Bihayê xaniyan li Îranê rewşa jinan girantir dike

Ji bo gelek jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, xanî bûye pirsgirêkek ji derveyî derfetên wan ên aborî. Enflasyona bêserûber, cudahiyên di kirêyan de û bêbandoriya piştgiriya hikûmetê hebûna banek ewle ji bo jinan bûye krîzeke ku her roj zortir dibe.

ZÎLAN ATMANΠ         

Mihabad – Dawiya her mehê bi xwe re fikaran tîne lê hatina roja dawî ya ji bo nûkirina kiriya salane tê wateya kûrbûna kabûsa salnameyê. Rewşa kirê û kirîna xaniyan li Îran û Rojhilat ji her demê xirabtir e. Li gorî bihayên li bazarê û li ser platformên onlîne, kirê îsal ji sedî 100 zêdetir zêde bûye. Xanî, pêdiviyek bingehîn a mirovan, li gel enflasyona aborî, ji bo kesên li Îranê dijîn, para xaniyan di dahata her malbatê de li gorî demên berê zêde bûye, bi taybetî ji bo jinan bûye yek ji fikarên herî mezin.

Li bajar gelek xanî hatine çêkirin, gihîştine heta çiyayên derdorê. Xaniyên ku tevî mesrefa materyalan a bilind neqediyane jî hêviyên mezin dihewînin. Ji bilî xaniyên taybet, gelek projeyên apartmanan, weke projeya xanî ya netewî, hê jî neqediyane, ev yek jî dibe sedem ku ji bo gelek kesan xwedîbûna xanî dibe xeyalek pêknehatî.

‘Min bi zorê hinek pere da lê proje sekinî’

Hejmara jinên ku xwediyên xaniyên xwe ne gelek kêm e û jinên ku hewl didin di vê bazara kaotîk de bibin xwediyên xanî, carna zirarê dibînin. Jinek 45 salî ku li Mihabadê dixebite û dijî, hewldana kirîna xanî wekî çerxeke xirab bi nav dike û dibêje: “Sê sal berê, min hemû zêrên xwe firot û çend krediyên giran girt da ku kuponên xanî bistînim. Min bi zorê du gavên depozîto derbas kirin û dûre derket holê ku proje bi temamî rawestiyaye. Avaker êdî nikare ava bike û nikare pereyê mirovan bi bihayê heyî vegerîne.” Niha tenê fikara wê ew e ku ji bo dravdana destpêkê ya xanî teseruf bike da ku bikaribe kiriya kêmtir bide.

Zêdebûna kirê û fînansîkirina xaniyan

Xanî, berê ji bo dabînkirina bicihbûnê bû, niha bûye çavkaniyek qezencê, weke amûra veberhênanê tê dîtin. Di encamê de, kiriyên ku bi lez zêde dibin têkoşîna ji bo jiyanê pir dijwartir kirine. Bi teybetî ji bo jinên ku malê birêve dibin. Golaleh A. karkera demsalî ye û bi tena serê xwe du zarokan xwedî dike, nekaribû li Mihabadê yan derdora wê cihekî ji xwe re bibîne, neçar ma koçî gundek nêzîk bike. Golaleh, bi gotina ku enflasyonê wan ji vebijarkên xanî bêpar kiriye, rewşa xwe wiha anî ziman: “Xwediyê xaniyê min ê berê  daxwaza depozîteya 300 milyon Tumenî kir û kiriya mehane ji 6 milyon Tumenî, kir 15 milyon Tumen. Got ku bihayê her tiştî zêde bûye û dê bi danîna pereyên xwe di bankayê de bêhtir qezenc bike.” Ev veguhestina bi zorê ji bo Golaleh û malbata wê çûnhatina navenda bajêr û gihîştina xizmetên bingehîn pir dijwar kir.

‘Divê destpêka her demsal ez 33 milyon tumen bidim’

Jineke din, Mehrî V. ku neçar ma koçî xaniyeke biçûktir li derveyî bajêr bike, tiştên jiyane wiha anî ziman: “Xwediyê xanî ji bo nirxa pereyê wî winda nebe, kiriya sê mehan pêşwext dixwaze. Divê ez di destpêka her demsalê de 33 milyon tumen bidim.”

‘Her mal ji bo jinan nayê kirêkirin...’

Çi bi tena serê xwe bijîn, çi zarokan mezin bikin, çi jî serpereştên malê bin, jinên tenê yên ku xanî kirê dikin bi barekî sê qat ê weke newekheviya beşan, enflasyon û newekheviya zayendî re rûbirû dimînin. Midia K. tenê karê dirûtinê dike rewşê wiha rave dike: “Wekî ku jinên tenê, nezewicî neçar in ji bo ewlehî yan xanî bedelên girantir bidin tên dîtin. Xwediyên xanî pir caran tercîh dikin ku milkên xwe yên erzan bidin malbatan lê gava ew fêr dibin ku hûn tenê ne, yan jî di qada ne fermî de dixebitin, şertên kirêkirinê dijwartir dikin. Gelek caran ew sozek, çek an sened dixwazin.”

Bêparastina li hember polîtîkayan

Her çend zêdebûna ji sedî 20 di bedelên ewlehiyê û kiriyan de weke xalek referansê hatibe destnîşankirin jî mesrefa kiriya rast ji vê rêjeyê pir zêdetir in. Ev cudahî di navbera hejmarên fermî û mesrefa kiriya rast de bandora polîtîkayên piştgiriyê yên weke ‘krediya depozîte ya kirê’ ku di salên dawî de ji bo piştgiriya kirêdaran hatine bicihkirin, xistiye bin gumanê. Lê belê rêjeya faîzê ya ji sedî 23, navnîşên benda dirêj, hewcedariyên temînatê yên giran ên wekî tapûyên milk û şert û mercên temînatê yên dijwar gihîştina van krediyan kiriye astengiyek cidî. Wekî din, gihîştina vê krediyê ji bo jinên tenê sînordartir e. Kredî tenê ji jinên ku mezinên malê ne, temenê wan gihîştiye 35 salî û dikarin bi fermî statuya xwe weke mezinên malê belge bikin, tê dayîn.

Di bazareke ku her sal beşek girîng ji dahat û teserufên kirêgiran dixwe de ev pirsek derdikeve holê: Jin û malbatên ku êdî nikarin kiriyên bi lez zêde dibin bidin, heta kengê dikarin têkoşîna xwe ya ji bo dîtina cihek jiyanê bidomînin? Her çendî rayedarên hikûmetê îdia dikin ku rewş di bin kontrolê de ye jî ew ê heta kengê bêkar bimînin û temaşeyî zêdebûna jiyana li taxên xizan, stargehên konan û razana li ser banan û giraniya krîza xaniyan li ser jinan li Îranê bikin?