Jinên cotkar ên Tûnisê bi cihêkariyê re rûbirû ne

Di karên çandiniyê de kesên xebatkar ji sedî 79 jin in lê fonên wan yê zilaman kêmtir e. Hejmarek kêm ji wan parastina civakî dibînin ku tenê ji sedî 33 jinên xebatkar ên kedkar xwedî temînata civakî ne.

ÎXLAS EL HEMRÛNÎ

Tûnis – Li Rojhilata Navîn û bakurê Afrîqayê di warê mafên jinan de welatê Tûnisê yê pêşdar tê binavkirin lê dema ku em li devera hundirîn li nav zevî û bîstanan bigerin, rêje û sînordariya vê rastiyê tê xuyakirin û dema axaftina bi jinên xebatkar ên rastî hemû cureyên bikaranînê hatine, zêdetir tê eşkerekirin.

Li nava zeviyên zeytûnan em bi komek jinan re axivîn

Li derdora bajarê Bofîşê yê girêdayî eyaleta Sosê (bajarekî beravî ye, 140 km. ji paytextê dûr dikeve) li nava zeviyek zeytûnan komek ji jinan ku zeytûnan diçinin kom dibin. Di dema avhewaya sar, bayê xurt û şûna baranê êvarê bariye li ser erdê xuya dike, jin li bin darekê ne û alavên pêwîst ku di kar de alîkariya wan bike, di destên wan de hene. Hinek ji wan jinan bi azadî axivîn û hiştin ku em dîmenên wan bikşînin, hinek jî bi xweparastin axivîn, ên din jî axaftina li ser çîroka xwe red kirin, ji ber hevalên wan her tişt gotin.

Çîroka jinên xebatkar wekî hev e ku piraniya wan di şert û mercên hişk ên civakê de dijîn, neçar dibin li malbatên xwe xerc bikin.

Di serma û baranê de, di bin tava şewitî de bêyî ku giliya xwe bikin, kar dikin. Destên wan ên bi birîn û lingên wan ên bi herî ji ber êşa çinîna zeytûnan dibin şahidên herî mezin.

Êşa rojane

Meryem El Sibe ya ku ji gundewarê El Qesrên hatiye, behsa kar û jiyana xwe ya rojane dike û dibêje: "Pênc zarokên min hene, du ji wan di zanîngehê de dixwînin, hemû pêdivî û mesrefa xwendina wan li ser milên min e."

Meryem diyar kir ku heya astekê rewşa wê dişibe rewşa jinên din ên xebatkar û dibêje: "Êşa ku rojane em dikşînin û westandin nabe asteng. Gelek caran ji aliyê xwediyên erdê û karkeran ve rastî tundiya devkî tên, di saetên kar ên dirêj de em di dayîna mûçeyan de bi heqaretan re rû bi rû dimînin.”

15 sal in bênavber dixebite…

Jina pêncî salî Ayşe El Tewatî ku sê zarokên sêwî xwedî dike û li devera Bofîşê dijî got: "Sibehan zû radibim û taştê û firavînê bi hev re ji zarokên xwe yên biçûk re hazir dikim. Piştî ku malê didim hev, cilên qalind li xwe dikim û bi lez derdikevim, berê xwe didim cihê kombûna jinan û li benda wesayîdê dimînim ji bo ku me bibe nava zeviya zeytûnan. Zeviyên ku rojane em lê kar dikin ji malên me dûr in û ji bo ku em bigihîjin wê derê em bi kamyonên veguhestinê yên ne fermî diçin, ji bo veguhestina min rojane 2 dînaran di rewşa ne ewle de didin.”

Ayşe wiha didomîne: "15 sal in bênavber, bêyî ku çend roj bêhna xwe vedim dixebitim. Roja ku nexebitim li malê tiştek tune ye."

Daxwazên hêsan

F.B. ku di bîst saliya xwe de ye, piştrast kir ku hewcedariyê hişt ku ew di nava zeviyan de kar bike û got: “Ev cara yekem e ez di beşa çandiniyê de kar dikim da ku mesrefa jiyana xwe derxim, rewşa malbata min a madî zehmet e."

Tevî ku haya wê ji zagonan heye jî dibêje ku yek ji wan jî nayê pêkanîn û dibêje: “Dem hatiye ev zagon ji bo parastina jinên xebatkar were aktîfkirin, bi taybetî ji ber ku daxwazên me hêsan in. Daxwazên me peydakirina wesayîdên ji bo çûnhatinê ye. 40 jin bi hev re di kamyonek ku metirsî ye de diçin kar û tên. Gelek caran bû sedema mirinê. Em di dema baranê û avhewaya germ de bêyî rawestandin, kar dikin û ji aliyê xwediyên kar ve rastî muameleyên nebaş tên."

Xebatkarên jin ên cotkar bê jimar in

Li gorî jimarên peymangeha neteweyî ya serjimartinê ji sedî 32 ji jinên Tûnisî li deverên gundewarî dijîn û nêzî ji sedî 65’ê wan di temenekî biçûk de ji xwendinê qut bûne, bi vî awayî rêjeya jinên nexwendî li gundewaran ji sedî 30 derbas dike.

Xebata di beşa cotkariyê de ji % 70 ji jinan pêk tê lê mûçeyên wan li gorî yên mêran ji sedî 50 ji yê wan kêmtir e. Hejmarek kêm ji jinan parastina civakî dibînin, bi vî awayî ji  sedî  33 ji jinên xebatkar temînata wan civakî heye, ev hejmar jî nîşan dide ku ji yê karkerên zilam pir kêmtir e.

Li gorî lêkolîna Komeleya Tûnisê ya Jinên Demokrat li derdora ji sedî 60 jinên li gundewarên Tûnisê pirsgirêkên tenduristiyê ji ber şert û mercên kar dikşînin. Ev jî vedigere sedema dahata kêm a deverên mîna Cendûbe, El Kef, El Qesrên û Qefse.