Jinên astengdar li Idlibê bi êş û zehmetiyan re rû bi rû dimînin

Gelek jin li Idlibê ji ber bombebaran, teqîn û bermahiyên şer bi giranî birîndar bûne û gelek ji wan jî ling û destên xwe winda kirin. Ev yek li pêşiya pêkanîna xeyalên wan bûye astengî û bi neheqî û paşguhkirinê re rû bi rû dimînin.

LÎNA EL-XETÎB

Idlib-Di encama şerê ku bi salan e li Sûriyeyê didome de, gelek rewşên xirab çêbûn, mirov di mercên gelek xirab de dijîn. Şer bi taybetî bandorek neyînî li ser jinan da avakirin û li Idlibê gelek jinan ji ber bombebaran, teqîn û bermahiyên şer dest û lingên xwe winda kirin.

"Di encama teqînên bêser û ber de min lingê xwe winda kir û destê min seqet bû"

Hedîl El-Sabîh 28 salî ye, ji gundewarê Seraqib koçberî kampên Idlibê bûye, der barê astengdariya xwe û nêrînên civakê li ser kesayeta wê piştî birîndarbûnê, da zanîn ku ew di encama teqînek de birîndar bûye û wiha got: "Min li dibistana zarokan ders dida, li nêzê dibistanê û li kêleka min topek ket û di teqîna wê topê de min lignê xwe yê rastê winda kir û hin parçeyê wê li destên ketin ev yek bû sedem ku ez seqet bibim."

Hedîl El-Sabeh destnîşan kir ku wê lingekî protez ji xwe re çêkiriye da ku karibe hinekî bimeşe û tevger bike. Di heman demê de pêwîstiya destê wê bi tedawiya fizîkî heye lê derfetên wê yên darayî têrê nakin ku tedawî bibîne. Vê yekê wê di hemû hûrgiliyên jiyana wê de sînordar dike û wê hewcedarî alîkariya kesekî din dike.

Selam Dîbo ne tenê lingê xwe winda kir tevahî xeyalên wê bi avê re çûn

Selam Dîbo ya 25 salî ya ji bajarê Binîş, piştî astengdariya wê, xemgînî û bêhêvîbûn li jiyana wê  zêde bû. Selam Dîbo da zanîn ku piştî wê di dema xwendinê de lingê xwe winda kir her tişt serûbin bûye û wiha pêde çû: "Trajediya min di dawiya sala 2019'an de dest pê kir. Di dema sala duyemîn a xwendina zanîngehê de, perçeyek moşekê li canê min ket û lingê min jêbû bi vê yekê re tevahî xeyalên min jî têk çûn."

Selam Dîbo destnîşan kir ku piştî lingê wê jêbû, dev ji xwendinê berda û êdî plansaziyê ji bo paşeroja nekir. Her wiha da zanîn ku ew keçek zindî û xwedî enerjiyek pir mezin bû lê piştî ku bû qurbaniyek teqînê piraniya dema xwe di navbera dîwarên odeya xwe de bi tenê derbas dike û ji bo ku ji rastiya bi êş û dijwar bireve çareyê di xewê de dibîne.

"Di civakê de jin jixwe rastî gelek pirsgirêkan tên îcar ger astengdar bin dê çawa be?"

Rana El-Buxûrî 16 salî ye, ji Xan Şêxûnê ye, piştî astengdariyê wê tenêtiyê hilnebijart lê  derdora wê ev yek li ser ferz kirin. Dema ku ew daxwaz dike serdana hinek hevalên xwe bike,  ji aliyê birayê xwe ve rastî tundiya devkî û fizîkî tê. Her wiha birayê Rana nahêle xwendina xwe bidomîne bi hinceta ku ewlehî nîn e û ew nikarin wê bibin dibistanê û ji dibistanê bînin.

Rana El-Buxûrî diyar kir ku di dema ew di nava zeviyên çandiniyê de bi birayên xwe re dixebitî mayînek teqiyaye û bûye sedem ku ew lingê xwe winda bike, mehkûmê kursiyek bi teker bimîne û wiha got: "Min astengdarî ji mirinê zehmetir dît, ji ber ku jin di civaka me de tenê ji ber jin in di warên jiyanê de rastî gelek pirsgirêk û astengiyan tên û dema ku ew astengdar bin li derfetên kar, perwerde û jiyana asayî bigerin dê çawa be? Bêguman dê tu kesê nebînin ku alîkariya wan bikin û li kêleka wan bisekinin."

"Tevî astengdariyê jî ez berpirsiyariya zarokên xwe digrim"

Cûheyda El-Hamûd 31 salî ye tevî astengdariya xwe, neçar dimîne ku kar bike ji bo debara sê zarokên xwe bike. Der barê zehmetiyên ku di jiyanê de pê re rû bi rû maye de dibeje ku ew rastî gelek zehmetiyan hatiye û wiha didomîne: "Êşa yekem ew e ku di sala 2018'an de di êrîşeke hewayî de min hevjînê xwe winda kir. Di heman demê de ji ber perçeyê guleyê di  hestûyê pişta min de ma, ez felc bûm û li ser kursiyeke bi tekel tevdigerim. Em ji mala xwe ya li bajarê Ahsam li Cebel El-Zawiya koçberî kampên Atma yê başûrê Idlibê bûn."

Cûhîde El-Hemûd bal kişand ku piştî ku hevjînê wê wefat kiriye, bi tena xwe berpirsiyariya zarokên xwe radike û di hundirê kampê de nan difroşe da ku karibe pêdiviyên jiyanê ji zarokên xwe re peyda bike. Her wiha rêxistinên mirovî jî bi hinek malzemeyên xwarinê alîkariyê pêşkêşî wan dikin.

"Pêwîst e mafên jinên astengdar di hemû waran de werin parastin"

Şêwirmenda derûnî Absiya El-Yasîn a 36 salî ji Idlibê ye der barê êş û azarên jinên ku di encamê şeran de birîndar bûne de diyar kir ku astengdariya fizîkî bandorê li ser derûniya mexdûran dike û wiha got: "Encamên astengdariyê bi windakirina parçeyek ji bedena xwe naqede. Di asta malbat û civakê de jin di bin bandorê de ne. Her wiha bandoreke derûnî çêdibe ku ew yek ji zirara fizîkî xerabtir e."Absiya El-Yasîn teqez kir ku hesta bêçaretiyê, qelsî û teslîmbûnê diafrîne û hestên bêewlehîbûn û tirsê dide avakirin.

Absiya El-Yasîn teqezî li ser pêwîstiya temînata mafên jinên astengdar û peydakirina derfetên kar ji bo wan dike. Her wiha parastina wan ji tundî û zordariyê di nav malbatê de û ji derveyî malbatê, dayîna mûçe ji bo jinên astengdar û destekdayîna wan ji bo ku xwendina xwe bidomînin û pirojeyên xwe ava bikin da ku hewcedariyên xwe pêk bînin.

“Ên ku herî zêde ji şer zirarê dîtin jinên Sûriyeyî ne”

Hêjayî gotinê ye ku jinên Sûriyeyî para herî mezin ji belaya şer girtine, erkên mezin girtine ser milên xwe û gelek jin jî astengdar bûne. Van rewşên xirab xeyalên wan tune kiriye û ew neçar mane di nav şert û mercên jiyanê yên herî zehmet wekî xizanî, kêmbûna dermanên tenduristiyê û bêparbûna ji mafên xwe, de bijîn.