Jinên extiyar di nava şer bihabûn û pergala newekhev de ne

Ji ber şerê li Îranê, rewşa gel bi taybetî ya jinên extiyar ên bi tena serê xwe dijîn xirabtir bûye. Jinên ku ji dahatek kêm debara xwe dikirin, dan zanîn ku bi şer û krîzê re rewş xirabtir bûye, êdî nikarin xwarin, vîtamîn û dermanan bikirin.

JIWAN ŞERÎFZADE

Bukan – “Qet zarokên min çênebûn ji ber vê hevjînê min dev ji min berda. Piştre zewicîm hevjînê min ê duyem 30 salan ji min mezintir bû. 35 salan em bi hev re jiyan. Piştî mirina wî jiyana min hîn zortir  bû. Zarokên wî ji mîratê tiştek nedan min. Di wan salan de bi alîkariya mirovan li ser lingan mam. Lê belê tenêtî di demên şer û xizaniyê de zêdetir tê hîskirin. Ev çend meh in ez di odeyek biçûk ku bi piştgiriya xêrxwazan ji min re hatiye bexşandin de dijîm.”

Ev gotinên Fatma A. jina extiyar a li bajarekek Rojhilatê Kurdistanê dijî ne. Di bin siya şer, mesrefên jiyanê yên zêde û fikarên aborî û siyasî yên zêde de, dengê gelek jinên extiyar ên mîna wê nayê bihîstin. Fatma tenê yek ji gelek jinan e ku di nava tenêtî, xizanî û bêewlehiya zêde de têkoşîna jiyanê dimeşîne.

Jinên extiyar rastî şertên herî zor tên

Li Îranê, jinên extiyar bi hev re bi zehmetiyên aborî, pirsgirêkên ji ber extiyariyê û piştgiriya civakî ya nebaş re têdikoşin. Li gorî daneyên fermî, ji sedî 12 nifûsa welat extiyar in.

Li gorî pisporan, jin ji mêran bêhtir pirsgirêkên bi extiyariyê ve girêdayîne dijîn û ev newekhevî di demên şer an bêewlehiyê de zêdetir dibin. Rewşa ku jinên extiyar pê re rû bi rû dimînin, tenê bi extiyarbûn, şer an krîza aborî nayê ravekirin. Ji ber di temenê xwe yê extiyar de, ew jin neçar in bi encamên newekheviyê ku di tevahiya jiyana xwe de rastî wan tên jî hevrû bibin.

Li gorî lêkolînek di dema şerê di navbera DYE-Îsraîl û Îranê de hatiye kirin:

Asta fikarê ya extiyaran ji sedî 56 zêde bûye.

Tendirustiya ji sedî 36 ji wan xirab bûye.

Ji sedî 37 ji wan dan zanîn ku di pêkanîna karên rojane de bêhtir zehmetiyan dikşînin.

Ji sedî 48.64 ji wan rewşa wan a darayî xirab bûye.

Ji sedî 60 îfade kirin ku mesrefên wan ên jiyanê zêde bûne.

Nêzî ji sedî 31.72 bawer dikin ku rewşa wan a aborî bi wayekî cidî xirab bûye.

Yek ji pirsgirêkên herî mezin ên ji bo extiyaran di vê pêvajoyê de peydakirina dermanan bû. Ji ber kêmbûna dermanan û mesrefa zêde, gelek kesan di gihîştina dermankirinê de zehmetî kişandin. Bi taybetî jinan di pêkanîna karûbarên jiyana rojane de bêhtir zehmetiyan kişandin û rewşa aborî ya jinên ku li bajarokên biçûk dijîn zêdetir diyar bû.

Extiyariya di bin siya şer û pergalên newekhev de

Gelek jinên extiyar tînin ziman ku ji ber zehmetiyên aborî neçar in xwarinê nexwin, vîtamîn û hinek dermanan nikarin bikirin. Hinek ji wan dema ku bi tena serê xwe dijîn, bi pirsgirêkên cidî yên psîkolojîk û hestên tirsê yên dijwar re têdikoşin.

Turan M., jineke 75 salî ye li Bokanê bi tena serê xwe dijî. Turan dibêje ku tenduristiya wê ya bedenî, rewşa aborî û derûnî bi destpêkirina şer û pevçûnan re pir xirab bûye. Li gorî wê, dengê amûrên şer travmayên berê û birînên kevin jî zindî dike.

Turan tiştên ku jiyane wiha anî ziman:

“Pêdiviyên min ên rojane, heta kirîna nan jî zehmet bûne. Dikan an girtî bûn an jî pir qerebalix bûn û bi rastî ditirsiyam derkevim derve. Niha bihayê dermanên min zêdetir in. Ez tenê ji bijîşkan dixwazim dermanên herî pêwîst binivîsînin. Ez tenê dahata xwe bi dikaneke biçûk e min daye kire dikim. Ev dahat êdî têra min nake. Carna ditirsim nexweş bikevim û neçar bimînim biçim nexweşxaneyê.”

Bandorên newekheviyê di extiyariyê de zêdetir tên dîtin

Rewşa jinên extiyar li Îranê nîşan dide ku newekheviya jin di tevahiya jiyana xwe de dibînin, encamên wê di temenê extiyariyê de girantir dibe.

Aktivîst Şilêr K. ku di qada mafên jinan de dixebite, der barê vê mijarê de wiha dibêje: “Hejmarek zêde ji jinên extiyar derfet nedîtin di tevahiya jiyana xwe de bi awayekî daîmî beşdarî bazara kar a fermî bibin. Kar û berpirsiyariyên mesrefên navmalî wekî karên bi nirxek aborî nehatin hesibandin. Ji ber tabûyên civakî, ew li gorî mêran pirtir bi tenêtiyê re rû bi rû dimînin. Mirina hevjîn an jî nebûna zarokan dibe ku ji bo jinên di pergala baviksalariyê de dijîn, veguhere krîzeke aborî û civakî.”

Li gorî Şilêr K. ev pirsgirêk di şert û mercên ku enflasyon, bêewlehiya aborî û aloziyên siyasî-leşkerî zextê li jiyana rojane dikin û jiyana jinên extiyar zortir dikin de zêdetir dibe.