Jinên di zeviyên Rojava de dixebitin: Em mafê xwe yê destûrî dixwazin
Li Rojava karkerên jin ku di Cejna Kedkaran de di nav zeviyan de pembo diçînin, dibêjin ku ew yekem car e piştî 140 salan, dibihîzin ku cejnek wan heye. Jin balê dikşînin ser bêmafiya ku karkerên jin pê re rû bi rû dimînin.
SORGUL ŞÊXO
Til Temir – 1’ê Gulanê Cejna Karkeran di serî de bûyerek navneteweyî ye ku her sal li piraniya welatên cîhanê tê pîrozkirin da ku rêz ji karker û destkeftiyên wan re werin girtin û karker bikaribe bi maf û yasayan xwe biparêze.
Ev cejn di sala 1886’an de piştî greveke mezin a karkeran a li Chicago ya Dewletên Yekbûyî yên Emrîkayê dest pê kir. Karkeran daxwaza ‘rojê 8 saet xebat, 8 saet navber, 8 saet xew’ kir. Di dawiya sedsala 19’an de 1’ê Gulanê bû cejna fermî. Heta îro li piraniya welatan bi çalakiyên cûrbecûr tê pîrozkirin. Lê heta niha karker li hin welatan û bi taybetî li Sûriyeyê bê maf in û rastî tundî û newekheviyê tên.
Karkerên jin... çîrokek têkoşîna ji bo erd û niheqiyên bavsalariyê
Karkerên ku li nav zeviyên gundê Til Nesrî ya li başûrê bajarê Til Temir a Rojavayê Kurdistanê ne, ji serê sibehê ve dixebitin û zêrê spî ango pembo diçînin, nêrîn û daxwazên xwe bi ajansa me re parve kirin. Delal Hesen di destpêkê de behsa demijmêrên karkirina li nav zevî û heqdestê karkeran kir û wiha got: “Niha em çikakê dikin û pembo diçînin lê her demjimêrek 5 hezar lîreyê Sûriyeyê ye. Di bin germahiya tîrêjên rojê de em kar dikin û pir diwestin. Heqdestê mêrên ku kar dikin, rojê dighê 50-100 hezarî, lê heqdestê ku jin distînin 25 hezar in. Her demijmêrek jin tê de dixebite dighêje 5 hezar lîreyî. Jin ji 5’ê berbangê heta 10’ê berî nîvro, tivir li erdê dixe û pembo diçîne. 5 demijmêr ji westandinê, 25 hezar lîre digre. Ev niheqî ye.”
Delal da zanîn ku piraniya karkeran nexweş in û mafê wan ê tendrustiyê jî tune ye û wiha dirêjî da gotina xwe: “Tevî keda didin vê axê û xwediyên wan erdan in jî, mafê me tê xwarin.”
Karkerên ku rastî tundiya devkî û psîkolojîk tên wekheviyê dixwazin
Delal li hember niheqiyên ku karkerên jin li gor yên mêr zêdetir dibînin, daxwazên xwe bi van gotinan anîn ziman: “Em wekheviyê dixwazin. Bila demjimêrên jin û mêr tê de kar dikin yek bin û heqdestê wan jî yek be. Ne ku mêr ji jinan zêdetir bistînin û keda herî zêde tê dayîn a jinan be. Karkerên jin rastî bêrêziya çawîşan tên. Jina ku biweste û bixwaze kêliyekê xwe rihet bike, rastî tundiya devkî û psîkolojîk tê. Çawîş dibêjin ku divê karkera jin pişta xwe rast neke û her berê wê li erdê û piştxwar tenê bixebite be. Qîmeta karkerên jin tuneye û zexta herî zêde ya kar li ser wê ye, keda jinan nayê dîtin. Mêr derfet nade ku jin gotina xwe bike, dîsa gava ku rastî tundiyê tê. Divê aliyên pêwendîdar vê pirsgirêkê ji me re çareser bikin.”
‘Divê zagon û mafê karkerên jin hebe, bikaribe xwe li hember mêrê koledar biparêze’
Delal da xuyakirin ku pêwîst e zagon û mafê karkerên jin hebe, bikaribe xwe li hember mêrê serdest û koledar biparêze û wiha pêl da gotina xwe: “Pêwîst e ku hikûmeta demkî rola jinan winda neke, mafê wê û bi taybetî mafê karkerên jin di destûrê de binvîse da ku wê ji her tiştî biparêze. Lê wekheviya di navbera herdu zayendan de, berî her tiştî ye.”
Tevî alerjiyê jî di nav têkoşîna girtina heqdest de ne
Zehra Ebdilkerîm koçberek ji gundê Erîşa a girêdayî Til Temirê ye, gundê wê heta niha di bin dagirkeriya Tirk de ye, ji lewra vegera wê ya gund li gorî ku ew dibêje, zehmet e. Zehra got ku ew ji toza genim, bêhna gulê, bêhna pez û heta dîtina tîrêjên rojê jî alerjî dibe û wiha berdewam kir: “Nabe ku ez bêhna vana û gelek tiştên din jî bikim, lê çi bikim neçar im ku kar bikim û xwedî li xwe derkevim. Tevî ku min destmal daniye ber rûyê xwe jî, bêhnê dikşînin. Ji ber alerjiyê dengê min guheriye. Rûniştin ji me jinan re di civakê de ku li benda kesek bin were li ser me xerc bike, bêrûmetî ye. Ji bo wê ye em her di tevgerê de ne û ji xwêdana eniya xwe pariyê nanek helal dixwin.”
‘Em mirina sor bi çavên xwe dibînin’
Zehra zehmetiyên karê xwe jî vegot. Zehra jî dubare kir ku 5 demjimêr li beramberî 25 hezar lîre lê belê dema 10 demjimêran kar dikim, rojê 50 hezar distînin û wiha got: “Em mirina sor bi çavê xwe dibînin, çimkî westandina karê di nav axê de û di bin germ û sermayê de, pir zêde ye. Yê ku ev kar kiriye tenê hîs dike.”
Zehra wekî her karkerek jin, bi salan e vî karî dike û li hember newekhevî û bêedaletiya civakî têkoşînek mezin dide. Zehra îro yekem car e dizane ku ji bo karkeran rojek hatiye veqetandin ku wekî Cejna Kedkaran tê pîrozkirin.
Piştî 140 salan yekem car e dibihîze cejnek wê jî heye
Zehra anî ziman ku nizanibûye sibe cejna karkeran e û wiha got: “Lê em nikarin bi cejna xwe kêfxweş bin û di wê rojê de jî li mal bin. Ji ber erdê ku em tovê pembo lê diçînin hîn xilas nebûye û berî baranekê divê ku em biqedînin. Em pir dixwazin hestê cejna xwe bijîn, lê ji ber kar em ê cejna xwe di nav zeviyan de pîroz bikin. Daxwaza me jî, em heqdestê karkerên jin bilind bikin da ku bi qasî keda ku ew didin be.”
Zehra di dawî de ragihand ku ew ê cejna xwe di nav zeviyan de pîroz bikin.