Jinên Hesekê: Divê çareserî ji qutkirina ava stasyona Elokê re were dîtin

Jinên Bajarê Hesekê ji ber qutkirina ava Elokê bi gazin in û teqez kirin ku li dijî gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê planek qirêj tê meşandin û ev yek ji bêdengiya hêzên navdewletî diyar dibe.

RONÎDA HACΠ
Hesekê- Stasyona Elokê ji bo Hesekê, Til Temir û hêrmên başûrê Hesekê; Hol, Erîşa, Şedadê, Mergede û kampên li herêmê; kampa Erîşa, Hol, Waşûkanî û Serêkaniyê xwedî girîngiyeke stratejîk e. Li wan herêman zêdetirî milyonek şênî hene. Girêdayî mijarê jinên bajarê Hesekê bi riya ajansa me nerazîbûna xwe nîşan dan.
“Qutkirina avê yek ji planên hedefgirtina projeya Neteweya Demokratîk e”
Jina bi navê Zerga Mihemed ji taxa Til Hecer a bajarê Hesekê ye da zanîn ku qutkirina avê, projeya Neteweya Demokratîk hedef digre û wiha got: “Gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê projeya Neteweya Demokratîk esas digre û li gorî wê tevdigre lê ev proje nakeve xizmeta berjewendiyên dewletan. Ji bo wê jî hêzên desthilatdar bi hemû rêbazan êrîşî vê projeyê dikin û zexteke mezin li sivîlan dikin da ku ev proje bi ser nekeve. Qutkirina avê yek ji planên hedefgirtina vê projeyê ye. Di riya wê de dixwazin şêniyên Hesekê bifetsînin lê ev yek dûrî xewn û xeyalên wan e.
“Dewleta Tirk sûc dike”
Zerga diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li dijî pîvanên mirovahiyê sûc dike û wiha axaftina xwe domand: “Dewleta Tirk di warê qutkirina ava vexwarinê de hem peymanên navneteweyî hem jî mafên mirovan binpê dike. Hêzên Rûsya û Emerîkayê li hemberî sûcên ku dewlata tirk dike berpirsyar in. Di tu dîrokê û şerî de kesê ava vexwarinê ji ser sivîlan qut nekiriye. Pêwîst e hêzên navdewletî bi daxuyanî û axaftinan tenê nemînin û rê li ber kiryarên dewleta Tirk bigrin. Em Hikûmeta Sûriyeyê jî berpirsyar dibînin ku çawa li hember kiryarên bê exlaqî yên li dijî gelan pêk tê bêdeng dimîne.”
“Ji ber qutkirina avê zarokên me nexweş in”
Jina bi nave Nûra Emîn teqez kir ku qutkirina avê şerekî qirkirinê ye û bang li Rêxistinên mirovî kir ku çareyek ji kiryarên dewleta Tirk re bibînin. Nûra got: “Ev çend sal in herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê di nava aramî û ewleyiyê de ne. Lê dewleta tirk ji vê rewşê nerehet dibe. Ji ber wê avê li ser van herêman qut dike. Lewre av çavkaniya sereke ya jiyanê ye. Dixwaze bi vî awayî gel perîşan bike. Li hemberî vê rewşê hikûmeta Şamê jî bêdeng e. Wisa xuya dike ku ew jî dixwaze li herêmê tevlihevî derkeve û welatî li dijî Rêveberiya Xweser serî rakin. Ji dema dewleta Tirk Serêkaniyê dagir kir û vir ve me rehetî nedît. Ew avê wekî çekek li dijî gelê herêmê bi kar tîne. Em ava xwe ji sahrîcan dikirin lê ji ber ku ew av ne paqij e zarokên me nexweş dikevin. Divê ji qutkirina ava stasyona Elokê re çareseriyek were dîtin.”