Jinên Efrînê 58 rojan li kêleka şervanên xwe têkoşiyan

Jinên Efrînê li hemberî êrîşên artêşa Tirk di berxwedana serdemê de roleke girîng lîstin. Fatma Horîk jî yek ji wan jinan bû, ji me re behsa berxwedana 58 rojan kir.

RUPARÎN BEKIR

Şehba - Şêniyên Efrînê, li dijî êrîşên dewleta tirk bi şervanên xwe re li ser bingehê Şerê Gel ê Şoreşgerî 58 rojan li ber xwe dan. Hemû bûyerên di Berxwedaniya Serdemê de rûdane hê jî di mêjiyê gel û jinan de ye ji ber ku jinên Efrînê bi hemû rêbazên berxwedaniyê li pêşiya artêşa Tirk rawestiyan.

Dewleta Tirk û çeteyên wê di 20’ê Çileya 2018’an de bi hemû çekan êrîşî kantona Efrînê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Êrîşan 58 rojan berdewam kir û di 18’ê Adara heman salê de dewleta Tirk bajarê Efrînê dagir kir.

Fatma Horîk a ji Efrînê ku bû şahida berxwedana 58 rojan a li Efrînê dom kir qala rojên ji Berxwedaniya Serdemê kir. Fatma Horik dibêje ku êrîşên li ser Efrînê komployeke ji aliyê dewletên navnetewî ve hatiye kirin.

‘Jinên Efrînê li dijî êrîşan têkoşiyan’

Fatma Horîk dibêje ku ji roja yekem ve jin û hemû gel li hemberî êrîşan sekinîne, bi her awayî li ber xwe dane û wiha dest bi gotinên xwe dike: “Di Berxwedana Serdemê de em li gel şervanên xwe bûn, min alîkariya birîndaran dikir û hînî bikaranîna çekê jî bûm. Gelê Efrînê ye bi Şerê Gel ê Şoreşgerî parastina xaka xwe kirin, heya dawiyê li gel şervanên xwe têkoşiyan ku dewleta Tirk nekeve Efrînê.”

Ji 7 salî heya 70 salî Şerê Gel ê Şoreşgerî

Di berxwedana serdemê de ji heft heya heftê salî gel li hemberî dagirkeriya Tirk sekinîn. Fatma Horîk di berdevamiya axaftina xwe de dibêje ku ne tenê ew lawên wê jî di çeperan de şer dikirin û wiha pêde diçe: “3 zarokên min li hemberî dagirkeriya Tirk û çeteyan çek rakirin. Me jî di nava berxwedana serdemê de piştevaniya wan dikir. Parastina lawên min di çeperên şer de hêzê da me em hê jî li dijî siyasetên dagirkeriyê li ber xwe didin. Dagirkeriya Tirk bi hemû çekên giran û balafirên şer ew herêma biçûk bi awayekî hovane bombebaran kirin.”

‘Artêşa tirk cenazeyên çeteyên xwe dişewitand’

Fatma Horîk a qala êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî yê li ser Efrînê kir wiha behsa hovîtiya erîşan dike: “Her navçeyek Efrînê rastî êrîşên hovane hat, herî zêde berxwedaniya Kevirê Ker li navçeya Racoyê deng veda. Me li wê herêmê li ber xwe da û gelek hevalên me ji ber pirbûna êrîşên balafiran û çekên giran li wir şehîd ketin. Tevî wê jî vîna me ji hemû êrîşan bihêztir bû. Ji ber lawazketina dagirkeriya Tirk li Kevirê Ker, termên çeteyên xwe dişewitandin. Dagirkeriya Tirk bi bombeyan êrîşî çeteyên xwe kirin hewl dan raya giştî bixapînin lê me bi çavên xwe dît çawa wan dişewitînin.”

Êrişên dagirkeriyê li pêşberî şervanan têk çû

Fatma Horîk behsa komkujiyên ku artêşa Tirk pêk anîne kir û da zanîn ku dema artêşa tirk li hemberî şervanan lawaz ket dest bi komkujiyan kir û wiha axivî: “Dagirkeriya Tirk hemû rêbazên şer li dijî herêma me bi kar anîn. Tevî hemû kiryaran jî wijdanê rêxistinên mafên mirovan nelivî û ew bêdeng man.”

Fatma Horîk behsa dîmenek ku tê bîra wê dike û dibêje: “Rojeke berxwedaniyê ez bi şervanan re çûm gundê Bilku, li wir ji min re gotin mêvanek heye dixwaze te bibîne, ew kurê min Metîn bû, wî jî li wir şer dikir. Ez ne bi tenê bûm, hemû dayikan li rex şervanên xwe li Racoyê li ber xwe didan.”

‘Armanca me rizgarkirina Efrînê ye’

Fatma Horik a dilê wê ji bo vegera Efrînek azad lê dide di dawiya axaftina xwe de got, “Ev bû 5 sal em hemû astengiyan derbas dikin tenê ji bo vegerê, gavên me ber bi pêş ve ne û armanca me rizgarkirina Efrînê ye.”