Jina ku li Rihayê rastî tundî û destavêtinê hat ket bin parastinê

Li Rihayê jina penaber a ji ber ewlehiyê navê xwe parve nekir, diyar kir ku ji aliyê mêrekî ku madeyên hişbir bikar danî rastî destavêtin û tundiyê hatiye. Jina ku di derbarê hevjinê xwe û êrîşkar de gilî kir, ket bin parastinê. Şêniyên bajêr jî ji ber di demên dawî de zêdebûna bikaranîna madeyên hişbir, bi van gotinan bang li rayedaran kirin û gotin, “Em êdî ji tirsan nikarin zarokên xwe derbixin kolanan.”

Li Rihayê jina penaber a ji ber ewlehiyê navê xwe parve nekir, diyar kir ku ji aliyê mêrekî ku madeyên hişbir bikar danî rastî destavêtin û tundiyê hatiye. Jina ku di derbarê hevjinê xwe û êrîşkar de gilî kir, ket bin parastinê. Şêniyên bajêr jî ji ber di demên dawî de zêdebûna bikaranîna madeyên hişbir, bi van gotinan bang li rayedaran kirin û gotin, "Em êdî ji tirsan nikarin zarokên xwe derbixin kolanan."
MEDÎNE MAMEDOGLU
Riha - Firotina madeyên hişbir ên ku di heyama dawîn de li herêmê pir zêde bûye, pêşiya wê nayê girtin an jî hewildanên pêşîlêgirtinê nîne. Li Rihaya ku penaber lê pir zêde ne rêjeya bikaranîna madeyên hişbir roj bi roj zêde dibe, şêniyên bajêr ku me der barê rewşa heyî de hevpeyvîn bi wan re kir, bal kişandin ser wê yekê ku hema bêje li her kolanên taxan madeyên hişbir tê firotin. Jineke penaber a ku li navçeya Eyubiye ya navenda bajêr dijî, ji aliyê mêrek ku madeyên hişbir bikar danî ve rastî tundî û destavêtinê hat. Jin a mexdur li ser bûyera hatî jiyîn, di derbarê hevjînê xwe û kiryar de serlêdana suc kir.
Jina ku rastî tundiyê hat ket bin parastinê
Jina ji ber ewlehiyê navê xwe eşkere nekir ket bin parastinê, di der barê bûyera hatî jiyîn de ev agahî parve kir: “Hevjînê min madeyên hişbir bikar danî û her tim hevalê xwe yê mêr danî malê. Ew hevalê wî jî mîna hevjinê min madeyên hişbir bikar danî. Rojekê hat mala min û bi gotina ‘agahiya hevjinê te heye’ êrîşî min kir. Bi tecawizê tundî li hemberê min kar anî. Piştî bûyerê ez ji mal derketim û min hem der barê êrîşkar hem jî derbarê hevjinê xwe gilî kir. Lê ez nizanim di derbarê wan de çi muameleya huqîqî hat kirin.”
Li navçeyê ji 7 heta 70 salî her kes bikar tîne
Şêniyên taxê ku me piştî bûyerê bi wan re hevdîtin kir, diyar kirin ku li her serê kolanê madeyên hişbir tên bikaranîn. Welatiyên ku diyar kirin ciwanên li taxê dijîn madeya hişbir difroşin, bal kişandin ser wê yekê ku kesekî biyanî nehatiye û firotina van madeyan nekiriye. Welatiyên ku dibêjin ger polîs bikevin nav navçe û taxan dê di hemû malan de madeyên hişbir bibînin, diyar kirin ku ew ji bo xwe û zarokên xwe bi fikar in.
Bang li rayedaran hat kirin 
Dîsa, dikandareke jin a li Taxa Kameryan a navçeya Karakopruyê dijî, diyar kir ku ji ber bûyerên madeyên hişbir û fuhûşê yên li navçeyê diqewimin, nikare zarokên xwe di demjimêrên êvarê de derbixe balkonê. Jinê got ku mala wê li kêleka midûriyeta polîsan e, diyar kir ku jinên her şev di operasyonên fuhûşê de tên binçavkirin, tînin midûriyete û bi dayîna cezayê pereyan tên berdan. Jina ku banga pêşîgirtina van bûyerên zêde dibin kir, di vê wateyê de bang li rayedaran kir.