Jinên Başûrê Kurdistanê banga berdewamkirina şoreşa jinan kirin

Jinên Başûrê Kurdistanê banga xurtkirin û xwedîderketina li şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” kirin û hat diyarkirin ku divê şoreşek weke şoreşa Jîna Emînî li Başûrê Kurdistanê çêbibe.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Salek li ser şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ ya ku piştî Jîna Emînî di 16’ê Îlona 2022’an de bi destê rejîma Îranê hat qetilkirina dest pê kir re derbas bû. Piştî salekê jî Jîna hê di dilê jinên azadîxwaz de zindî ye. Jin heta niha dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ bilind dikin. Jinên Başûrê Kurdistanê daxwaz dikin ku ev şoreş tune nebe û bibe sedema pêxistina şoreşek li Başûrê Kurdistanê.

‘Şoreş bû şoreşa tevahî jinên cîhanê’

Parêzer Çirû Şiwanî der barê şoreşa Jîna Emîn de wiha got: “Şoreşa Jîna Emînî rast e li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir lê belê li tevahî cîhanê bû şoreşa jinan. Şoreşa ku dest daniye ser birînê li ser hemû jinên cîhanê, bandorek girîng çêkir. Rast e êşa jinan derxist, ev şoreşe tenê li beramber zilmê nehat encamdan, encama qutkirina dengê bi çend sed salan ya komara Îslamê Îranê bû ku li beramberî jinan zilm û zordarî bikar tanî. Jinên Kurd pêşengtî ji vê şoreşê re kir, ji ber herçend ev zilm û zordarî li dijî jinê Îranê û Kurdan bûn. Ji ber ev zilm li ser netewa Kurd e, ev jî wisa kir ku ev şoreşe bandorê li ser jinên Başûrê û tevahî cîhanê bike.”

‘Li Başûrê Kurdistanê sîstema azadî û ayînî jinan çewisandiye’

Çirû Şiwanî destnîşan kir ku divê şoreşek weke şoreşa Jîna Emînî li Başûrê Kurdistanê were encamdan. Ji ber niha jî li Başûrê Kurdistanê dibin navê azadiya jinê de tundîtûjiyê li beramberî jinê tê pêkanîn û wiha got: “Jin ketine di nava dû sîsteman de, sîstem ayînî û azadî û herdû jî bûne sedemê zêdebûna tundîtûjiya beramberî jinan. Ji ber wê jî girîng e ku jin xwe û dîroka xwe nas bikin, daku bikarin şoreşê bi serbixin û bibin pêşeng. Her şoreşa ku jin jêre pêşengtiyê dike, dibe şoreşek serkeftî. Mîna şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Jîna Emînî ku diyar dibe ku jinên Kurd dikarin pêşengtiyê bikin û bi serbikevin. dikarin guherînê çêbikin. Ji ber wê jî divê jin bibin yek rêz, yek deng û şoreşê bilind bikin.”

‘Li Rojhilatê Kurdistanê jin du qat tên çewisandin’

Jina bi navê Teler Êwer ku xelkê bajarê Seqiz yê Rojhilatê Kurdistanê ye ku li bajarê Silêmanî dijî û endama Rêxistina Asoya jinên Kurd e der barê şoreşa Jîna Emînî de wiha got: “Jî dîrokê ve jin ji ber aqlê mêrsalarî tên çewisandin û zilm lê tê kirin. Lê belê li Rojhilatê Kurdistanê ji ber jinin û hebûna aqlê mêrsalarî û herwiha hebûna hîcaba bi zorê dû qat jin tên çewisandin. Ji ber vê sîstemê şoreşa Jîna li goristana Ayçiye dest pê kir, jin beşdar bûn,  bûn pêşeng ji bo ji navbirina sîstema zordariya komara Îslama Îranê. Ev demeke jin li herêmekê li dijî zordariyê dengê xwe bilind dikin, bê guman bandorê li ser jinên din ên cîhanê jî dike. ji ber wê divê jin zêdetir hişyar bin û li dijî zilm û zordariyê agahdar bin.”

‘Divê jin Şoreşa Jîna Emînî bikin destpêkirina şoreşa li Başûr’

Telar Êwer da zanîn ku divê jinên Başûrê Kurdistanê ezmûnê ji şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ bigrin û bikin sedemek ji bo destpêkirina şoreşê li Başûrê Kurdistanê li dijî zilm û zordariyê, li dijî ew tundîtûjiya rojane li ser jinan tê bi karanîn û ji ber wê jin tên qetilkirin û wiha dawi kir: “Destpêkirina şoreşê dikarin li mal û ji malbatên xwe destpê bikin, em êdî hişmendiya mêrsalariyê qebûl nekin û şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ berdewam bikin.”