Jin qal kirin: Ji ber zextên civakî li dijî tundiyê em bêdeng man

Leila Orabî û Maryam Jamal ên rastî tundiya nava malê hatin, dan zanîn ku ji ber asayîkirina tundiya nava malê ya civakê û tirsê demeke dirêj li dijî tundiyê bêdeng mane.

ASMAA FATHI

Qahîre - Tundiya li dijî jinan, hem di nava malbatê de hem jî di qada giştî de bi awayekî pergalî didome. Jinên ku hinek caran ji aliyê mêrên nas dikin û hinek caran jî ji aliyê mêrên nas nakin ve rastî tundiyê tên, di nava bêewlehî, bêçaretî û tirsê de dijîn. Di bûyerên êrişên zayendî de jî jin hinek caran, bi zorê bi kesên êrîşkar re tên zewicandin.

Bi pismamê xwe yê ku êrîşa zayendî kir re hat zewicandin

Yek ji van jinan jî Laial Orabî ya 30 salî ye. Leyla Orabî ya ku di temenê xwe yê zarokatiyê de rastî êrîşa zayendî hat, diyar kir ku piştî êrîşa pismamê xwe gelek caran hatiye tehdîtkirin û şantaj lê kirine. Leyla Orabî, da zanîn ku piştî gefan êrîşa çêbûye ji dayika xwe re vegotiye û wiha got: “Piştre bavê min, heta ku ez bi pismamê xwe re zewicim min di malê de hepis kir. Ez bi kesê ku jiyana min mehf kir, min ji xwendin û xeyalên min bêpar hişt re hatim zewicandin. Ez bi wî re jiyam û her roj min hîs dikir ku celadê min e û divê ez jê xilas bibim.”

'Tişta ku jinan bêdeng dike tirs e'

Leyla Orabî, anî ziman ku bavê wê ji ber zextên civakê vê yekê ferz kiriye û wiha axivî:

“Li gorî malbata min eger êrîşa zayendî ya li dijî min di civakê de eşkere bibûya dê tiştên xirab bihatana serê min. Di civakên girtî de jin rastî gelek karesatan tên. Ez ji aliyê mêrê ku pê re hatim zewicandin ve rastî gelek muameleyên xirab têm û naxwazim bi wî re bijîm. Ya ku me jinan bêdeng dike, tirs e. Ev yek ji ber nebûna serxwebûna aborî, nêrina civakê û cezanekirina êrîşkaran e.”

'Ez 20 salan rastî tundiya nava malê hatim’

Maryam Jamal jî diyar kir ku 20 salan rastî tundiya nava malê hatiye. Maryam Jamal, anî ziman ku jin ji ber difikirîn mafê redkirina tundiya nava malê tune ye, li dijî tundiyê bêdeng dimînin û wiha got:

“Bavê min û birayê min wekî makîneyek nêzî min bûn. Min hewl da hemû pêwîstiya wan pêk bînim Dema dereng dibû, ez rastî tundiyê dihatim. Her carê di ling û destên min de şikestin çêdibûn. Min salên dirêj êş kişandin. Tiştên ku dihatin serê min nikaribûm bibêjim.”

‘Ez êdî naxwazim vegerim mala bavê xwe'

Maryam Jamal, bal kişand ku civak tundiya li ser jinan wek perçeyek “terbiyekirina tevgerên jinan” dibîne û ev peyam da: “Ev hemû fikrên şaş in û di encamê de ez nerçarê zext, neheqî û zilmê hatim. Êdî çi dibe bila bibe, ez naxwazim vegerim mala bavê xwe. Em dikarin bi ramana azad, ji hemû adetên paşverû, feraseta mêr û tundiyê xilas bibin.”

'Tundiya nava malê tê asayîkirin'

Ji damezrînerên Însiyatîfa Bar Aman Mayar Makkî jî bal kişand ser zextên civakî yên li ser jinan. Mayar Makki, destnîşan kir ku tundiya nava malê ji aliyê civakê ve hatiye "asayîkirin" û ev nirxandin kir:

“Tundiya nava malê yek ji mijarên sereke ye ku divê pê re têkoşîn hebe. Pirsgirêkek ku xebat û hewildanek mezin dixwaze ye. Yek ji çareseriyên herî bi bandor ên li dijî tundiya nava malê derxistina qanûnên pêşîlêgirtinê ye. Ji aliyê din ve li dijî tundiya nava malê zêdekirina hay jê hebûna civakî xwedî girîngiyek mezin e. Ji ber ku gelek jin hene nizanin binpêkirinên li ser wan tên kirin tundî ye.”

Mayar Makkî, da zanîn ku gelek jinên rastî tundiya nava malê tên ne di ferqa mafên xwe de ne û wiha got: “Ez bi gelek jinên rastî tundiyê hatine re axivîm. Jin diyar dikin ku nizanin li dijî tundiyê çi bikin. Me tesbît kir ku hinek jin ji ber tundiyê bi awayekî eşkere pirsgirêkên derûnî dijîn. Piraniya jinan tirs, fikar, depresyonê dijîn. Jinên ku hewl didin li dijî van li ber xwe bidin û ji otorîteya malbatê xilas bibin, li derfetên kar digerin.”