Jinên Dêrezorê bi qamîşan amûrên kevneşopî çêdikin

Jinên gundewarên rojhilatê Dêrezorê qamîş ku yek ji mîrateya gelêrî ya herêmên derdora Firatê ye, ji qiraxa çem kom dikin ji bo ku amûrên kevneşopî bi wan çêbikin.

ZEYNEB XILÊF

Dêrezor - Jinên gundewarên Dêrezorê yên bakur û rojhilatê Sûriyeyê qamîşan vediguherînin amûrên kevneşopî her wiha ev pîşe ji bo wan dibe çavkaniya debarê.

Qamîş di gelek tiştan de tê bikaranîn, di nav wan de çêkirina selikan, xaniyên ji heriyê û her wiha li şûna dîwaran li derdora xaniyan tê danîn.

Jinên gundewarên Dêrezorê pîşeya qamişan ji dapîrên xwe mîras girtine. Qamiş yek ji girîngtirîn taybetmendiyên folklorê ye û heta niha jî li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye.

Ji qamîşan hesîran çêdike

Sulala El-Hemed ku ji bajarokê Mewazin ê rojhilatê Dêrezorê ye diyar kir ku pîşeya qamîşan ji bo gelek malbatan çavkaniya debarê ye û wiha pê de çû: “Ez ji dapîr û diya xwe hînî vê pîşeyê bûm û îro jî ji bo min weke çavkaniya debarê ye. Ez qamîşan ji qeraxên çemê Firatê û geliyên nêzîk kom dikim lê ji ber kêmbûna avê û şewatên ku berê derketine, qamîşên îsal baş nîn in. Ez rojê çar-pênc metre ji qamîşan çêdikim. Du cureyên wan hene ku navê yek ji wan seman e, tenê di werza zivistanê de peyda dibe û hişk e û bi hêsanî nayê şikandin. Cureyê duyem ji hundir vala ye û pir sivik e. Ez bi pênc-şeş hezar lîreyî hesîrên ji qamîşan difiroşim. Ji bilî westandin û zehmetiyên ku em di berhevkirina qamîşan de dikşînin, destên me gelek caran birîndar dibin. Lê ji ber şert û mercên zehmet ên jiyanê ez neçar im vî karî bikim.”