Jinên Filistînî serhildana jinan silav kirin

Jinên çalakvan yên Xeza piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyên Îranê nîşan dan û daxwaz kirin ku ji bo Jîna Mehsa Emînî komiteya lêkolînê were avakirin.

REFIF ESLEEM

Xeza – Piştî qetilkirina Jina Kurd Jîna Mehsa Emînî, li Îranê pêlek ya nerazîbûnan destpê kir û gel daketin qadan û dest bi xwepêşandanan kirin. Li çar parçeyên cîhanê çalakvan û femînist piştgirî dan vê pêla pirotestoyan û di hesabên xwe yên fermî di torên civakî de kampanyayên yekitiyê dan destpê kirin û daketin qadan û piştgiriya xwe ji bo daxwazên jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê anîn ziman.

“Mafê jinê yê jiyanê tê xespkirin”

Çalakvana femînist û Rêvebera Weqfa Komeleya komiteya jinan Taghreed Juma kuştina jinan û xespkirina mafê jiyanê yê jinan şermezar kir û diyar kir ku ew tundîtûjiya ku li Jina Mehsa Emînî hatî kirin ne yek aliye û tundîtûjiyek pir aliye û ev tundîtûjiye bi awayek berbiçav tê kirin.

“Di sedsala 21’an de jî jin di bin zextan de ye”

Taghreed Juma bi bîr xist ku jinên Îranê bi meqesê birîna porên xwe ka rejîma Îranê çawaye peyamek zelal didin û wiha got: “Mafê tu kesê nîne ji ber ditin û darazandina exlaqê kesekê dawî li jiyana wî kesî bîne. Em di sedsala 21’an de jiyan dikin û endamên parlemento û wezîrên ku di pozisyona rêvebriyê dene, hîna jî wisan nêzî jinan dibin. Banga min ji bo hemû femînistan ewe ku bûyera qetilkirina Jîna Mehsa Emînî bişopînin divê komiteyek ya lêkolînê ava bikin û encamên wê ji raya giştî re parve bikin û divê çalakkiyên nerazîbûnê berdewam bikin. Birîna elektirîk û internetê sûce, lê belê hemû dinya li rûxmê van qûtkirinan jî di ferqa ew tiştên ku tê jiyankirin dene.”

“Ji bo carek din neyê jiyankirin…”

Çalakvana mafê jinên Filistînê Fatima Ashour da zanîn ku ew bê edaletiya li Îranê ku jinek ciwan rastî tê, divê hemû kes guh bide helwestên ku tên nîşandan û wiha got: “Bersîva herî guncaw ya vê sûca bê qanûnî, hemû feminîst û rêxistinên navnetewî daxwazname radestî mehkemeyê bikin û dozê vekin û ji ew kesên ku Jîna Mehsa Emînî qetil kirin hesab were xwestin. Di tevnên civakî û malperên înternetê de jin li her derê zextan û mefê xwe bi parêzin û ev kampanya demildest bikeve meryetê. Jinên Filistîne heta dawiyê piştgiriya jinên Îranê dike û ji bo ev carek din jiyan nebe em amadene hemû xebatan bidin meşandin.”

“Encama zextên 43 salan e”

Çalakvana mafê mirovan Nîhal Abû Daqqa destnîşan kir ku ew tişt ku hatî serê Jîna Mehsa Emînî ne tenê hatiye serê jinekê û wiha got: “Tiştên ku li Îranê hatî jiyan kirin binpêkirina mafê mirovane, nerazîbûnên li dijî qetilkirina bê edalet ya Jîna Mehsa Emînî bû çîroskek. Ev nerazîbûnane encamên 43 salên ku zext li jinê tê kirin e. Divê jinên Îranê bi hevre bibin yek û em hemû piştgiriya nerazîbûnên jinên Îranê dikin.”