Jinên Efrîn û Şehbayê piştgirî dan xwepêşandanên jinên Swêdayê

Jinên Efrînê û Şehbayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, piştevaniya xwe ji bo xwepêşanderên herdu bajarên Sûriyeyê, Swêda û Daraa yên ku li dijî siyaseta hikumeta Şamê tên nîşandan, anîn ziman.

RAPERÎN BEKIR

Şehba- Li bajarê Swêda yê Sûriyeyê 2 hefte ne ku ji bo başkirina şert û mercên jiyanê çalakiyên protestoyî tên lidarxistin. Jinên ku pêşengiya çalakiyan dikin û daxwaza rûxandina rejîmê dikin dibin deng û rengê şoreşê.

Xwepêşandan û nerazîbûnên ji hemû deverên Sûriyeyê li bajarê Swêda li dijî biryarên vê dawiyê yên hikûmeta Şamê zêde bûn û piştî ku bihayê sotemeniyê zêde bû, pirsgirêkên xelkê jî zêde kirin, ji ber tunebûna pêdiviyên bingehîn, gel bi xwepêşandanan dest bi boykotan kir.

Li ser medyaya dîjîtal mirov dibîne ku Partiya Baasê ya li Swêdayê çawa deriyê rêveberiya şaxê girtiye û piştî ku buroyên partiyê li hemû navçeyên parêzgehê hatin girtin, hatina endamên şaxê hat qedexekirin.

‘Tevgera gelêrî dîroka şoreşê û daxwazên hemû gelên Sûriyeyê nû kir’

Têkildarî hevgirtina berxwedana gel, seroka Desteya Rêveber a Jinên Efrînê-Şehbayê, Amîne Mela Hesen got: “Tevgera gelêrî dîroka şoreşê û daxwazên hemû gelên Sûriyeyê nû kir. Da zanîn ku gelê Şam û Helebê yek in û ji armanc û daxwazên ku di sala 2011’an de heta niha ev bang nîşan dide ku gel paşve venagerin. Amîne Mela Hesen got: “Ev gel careke din banga rûxandina rejîmê dike, ya ku ev çend sal in şoreşa aştiyane çewisandiye.”

‘Dema ku daxwazên gel ji bo azadî û rûmetê bin kes nikare li pêş bibe asteng’

Amîne Mela Hesen ev tişt li axaftinên xwe zêde kir: “Dema ku daxwaza gel azadî û rûmet be, kes nikare wan bi paşve bikşîne ango heta ku gelê Sûriyeyê bigihîje azadiya xwe û daxwazên wan pêk neyên dê bang bikin. Ango heta azadkirina girtiyan û cîbicîkirina biryara Encûmena Ewlekariyê ya 2254’an li ser danîna çareseriyeke siyasî ya aştiyane ji krîza Sûriyeyê re û sîstemeke destûrî ku mafên hemû aliyan misoger bike. Jinên Swêda yên ku bi hemû hêza xwe pêşengiya tevgera aştiyane kirine, hêza xwe ya pêşengiya civakê îsbat kirine, înkarkirina hebûna jinan qebûl nakin. em hêvî dikin û bang li hemû jinên li bajarên Sûriyeyê yên ku hawirdoreke aram lê heye dikin, bi hemû hêza xwe dest bi berdewamiya tevgerê kir, rê nedin tevgera wan bê çewisandin û ji aliyên destwerdankirî ji rêgeha xwe derkeve.”

‘Pankartên ku hatin hilgirtin nîşaneya yekitiyê bûn’

Amîna Mela Hesen wiha diyar dike: “Me di vê tevgera aştiyane de helwest û lihevhatinek dît, jinên ku beşdarî xwepêşandanan bûn hevgirtina xwe bi seroka giştî yê partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef re diyar kirin. Pankartên li ser navê Efrînê hilgirtine û ev yek nîşaneya yekitiya helwest û riya siyasî ye, ango daxwaza wan ew e ku Tirkiye ji Efrînê vekişe û vê yekê teqez kiriye çareseriya krîza Sûriyeyê bi destê gelên wê ye.”

Hêjayî bibîrxistinêye ku Seroka Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef di 11’ê Cotmeha 2019’an de li ser riya navneteweyî ya M4 di kemîna çeteyên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da.

Di dawiyê de Amîne Mela Hesen got: “Wek meclisa jinan hemû rêxistinên jinan ên herêma Şehba ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve tên birêvebirin, em piştgiriya tevgera gelên aştiyane li Swêda dikin. Em bi dil û can bi wan re ne û ji bo şoreş û pêkanîna azadiyê dest ji piştgiriya wan bernadin.

‘Gelên Sûriyeyê êşên mezin ji ber şer kişandin’

Endama Desteya Aborî ya Efrîn-Şehbayê, Yasmîn Şêxo diyar kir ku ev 12 sal in êş û azarên gelê Sûriyeyê berdewam dike û wiha got: “Di dema aloziya Sûriyeyê de gelê Sûriyeyê êşên qetilkirin, koçberî û penaberiyê kişandine. Destwerdana dewletan her sal bi wêrankirinê re rewş xirabtir kir, bi taybetî piştî têkçûna nirxê lîreyê Sûriyeyê li hemberî dolarê Emerîkî, rewşa jiyanê li hemû herêman xirab bûye. Wê piştgiriya xwe ji bo xwepêşandanên ku du hefteyan zêdetir e li bajarê Swêdayê dest pê kirine nîşan da.”