Jina Tûnisî Amina Al-Bukhari nêrîna civakê ya li jina geştiyar şikand

Yekem jina geştiyara Tûnisî ya 29 salî, Amina Al-Bukhari, dide diyarkirin ku şert û mercên civakî yên ku wê di ciwaniya xwe de jiyaye, nehiştiye xwendina xwe bidomîne lê ew bi biryar bû ku xwe bigihîjîne xeyalên xwe û bibe geştiyar. Xwe gihand xweyalên xwe û bû yekem jina geştiyar a Tûnisî. Amina bi van hewldanên xwe li hemberî nêrîna neyînî ya li ser jinan sekinî.

 
ZUHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis - Amîna El-Bukharî gelek ji geşt û gerê hez dike, xeyala wê ya herî mezin ew e ku serdana hemû welatên cîhanê bike û seyrangeh, urf û adetên her welatekî binase. Geşt ji bo wê riya jiyanê ye. Di Sala 2009’an di gera xwe ya yekem a li derveyî sînorên Tûnisê kir. Ev ger kêmek mabû ku were taloqkirin ji ber pirsgirêkek di paseporta dayika wê de derket ku dem di ser re derbas bûye dayika wê jî bi wê re wê derbasî Tirkiyeyê bibûya. Her wiha Amina Al-Bukharî di temenê xwe yê ciwan de xwest bi tena serê xwe rêwêtiyê bike û tecrubeya yekem di temenê 18 salî de biceribîne.
Ji wê re ne hêsan bû ku lingê xwe bavêje welatekî ji bo wê welatê xeyalî bû, li kolanên wî welatî temaşe bike, tenê li ser ekranên televîzyon û kompîturê li wan digeriya û tevî kêmbûna zanîna wê  zimanê Tirkî û Înglîzî lê belê, wê gera xwe ya li Stenbolê temam kir û serdana gelek cihên dîrokî û geştiyarî kir û bi kamerayek sade belge kir û hûrguliyên rêwîtiya xwe ragihand.
Her çendî diya wê di destpêkê de nexwest keça wê bibe geştiyar jî Amina Al-Bukharî hewl da ku qalibê diya wê li ser mezin bûye, bişkîne. Bi xwe dibîne jin heyînek lawaz e divê were piştgirîkirin û bi tenê neyê hiştin. Li hemberî vê yekê tu caran ew bêhêvî nebû û li hemberî hemû şert û mercên civakî li ber xwe da. Piştî ku dê û bavê wê hev berdan êdî ew bû serpereşta malbata xwe, neçar bû ku rojane li sê cihan bixebite da ku debara bira û dayika xwe bike. Wê ji bîr nekir ku dirav ji bo rêwîtiyê wekî pêşîneke teseruf bike berî ku bingehên xwe wekî jinek ciwan peyda bike, ji ber ku evîna wê ji wan têgihîştinan derbas bûye.
"Her herêma ku lê geriyame bandorek erênî li min kir"
Amina Al-Bukharî der barê hejmara welatên ku ew lê geriyaye de dibêje: “Min di demeke kin de serdana 12 welatan kir, ji xeynî geştên mehane yên li Tirkiyeyê, her meh pasaporta min dihat çapkirin. Rûyê min li balafirgeha Navneteweyî ya Tûnis-Kartacayê ji aliyê gumrikên sînor ve bû rûyekî nas. Her welatek di warê xwarin, şahî û jiyanê de xwedî adet û kevneşopiyên cihêreng e û her herêmek ku min serdana wê kiriye bandorek erênî li ser min çêkir."
"Bi gerê ez xwe diparêzim û hîs dikim ku ez jineke zindî me”
Li ser çawaniya teserufkirina dirav ji bo rêwîtiya xwe, ji ber geştên xwe nikare di karekî rojane ku ji heft demjimêran zêdetir e de bixebite, diyar kir ku ew bi riya torên înternetê li gel pargîdaniyek geştiyarî ya Tûnisê kar dike û di veqetandina bilêtan û otêlan de ji bo rêwiyan kar dike... Ji bo vê yekê di hesabê xwe yê Instagramê de kirûbira dike. Digel vê yekê ew nûnera saziyeke biyanî ye û got: “Ez nafikirim ku pereyên xwe ji bo kirîna xaniyek an wesayîdek teseruf bikim lê tiştê ku ez li ser difikirim ew e ku ez çenteyê xwe hilgirim û berê xwe bidim balafirgehê û biçim. Tenê bi gerê ez xwe diparêzim û hîs dikim ku ez jineke zindî me.”
“Min hemû astengî derbas kirin”
Amina Al-Bukharî li hemberî astengiyên malbat û civakê li ber xwe da da ku xeyalên xwe pêk bîne ku beşek bingehîn a jiyana wê ye ji bo keşf û serpêhatiyê diçe got: “Ez bi dijberiya tund a diya xwe re rû bi rû mam ku hîn jî min keça xwe ya biçûk dihesibîne her çend ez di nav birayên xwe de ya herî mezin im û ji bo wê jî zehmet e ku min di rêwîtiyê de bihêle. Min hemû astengî derbas kirin, ew nêrîna ku di nava civakê de li jinê biçûk tê mêzekirin min şikand. Zîhniyeta baviksalar her tim hewl dide qîmeta jinan kêm bike. Ji bo min ne girîng e ku ez di çi re derbas bûm, min ew xist nav qutiya bîranînan, ez bi tişta ku gihîştimê serbilind im.”
“Ez kesên ku ji bo serkeftinê têdikoşin weke parçeyek ji kesayeta xwe dibînim” 
Amina Al-Bukharî bi bîr xist ku hesetek gelek cuda ye ku dema jin bi tena serê xwe çenteyê xwe hildigrin û biryar didin ku ji bo dîtina cîhanek nû serdana welatekî bikin û şîret li jin û keçan dikin ku itîmad bidin ser xwe û wiha dibêje: “Ji tu kesê hêvî nekin divê hûn ji bo bidestxistina xwe û daxwazên xwe bixebitin. Divê jinên Tûnisî mafê xwe yê xebatê biparêzin û bi mêran re mûçeyên wekhev bigrin. Yên ku hewl dan xewna xwe pêk bînin û bibin gerokek gerdûnî tevî şert û mercên zehmet ên xizanî û bêbextiyê ku tê de tên jiyin jî pêk tînin. Ez kesên ku ji bo serkeftinê têdikoşin weke parçeyek ji kesayeta xwe dibînim, ji ber ku ez jî bi şert û mercên zehmet re rû bi rû mame û jiyame.”