Jinên Kobanê: Bêdengmayîn hevkarî û bûyîna şirîk e

Jinên Kobanê diyar kirin ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcê mirovahiyê ye, bang li civaka navneteweyî kirin û gotin, "Berpirsyariyên xwe bi cih bînin û Tirkiyeyê ji bikaranîna çekên kîmyewî berpirsyar bibînin."

NORŞAN ABDÎ

Kobanê – Dewleta Tirk bi bikaranîna çekên qedexe binpêkirina peymanên navneteweyî didomîne. Li gorî daneyên Hêzên Parastina Gel, dewleta Tirk di 6 mehên dawî de 2 hezar û 476 caran bombe û çekên kîmyewî yên qedexekirî bikar aniye. Jinên Kobanê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li rêxistinên navneteweyî kirin ku ji ber li dijî gelên herêmê bi taybet gelê Kurd bikaranîna çekên kîmyewî yên di qada navneteweyî qedexe ye dewleta Tirk berpirsyar bibîne û hesab jê bixwaze.

'Li dijî êrîşan divê em bibin yek'

Wehîde Seyîd Ehmed ê 54 salî bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk da û got; “Em bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk li dijî zarokên me bi tundî şermezar dikin. Em hevkariya PDK’ê ya di vî warî de şermezar dikin. Li Başûrê Kurdistanê bi çekên kîmyewî yên qedexe êrîş li herêmên parastina medya tên kirin. Lewma divê em Kurd bibin yek. Ji bo têkbirina Tirkiye û hevkarê wê PDK’ê divê em bibin yek û li cem zarokên xwe yên ku axa me diparêzin bin.”

'Bêdengmayîn hevkarî û bûyîna şîrik e'

Wehîde Seyîd Ehmed bal kişand li ser qetilkirina 17 gerîlayên HPG’yî yên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk jiyana xwe jidest dane û xwest binpêkirinên mafên mirovan ên Tirkiyeyê bên lêkolînkirin. Wehîde Seyîd Ehmed bertek nîşanî bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên kirin da û diyar kir ku yên bêdeng dimînin hevpar û şîrikê sûc in.

'Li dijî Kurdan komplo heye'

Cîhan Bozan a bal kişand ku Tirkiye bi bikaranîna çekên kîmyewî qanûnên navneteweyî binpê dike, got, “Cîhan li hemberî kiryarên hovane yên dewleta Tirk a li ser gelê Kurd bêdeng e. Em serbilind in ku dayikên şervanên li dijî dagirkeriya Tirk şer dikin. Dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer pêk anîn. Jin û zarok kuştin. Çi Ereb, çi Kurd, çi Xiristiyan û çi Misilman malên sivîlan hilweşand.” û bal kişand ser komploya li dijî Kurdan.

'Çekên kîmyewî îşareta têkçûnê ye'

Medîne Îbrahîm bertek nîşanî êrîşan da û wiha got: “Yên ku axa xwe diparêzin ‘terorîst’ nînin. Partiyên dijmin her tim şoreşgeran bi terorê bi nav dikin. Dewleta Tirk di êrîşên xwe yên li dijî herêmên parastina medya de her cure çekên giran û kîmyewî bikar anî. Ev yek nîşan dide ku dewleta Tirk li dijî hêz û vîna zarokên me yên li çiyayên Kurdistanê şer nekiriye. Ez şanaz im ku dayîkek şehîd im û kurê min di vê armancê de di nava refên Hêzên Parastina Gel de şehîd bûne. Zarokên me ne 'terorîst' in." 

Medîne Îbrahîm êrîşa dawî ya ku 17 şervanên Hêzên Parastina Gel jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr xist û got, "Dewleta Tirk bi van êrîşan wê nikaribe hêz û vîna şervanan qels bike.” Medîne Îbrahîm bi gotina “Em bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî û civaka navnetewî dikin ku ji ber li heremên parastina medyayê bikar anîna çekên kîmyewî û qedexekirî dewleta Tirk jê berpirsiyar bibîne.” xwest ku saziyên berpirsiyar erkên xwe bi cih bînin.