Jinên Efrînê tevî bombebarana balafiran bi wêrekî li ber xwe dan

Şandeya taxa Şêxmeqsûd, di dema êrîşên sala 2018’an li ser Efrînê de tevî bombebarana balafiran a giran ji bo pişgiriyê bidin gel berê xwe dabûn Efînê û şahidiya kêliyên berxwedanê kiribûn.

MÎDYA MIQDAT

Heleb- Di Çileyê 2018’an de, gelek şande ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê çûn Efrînê dema dagirkiriya Tirk û çeteyan êrîş kirin ji bo piştgiriya gelê Efrînê bikin.

‘Em ji bo piştigiriyê ji Şêx Meqsûde çûn Efrînê’

Rêvebera Kongra Star a Helebê Vêrjîn Mihemed der barê erîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê de axîvî û got ku dema êrîş pêk hat ew di nava şandeya çûye Efrînê de bû, wiha dibêje: “Gelek şande di meha Çileyê de ji bo piştgiriya xelkê bajarê Efrînê çûn wir, em li navenda bajêr civiyan li çerxeriya Kawa, pişt re em ber bi garaja Efrînê ve meşiyan, li wir 3 rojan kon ji bo şandeyan hat vedan û tevî bombebarana giran li ser bajêr gel li wir kom dibûn. Efrîn tenê 61 km. dûrî taxa Şêx Meqsûd e. Tevî ku balafir li ser bajêr digeriyan û bombe dikirin jî şandeya me serdana hin gundên girêdayî bajarê Efrînê kir. Weke gundê Meydankê, li wir ji bo em moralê gel bilind bikini me  dest bi meşê kir. Me serdana xwe berdewam kir û em çûn gundên navçeya Şerayê pişt re bi moralên bilind tevî komên stran, bazdan û şanogeriyê em vegeriyan konan.”

‘Dewleta Tirk li Efrînê çekên qedexekirî bi kar anî’

Vêrjîn Mihemed di berdevamiya axaftinê xwe de behsa komkujiyên ku dewleta Tirk li Efrînê pêk anîn kir û wiha pêde çû: “Dema ku Tirkiyeyê dît nikare vîna gelê Efrînê bişkîne komkujî pêk anî û bi 72 balafirên şer û çekên navneteweyî yên qedexekirî bajar bombe kir. Tevî wê jî berxwedanê 58 rojan berdewam kir. Kêliyên herî bi êş ew bû ku dema gelê Efrînê di riya çiyayê Xewnan koç dikir, gelek penaberan di wê riyê de jiyana xwe ji dest dan.”

‘Artêşa Tirk karwanê koçberan hedef girt’

Berdevka mala jinan a komîna Ş. Gulê Selmo Awaş Mihemed jî tevli şandeyê çûbî Efrînê wê demê ew jî dibêje: “Em tevli şandeya piştgiriya gelê Efrînê bûn, berî em bigihîjin navenda bajêr, li ser rê karwanê me hat hedefgirtin, di encamê de gelek kes birîndar bûn. Dema ez çûm Efrînê, min karê xwe di encûmena hewarçûnê de kir, tevî berdewamiya bombebaranê li ser bajêr bi moralê bilind me alîkariya gel dikir. Em ê li ber xwe bidin heta vegerin, ji ber ku Efrîn bajarê me ye.”