan neçar dike ku li riyên din bigerin û giraniyê bidin berhevkirina ava baranê û cihên kombûna avê da ku hewcedariyên xwe bi cih bînin.

Her wiha diyar kir ku ev nexweşî dikare bandorê li ser kesên ji her temenî bike lê zarok û jin ên herî metirsîdar in, ji ber ku zêdetir ew bi avê re têkildar in.

Bijîşk Rewan El-Ebo got ku nîşaneyên vê nexweşiyê, îshal, vereşan, gêjbûn, bêhêzbûn û êşa masûlkan e. Dibe ku ev nîşaneyên kujer bin ger di nava çend saetan de neyên teşhîskirin û dermankirin jiyana mirov dixin xeterê.