Jinên Ezidî: Şehîdên me hêz û vîna me ne

Jinên Şengalê diyar kirin ku meha Tebaxê di civaka Êzidî de birînên gelekî kur hêştiyeü, lê bi qasê kurbûna wê birînê tekoşînekî mezin pêwist e û gotin: “Her şehadetekî ji bo me hêza mezinkirina berxwedanî û tekoşîna doza me ye.”

NESRÎN HISÊN

Şengal – Civaka Êzidî meha Tebaxê weke meha reş bi nav dikin, ji ber ku di vê meh de gelek bûyer û komkujiyên mezin hatin jîn. Ji wan fermana 3’ê Tebaxê, Teqîna 14’ê Tebaxê ya Til Ezêr û Sîba Şêx Xidir, 15’ê Tebaxê şehîdkirina Mam Zekî, 16’ê Tebaxê şehîd kirina Mam Seîd, 17’ê Tebaxa hedefkirina nexweşaneya Sikêniyê ku di encam wê de 8 kes jiyana xwe jidest dan. Her wiha meha Tebaxê weke meha şehîdan tê bi nav kirin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê  duh ji bo bîranîna hemû şehîdên meha Tebaxê meşekî li dar xist. Di meşê de soza bilindkirina tekoşînê hate dayîn.

"Ji Iraqê re şerme ku tecawizkirina li ser axa xwe qebûl dike"

Endema TAJÊ Zozan Şengalî ku tevlî meşê bibû, ji ajansa me ra axivî. Dayê Zozan di destpêka axaftinên xwe de hemû şehîdan bi bîr anî û wiha got: “Ez hemû şehîdan bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Şehîd Mam Zekî ji bo vê civakê canê xwe da, lê mixabin û sed mixabin bi îxanetekî hate şehîd xistin. Di vê mehê de heval Seyîd hate şehîd kirin, ev têra dijminên me nekir nexweşxaniya Sikêniyê ya sivîlan jî hate hedef girtin. Lê mixabin hikumeta İraqê li hember viya xwe bê deng kiriye û tecawizkirin li ser axa xwe qebûl dike.”

“Dijminên xwe nas bikin”

Dayê Zozan di berdewamiya axaftinên xwe de bal kişand ser bûyera dawî ya tecawiz kirin û qetilkirina zarokekî 6 salî ya li kampên Êzidiyan ya Başurê Kurdistanê kir. Dayê Zozan bang li Êzidyan kir ku li hember vê yekê bê helwest nemînin û wiha axivî: “Em weke civaka Êzidî pêwîste hemû bi yek deng û bi yek helwesta dengê xwe bilind bikin û daxwaza mafên xwe bikin. Dê ferman hertim li pey me be. Ferman jî ne tenê bazdane, îro ewqas Êzidî jî piştî fermane berê xwe didin dervayê Şengalê. Bila her kes bizane tu car kesekî ji bo me tiştekî nake û mala gel nabe mala me. Her wiha ji bo Êzidiyên Başurê Kurdistanê jî êdî bes e, bila serê xwe ewqas ji dijmin re ne bitewanin. Ma ne kesek  zarokekî 6 salî hat revandin, tecawiz kirin û kuştin. Besa ji we ra ku hun ewqas kur ma ne. Dijminê xwe nasbikin. Dervayê Şengalê kesekî ji wa re xwe xwedî dernakeve.”

"Mam Zekî îtîfaqa civaka me bû"

Her wiha jina binavê Maşu Xidir ku di meşê de amade bû axivî. Maşu Xidir qala kesayetiya Mam Zekî kir û weke îtîfaqa Êzidiyan pênase kir û  banga yekîtiya civaka Êzidî kir: “ Mam Zekî ji bo me îtifaqa Êzidiyan e. Lewma hedef kirina wî bi zanabûnekî mezin bû. Di vê mehê de gelek birînên me hene. Ji bo dermankirina vê birînan yekîtiya Êzidyan pêwîste. Pêwîste Êzidî baweriya wan bi hêza wan hebe. Kesekî ji me re wê neke, em ê bi xwe ji xwe re bikin.”

"Ji PDK’ê ditirsin, nikarin mafên xwe daxwaz bikin"

Maşu Xidir bang li Êzidiyên Başûrê Kurdistanê kir ku serê xwe ji dijmin re netewînin û wiha axivî: “Îro çima Êzidiyên me li Başûrê Kurdistanê li hember tecewiz kirina wê zarokê 6 salî bê deng e. Tu ferqa wan ji DAIŞ’ê nîne. DAİŞ’ê jî vê tiştî dike, îro ji li Başûrê Kuridistanê hema tişt tê kirin, lê her kes ji wan re bê denge. Mixabin û sed mixabin Êzidiyên me xwe di bin qirêjiya PDK’ê de fetisandine. Ew kesên ku vê sucî kirine wê siba bi hin hincetan bên berdan. Lê vê yekî nabe bê qebûl kirin, eger PDK’ê rast xwe weke xêrxweza civaka me nîşan dide bila wan kesan ceza bike.”

“Em ê hertim li pey doza Şehîdên xwe ne”

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê Emşê Şengal jî ji ajansa me ra  axivî. Dayê Emşê bal kişand ser armanca hedefkirina nexweşxaneyê Sikêniyê û teqez kir ku ew ê her tim li pey doza şehîdên xwe bin û wiha got: “Em îro li vir ji bo bîranîna şehîdên xwe amade bûne, Mam Zekî ji bo me weke situna civaka me bû. Her dem ji me re digot yekîtiya xwe ava bikin, pêwîste hûn parastina xwe bi xwe bikin û bibin hêzekî. Her dem Mam Zekî şîretan li me dikir. Nexweşxaneya Sikêniyê bi zanabûnekî mezin hate hedef girtin. Dixwazin her dem mihtacê Başûrê Kurdistanê û nexweşxaneyên wan bibin. Ji ber ku li nexweşxaneya Sikêniyê gel gelek kar dikir û dibû alîkar. Em hemû şehîdên nexweşxaneyê bi bîr tînin û ez ser saxiyê ji malbata wan re dixwazim. Şehîd Amargî jî di wê nexweşxaneyê de şehîd bû. Amargî ji bo me gelek ked dabû. Dema em dayîk diçun qîmeta me gelek digirt. Em wê weke keça xwe heseb dikin. Em tu car şehîdên xwe ji bîr nakin û em hertim li pey doza wan bin.”