Jinên gundê Bûged bi çandiniyê debara xwe dikin

Li gundê Bûged ê girêdayî Koyê zeviyê çandiniyê yê Aske Hesen heye û li gorî werzên berheman, berhemên xwemalî diçînin û piraniya jinên gund bi karên çandiniyê re mijûl dibin.

EVÎN EZÎZ

Koyê - Aske Hesen a xelkê gundê Bûged ku nêzî 30 kîlometre dikeve rojhilatê bajarê Koyê yê ser bi bajarê Hewlêrê Başûrê Kurdistanê, li bajarê Koyê dijî. Aske Hesen di werzên cuda de ji bo çandiniyê berê xwe dide gundê xwe û li gorî werzan di baxçeyê xwe de bi karên çandiniyê re mijûl dibe.  

Gundê Bûged xwedî dîroka bi sedan salan û baweriya gund Îslam e. 3 dêrên mesîhiyan tê de hene. Gund heta niha ava ye û xelk tê de dijî û xelkê gund bi çandinî û xwedîkirina lawiran re mijûl dibin.

‘Dixwazim berhemên min ên xwemalî hebin’

Aske Hesen a ku di werzên cuda de ji bo çandinî û çinîna berhemên xwemalî diçe gund û tê, diyar kir ku zeviya wê bi xwe li gund heye û berhemên cur be cur diçîne û niha jî werza çandiniyê ye û dest bi çandina berhemên xwe kiriye, di bexçeyê xwe de peqle, pîvaz, sîr, kereng, karî, gulberoj, tuk, maş, birinc û çend berhemên din diçîne û got: “Ez dixwazim berhemên min bi xwe hebin da ku çavên me nemînin li derve em tiştan ji derve nekirin, hemû tiştên me xwemalî bin. Her dem li vî gundî me jinan bi hev re kar kiriye, em dixwazin her dem wiha berdewam bike.”

‘Werza çi be em wî diçînin’

Aske Hesen behsa karê xwe yê rojane kir û wiha got: “Em sibehê tên pîvaz û sîr li baxçe diçînin. Di nava vê av û hewayê de gelek xweş e, em bi salan e van karan dikin, werza kîjan berhemî be em wî  karî dikin û demek piştî vê, dema peqleyan e, em ê werin peqle biçînin û piştî wê bibe werza biharê û  kereng û karî wê çêbibe, em ê biçin deşt û çiya kereng û kariyê kom bikin.”

‘Em çanda xwe diparêzin’

Aske Hesen wiha behsa girîngiya parastina çanda çandiniyê ya li gund kir û got: “Ev çand ji pîrik û bapîrên me ji bo me maye û em diparêzin, heta roja me ya îro me aniye. Divê em jî fêrî nifşên niha bikin da ku ew jî vê çandê biparêzin û berdewam bikin, heman karî bikin û vê çandê berdewam bikin.”