Jin û zarokên ku di kampên Idlibê de dijîn bi xetera laşmanyayê re rûbirû ne

Li Kampên Bakurê Sûriyeyê nexweşiyên çerm pir belav bûne, ji ber zehmetiyên jiyanê û tunebûna derfetên tenduristiyê jin û zarok nikarin derman bigrin.

LENA AL-KATEEB

Idlib- Nexwşiya laşmanyayê nexweşiyeke xeternak e ku ji ber pêvedana mêşê hem li canê mirov çêdibe û ger neyê dermankirin mezintir dibe û xetera wê li ser jiyana mirov zêde dibe. Li Idlibê nexweşiya laşmanyayê bi awayekî berfireh belav bûye, bi taybetî li kampên koçberan, sedema vê yekê jî ji ber hebûna kanalîzasyona vekirî, belavbûna çop û qirêjiyê ye. Tunebûna karmendên tenduristiyê her wiha tunebûna dermanên pêwîst ên ji bo rûbirûbûna nexweşiya laşmanyayê û hin nexweşiyên din.

Di kampên Idlibê de nexweşiya laşmanyayê bandorek xirab li ser zarokan çêdike

Jana El-Omer a 12 salî ji bajarê Telmansê koçberî kampa Kefer Aruqê ya li gundewarê Bakurê Idlibê bûye, bi nexweşiya laşmanyayê ketiye û ji ber vê nexweşiyê rûyê wê bi giştî bûne heb, şerm dike ji konê xwe derkeve. Tenê di demên pêwîst de derdikeve derve. Jana El-Omer der barê êşa ku ji ber ber vê nexwşiyê dikşîne de wiha got: "Ji beriya du mehan ve di rûyê min de hebek biçûk û rengê wê sor derket û hêdî hêdî ew heb mezin bû, piştre bavê min ez birim gel doktorekî taybet ê pisporê nexweşiya çerm. Doktor ji bavê min re got ku ew heb laşmanya ye û ji me xwest em bi awayekî lez li navendeke tenduristiyê tedawî bibin."

Ji ber rewşa aborî ya xirab koçberên Idlibê nikarin derman bibînin

Jana El-Omer destnîşan kir ku wê demekê nexweşiya xwe dermand dikir lê ji ber ku malbata wê xizan bû, nikaribû dermankirinê berdewam bike û wiha pêde çû: "Bavê min di karê avakirina avahiyan de dixebitî û pereyên hindik bi dest dixist ku bi zor têra lêçûnên me dikir. Ji ber vê yekê min nema serdana navenda tenduristiyê kir û dermankirina nexweşiya xwe sekinand, ev yek bû sedema mezinbûna heban li ser rûyê min.

Di malbatek de 3 kes bi nexweşiya laşmanyayê ketin

Aliya El-Qasim 33 salî ye ji bajarê Sarmînê koçberî kampa bajarê Kefer Lûsîn bûye ew û du zarokên xwe ji nexweşiya laşmanyayê êşê dikşînin. Aliya El-Qasim diyar kir ku jiyana dijwar dijîn û wiha got: "Ez li gel hevjînê xwe dijîm 3 zarokên min hene, em di konek bêserûber de dimînin, di kampê de derfetên paqijiyê tune ne, qirêjî pir e, pêşî pir in, ji ber vê yekê zêdetirî 20 rewşên nexweşiya laşmanyayê çêbûne."

Aliya El-Qasim destnîşan kir ku wê û herdu zarokên xwe li dermanxaneyek nêzî kampê derman dîtine lê nexweşiyê şopek li ser rûyê wê hiştiye ku pêdivî bi emeliyatek estetîk heye da jê xilas bibe.

Banga destwerdana bilez

Aliya El-Qasim ji bo sînordarkirna belavbûna nexweşiya laşmanyayê bang li rêxistinan dike ku bilez destwerdanê bikin da ku çareseriyên bilez peyda bikin, bi riya tamîrkirina kanalên kanalîzasyonê li hundirê kampê, belavkirinfa dermanên kêzikên di nava kampê de û peydakirina selikên qirêjiyê.

"Li şûna ku mêşa El-Remil gez dike laşmanya çêdibe"

Doktor Hesna El-Hamûd a 39 salî ji bajarê Sarmeda yê Bakurê Idlibê ye, der barê nexweşiya laşmanyayê ku jê re tê gotin heba salê yan jî heba helebê, dibêje ku dema mêşa bi navê El-Remil mirovan gez dike di encamê de dibe laşmanya û wiha pêde çû: "Mêşa El-Remil, mêşeke pir biçûk e, rengê wê zer e, bi gelemperî bi şev dikeve tevgerê û dema mirov gez dike qet deng dernaxe. Nîşaneya vê nexweşiyê li ser canê mirov wekî xalek sor diyar dibe, piştre vediguhere hebeke piçûk û ser wê hişk dibe, îltîhab digre, ev nexweşî pêwîst e bi lez were dermankirin ji ber ku xeter e û dema dermankirina wê dereng dimîne şopa wê ji ser çermê mirovan naçe."

Hesna El-Hamûd bal kişand ku kampa ji bo belavbûna Mêşa El-Remal jîngeheke guncav e ji ber kanalên kanalîzasyona vekirî li hundirê kampê û ji ber qerebalixa zêde ku hejmarek mezin di kampên ne amadekirî de dijîn.

"Kêmbûna dermanan di kampan de pisgirêka herî mezin e"

Hesna El-Hamûd bal kişand ser kêmbûna dermanan û wiha got: "Kêmbûna dermanan li gorî hejmara bûyeran, pirsgirêkeke pir mezin e û ew nahêle ku hemû nexweş di nav lênerîna tendurstî yên seretayî de werin bicihkirin. Nexweş mecbûr dimînin dermanan bi pereyên xwe bikirin. Her wiha ji bo dermankirina nexweşiya laşmanyayê gelek rûniştinên bijîşkî pêwîst dikin, li gorî giranbûna rewşê dimîne."

Hesna El-Hamûd destnîşan kir ku ji sedî 50 ji kesên ku serdana klînîkê dikin ji ber nexweşiya laşmaniyayê êşê dikşînin her wiha teqez kir ku ji bo rûbirûbûna nexweşiya laşmanyayê û sînordarkirina belavbûna wê pêwîstî bi zêdekirina kampan bi xizmeta bijîşkî û tenduristî heye.