Jinên koçber ên li Idlibê dibin qurbaniya zewacên ne guncav

Jin li Idlibê da ku ji jiyana dijwar a kampê birevin dibin qurbaniya zewacên ne guncav.

HEDÎL EL-OMER

Idlib - Bi xerabûna rewşa aborî ya gelek malbatan li Idlibê, xirabûna sektora xwendinê û zehmetiya dabînkirina pêdiviyên jiyanê di nav xizanî, buhayên giran û koçberiyê de, zewacên ne guncaw li Idlibê belav bûne û gelek jin bûne qurbaniyê van zewacan.

"Ez bi mêrekî ku berê zewicî ye û bi panzdeh salan ji min mezintir e re zewicî me"

Sara El-Elêwî ya 18 salî diyar kir ku ew bi mêrekî ku berê zewicî ye û bi panzdeh salan jê mezintir e re zewicî ye û wiha got: "Min dev ji xwendinê berda piştî ku malbata min di dawiya sala 2019'an de ji Xan Şêxûn reviyan û li kampên sînorî yên Qah bi cih bû. Min xwe li ber projeyek zewacê dît, malbata min ji min re zavayekî dewlemend hilbijartin, da ku ez ji jiyana kampê xilas bibim. Ez ji vê zewacê ne kêfxweş im."

"Zewaca min ya di vî temenî de hişt ku ew bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû bimînim"

Sefa El-Endanî ya 15 salî anî ziman ku zewac ji bo wê rêyek ji bo xelaskirina ji xizaniyê bû lê zewaca wê ya di vî temenî de hişt ku ew bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû bimîne û wiha got: "Hevînê min şîdetê li min dike. Ji ber xizanî û zehmetiya peydakirina kar hevjînê min nikare hemû pêdiviyên malê bi cih bîne. Jiyana min bi malbata min re li kampên koçberiyê baştir bû."

"Zewaca ne guncaw bûye sedema gelek pirsgirêkên zewacê"

Şêwirmenda Civakî Emal Zatûr destnîşan kir ku jin li Idlibê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin, ji bêewlehiya xwarinê û zehmetiya peydakirina xizmetên tenduristiyê, heya zewaca di temenê biçûk de, ku di van demên dawî de bi tirsnak zêde bûye û wiha anî ziman: "Zewaca ne guncaw bûye sedema gelek pirsgirêkên zewacê û zêdebûna rêjeya telaqê."