Jinên ciwan: Rola medyayê li ser qetilkirin û xwekuştina jinan zêde ye

Jinên ciwan ên zaningeha navçeya Koyê ya Hewlerê diyar kirin ku zextên civaka bi hişmendiya mêr tê meşandin dibe sedama qetilkirin û xwe kuştina jinan û her wiha rola medyayê jî di vê mijarê de zêde ye.

EVÎN CIBRAÎL

Koye- Li Başûrê Kurdistanê qetilkirin û xwekuştinan jinan her roja ku diçe zêde dibe û ji bo pêşîlêgirtina qetilkirin û xwekuştina jinan li rûxmê ku zagon hene jî nayên bicihanîn. Ji ber wê rêjeya bûyerên wiha her roja ku diçe metirsîdartir dibe. Jinên ciwan ên li zanîngeha navçeya Koye ya bajarê Hewlêrê, der barê sedem û teşwîqkirina qetilkirin û xwekuştina jinan û ciwanan de ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku zextên civakê sedema zêdebûna qetilkirin û xwekuştina jinan e û rola medyayê jî di vê mijarê de zêde ye.

‘Divê sînorek ji weşandina fîlman re were danîn’ 

Bêger Mustafa da zanîn ku medyaya dîjîtal sedema zêdebûna qetilkirin û xwekuştinê ye û got: “Dema ku di fîlman de karekterek xwe dikuje weke hêzekê nîşanî bîneran didin, ev jî zêdetir bandorê li ser ciwanan çêdike. Ji ber ku weke hêz û kêrhatiyê dibînin û dema ku rastî pirsgirêkê tên serî li xwekuştinê didin. Tişta yekem ku divê were kirin ew ku sînorek ji bo weşandina fîlman û bi taybetî yên ku tê de rolên xirab hene û xwe dikujin yan jî madeyên heşbir hene were danîn.”

‘Zextên civaka mêrperest sedema qetilkirinê ye’

Mîhnaz Cebbar dibêje: “Kuştin û xwekuştin di encama zexta civakê de çêdibe, ji ber ku her dem li benda tiştên zêde baş û mezin in ev yek jî wisa dike ku serî li xwekuştinê bidin. Destpêkê her kesê ku fikrên xwekuştinê dixe serê xwe nikare bi cih bîne. Ger zextên zêde ji aliyê civakê ve çênebin bûyerek wiha naqewime loma jî divê ku malbat, piştre jî civak xwe sererast bike. Ji demên borî ve bi çavek biçûk li jinan tê nihêrîn, keç û jin bi saxî binax dikirin lê belê di serdema niha de tenêtî û xemsariya li dijî jinan heye.”

‘Divê jin ji fikrê xwekuştinê dûr bikevin' 

Roşna Ezîz bi bîr xist ku tunebûna armancek diyarkirî ji bo jinan hewldana teşwîqkirina xwekuştinê ye û wiha got: “Divê armanaceke me ya diyar hebe. Mînak ger dayik zarokan baş perwerde bike dê sûdê bidin civakê. Ji zarokatiyê ve fêrî me dikin, her dem dibêjin tu keç î ev şerme, vê neke, neaxivin, fêrî me nakin ku em çawa girîngî bidin xwe. Divê berê jin û keçan bidin xwendin û xebatê û nîşandana hunerên dest û kêrhatiyan. Hem ji bo bibin xwedî karê xwe, hem jî fêr bibin li ser lingên xwe bisekinin û bi awayekî bi jiyana xwe re mijûl bibin da ku ji fikrên neyênî û kuştin û xwekuştinê dûr bikevin.”