Jinên Şehbayê: Dewleta tirk a dagirker dixwaze car din DAIŞ’ê zindî bike

Jinên Şehbayê li ser êriş û dagirkeriya dewleta Tirk li ser Efrînê û êrişên DAIŞ’ê yên bi piştgiriya wê di 20’ê Çileyê de li ser Hesekê hat pêkanîn axifîn û destnîşan kirin ku armanca van êrişan tunekirina aramiya herêmê ye.

 
ŞÊRÎN ELÎ
Şehba – Jinên Şehbayê yên bûn şahidê êrişên çeteyên DAIŞ’ê ku li ser bingehê konsepta tûnekirina gelê Kurd ên bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker pêktên têkildarî êrîşên dawiyê axivîn. Jinên her wiha bûne şahidê êrişên dagirkeriya dewleta tirk a li ser heremê, derbarê êrişên ku bi polîtîkayek hevpar tê pêkanîn û herî dawiyê bi êrişên li ser Hesekê careke din hat xwestin ku polîtîkaya tûnekirina gelên azadîxwaz û zindîkirina DAIŞ’ê têbiniyên giring anîn ziman. Jinên Şehbayê destnîşan kirin ku dewleta tirk a dagirker ku bi polîtîkayên dagirkeriyê negihişt armancên xwe dixwaze carek din DAIŞ’ê zindî bike û gotin: “Emê li hemberî DAIŞ’ê û hevkarên wê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
 “Dewleta tirk dixwaze bi rêya DAIŞ’ê dagirkeriyê bike”
Endama Komîteya Perwerdê ya Meclîsa Jina Azad a Kantona Şehbayê Cîhan Kose destnîşan kir ku bi rêya êrişên dawiyê yên li ser Hesekê hat xwestin ku metirsiyek di nav gel de were avakirin û got: “Dema DAIŞ û hevkarên wê Şehbayê desteser kiribûn milet û bi taybet jî jin di nav metirsiyeke mezin de bûn. Cilên reş li ser zarokên bi temenê 7 salî û şun de ferz dikir. Li Şehbayê hin gundên Kurd lê hene bi zimanê Kurdî daxivîn, wê demê zimanê erebî li ser wan ferz kirin ji bo çanda xwe ya Kurdewarî ji bîr bikin. Her cure xirabiya li ser jinan ji xwe re mubah didîtin. Li cem DAIŞ’ê temenê tecawizkirina jinan tune bû. Bi riya êrişên dawiyê ku li bajarê Hesekê hat qewimandin armanc ew e ku metirsiyek di nava gel de bê çêkirin. Bi alîkariya çeteyên li herêmên dagirkirî wek Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dewleta tirk a dagirker dixwaze bi riya DAIŞ’ê heremên din jî dagir bike.”
“Divê ji bo çeteyên DAIŞ’ê çareseriyek bê dîtin”
Endama Meclîsa Jina Azad a Kantona Şehbayê Şêrîn Elîmo girêdayî mijarê got: “Jinên Şehbayê gelek xirabî ji destê çeteyan dîtiye. Çeteyên DAIŞ’ê yên jinan weke mal dibînin ti mafî ji bo wan nas nakin. Li sukan ser jinan bazar dikirin. Ne tenê kantona Şehbayê şahidiya kirêtiyên DAIŞ’ê û komên çeteyên dewleta tirk a dagiker kiriye, li herêmên dagirkirî yên weke Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî tiştên neye hişê mirovan bi serê welatiyan tînin. Em weke jinên Şehbayê bang li saziyên mafê mirovan dikin bila çareseriyek ji çeteyan re bê dîtin ku dîsa DAIŞ’ê derbasî herêmên Bakûr û Rojhilata Sûriyeyê nebe. Em naxwazin carekdin bi hovîtiyek din a çeteyan re ru bi ru bên.” 
“Emê li hemberî DAIŞ û hevkarên wê têkoşîna xwe berdewam bikin”
Endama Meclîsa Jina Azad a Kantona Şehbayê Xezelê Elo jî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze carek din DAIŞ’ê li heremên Bakûr û Rojhilatê Sûrî zindî bike û got: “Çeteyên DAIŞ’ê dema ku Şehbayê desteser kirin, li ser jinan gelek kiryarên dijmirovî meşandin. Bi navê edalet û ol bang dikirin, lê ji edalet û olê pir dûrin. Tecawizî jinan dikirin û jin ji mîrên DAIŞ’ê re dibir. Êrişên dawiyê yê li ser girtîgeha Xiwêranê diyar dike ku dewleta tirk a dagirker dixwaze careke din DAIŞ’ê li heremên Bakûr û Rojhilatê Sûrî zindî bike, armanca wan ji vê yekê tunekirina aramiya heremê ye. Weke jinên Şehbayê li hemberî dijminê hov û teror ên mîna DAIŞ û hevkarê wê emê têkoşîna xwe berdewam bikin.”