‘Jinên Başûrê Kurdistanê ji bo azadiya xwe xebatên girîng meşandin’

8’ê Adarê di dîroka Başûrê Kurdistanê de roja hişyarkirina jinên Kurd ji hişmendiya mêrsalarî bû. Ev jî bû sedem ku jinên şoreşger ên Kurd rastî metirsiyan werin, tevî têkoşîna heyî jî mafên jinan hê jî tên binpêkirin.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Ji dîrokê ve heta îro jinên cîhanê û di nav de jinên Kurd ji bo mafên jinan û azadiyê têdikoşin. Bi têkoşîna xwe de 8’ê Adarê zindî kirin, hertim hewil dane e roj pîroz bimîne. Ji bo hişyarkirina jinan û agadarkirina wan ev roj ji bo jinan girîng û taybet e. Bi hêzbûna jinan û têkoşîna jinan metirsî ye ji bo desthilatdaran. Jinan weke metirsî ji bo desthilatdar û berjewendiyên xwe dibînin. Ev jî bûye sedem ku jin rastî gelek astengî zext, gef û îşkenceyê werên. Li Başûrê Kurdistanê di salên 1970-1980’an de jinên ku di rêxistinan de xebatan didan meşandin di rojên 8’ê Adarê û rojên din de jinên gund, bajar û bajarokan der barê erk rola jinan de hişyar dikirin.

‘Ji bo hişyarkirina jinan têkoşîn didome’

Perî Talib ku bi xwe li Suwêdê niştecih bûye di sala 1990’an de piştî kîmyabaran û rewşa siyasî koçberî welatê Siwêdê bûye behsa 8’ê Adara salên 80’yî kir ku rêxistinên wan li  bajar û çiyayan ji bo hişyarkirina jinan çi dikirin. Der barê 8’ê Adarê de destnîşan kir ku tenê rojek ji bo jinan hatiye diyarkirin, di demek ku pêwîst e hemû roj roja jinan bin. Bi taybetî di civaka Kurd û Rojhiata Navîn de, ji ber pirsgirêkên jinan ewqas zêde ne, tenê bi pîrozkirina rojekê çareser nabe.

Perî diyar kir ku gelek rê ji bo hişyarîkirina jinan dîtine û wiha got: “Em diçûn gundan me bi jinan re civîn çêdikir û me jinan ji bo erk û mafên wan hişyar dikirin. Ne tenê 8’ê Adarê, piraniya karê me belavkirina hişyariyan bû. Dema ku em diçûn gundan ji bo hişyarîkirina jinan, mêrên gund gelek aciz dibûn, ji ber sedemek ji bo hişyarîkirina jinan bû ji ber hîs dikirin ku wê jin bi pêş bikevin, ji ber wê bi berdewamî êrîşî wan dikirin û gotinên nebaş ji wan re digotin lê belê me dest ji hewldanên xwe berneda. Ji derveyî wê jî jinan hişyar dikin da ku bixwînin û zarokên xwe yên keç bidin xwendin.”

‘Ji ber rewşa siyasî ya wê demê em nikaribûn li bajar hereket bikin’

Ji berê ve wisa li jinan kirine ku hemû erkên malbatê xistine ser milên wan. Hem karê ji derve dikir  hem jî yên malê. Ji ber wê jî wan jî weke jinên rêxistinan hewl didan vê kevneşopiyê ji holê rakin. Perî Talib ji sala 1970’yan heta dawiya sala 1988’an li bajar xebat dida meşandin, piştî enfal û kîmyabaranê ji ber rewşa siyasî nikaribû li bajar bimîne, berê xwe da çiyayan.

Perî di dema xebata xwe de xwedî çar zarokan bû, her dem hewl dida zarokên wê xwendekar û welatparêz bin û wiha got: “Ez bi awayê ku her dem min serkêşiya jiyana xwe dikir dijîm. Her çend mehê carekê ez li taxekê bûm, her dem min ji bo xwe navên nû didît, min zarokên xwe wisa fêr kiribû ku bavê wan nîn e ji ber her dem ji ber sedemên cuda dihat girtin.”

‘Jinên Kurd qehreman û têkoşer in lê belê behsa xwe nakin’

Perî destnîşan kir ku li bajar ji ber dijwariya rewşa siyasî nikaribûn tevgerê bikin lê belê jin neditirsiyan û tu carî ji ber xwbatên xwe newestiyan lê belê niha behsa wan nayê kirin û hemûyan ji bo azadiya jinan hewl dan. Gelek jin hene jiyana xwe di ber xak û welatê xwe de feda kirine lê belê ji aliyê desthilatdariya mêrsalarî ve şoreşa jinan hat bêdengkirin û got: “Jin nîn e ku têkoşîn û xebat nekiribe. Rewşa wê demê ji ber nedibû ku bikarin bi aşkerayî peyam û hişyariyê belav bikin lê belê wê demê ji niha zêdetir dikaribûn pîroz bikin. Dema me li çiya dest bi çalakiyên xwe kir û em diçûn gundan me hişyarî belav dikir û ji bo mafên xwe têdikoşiyan. Bêguman di wê serdemê de pîrozkirina 8’ê Adarê li ser desthilatdariyê metirsî bû ji bo wê gelek rêgirî li hemberî jinan dihat kirin. Perî Talib wiha behsa astengiyan kir û got: “Di hemû aliyan de astegî li hemberî jinan hebû, di aliyê ayînî de jî wisa bawer dikirin ku em xelkê ji rê derdixin her wiha rêgiriya siyasî hebû ku nedixwestin jin azad bibin.”

‘Têkoşîna me ji bo mafên jinan e’

Perî wiha got: “50 sal di ser xebatên jinan re derbas bûn lê belê heta niha jin negihîştine wê armanca ku ji bo wê têdikoşin. Azadiya jinan ne ew rewşa ku niha tê de ne, azadî ji hemû maf, xwedî biryarbûna xwe pêk tê. Azadî ew e ku jin neyê kuştin, berovajî her mêr xwedî desthilatdarî ye û dikuje, civaka Kurd bi kuştina jinan tê nasîn. Ji ber wê jî tenê rojek ji bo jinan nabe. Divê hemû rojên salê rojên jinan bin û jin di hemû qadên civakî de cihê xwe bigrin. Rola wan di navendên biryardayînê de hebe, mafên xwe bi dest bixin, jin wateya jiyanê ne. Ji ber jin nebin civak bi ser nakeve, jin temamkerên civakê ne. Daxwaza min ji jinên cîhanê û bi taybetî jinên Kurd ew e ku bibin rewşenbîr û xwedî li mafên xwe derbikevin, ji bo bidestxistina azadiya xwe hewl bidin û bi xwe bibin xwediyên biryara xwe.”