“Jin jiyan e, jin xweşbextî ye”

Sûyebe Kerîm kuştina jinan weke diyardeyek bi nav kir û diyar kir ku bi kuştina jinek re malek wêran dibe, gel û civakek tarî dibe û xwezaya xwe ya xweşik ji dest dide, ji ber ku jin bingeha hemû ciwaniyan in xak û welat diparêzin û heta niha jî welatparê

AVAN SİLVANA/MEDYA HAVAR

Pêncewîn- Jina xwedî hêz ku dikare civakekê bi awayek herî baş bi rê ve bibe, her dem di nava civakê de rastî zor û zehmetiyan tê, heta digihîje astek wisa ku jin dibin qûrbanî û tên kuştin. Bi taybetî di van demên dawî de gelek jin ji aliyê mêrên ku bi wan re zewicandîne ve hatine kuştin. Endama komeleya Şarewaniya Pêncewîn Sûyebe Kerîm Ehmed der barê cihê jinan ê di nava civakê de, pirsgirêk û astengiyên ku jin rastî wan tên, ji ajansa me re axivî û da zanîn ku ew kuştin û ne dadperwerî û zilma ku li hemberî jinan tê kirin ji ber nebûna plana hikumetê û kesên desthilatdar jiyana xelkê gelek zehmet kiriye.

“Jin û jiyan yek in”

Sûyebe Kerîm der barê mezinahiya jinan de wiha got: “Jin jiyan e, malbat e û mezin e. Jin hebûnek ku bi sedan bername û pirtûkan nayê pênasekirin e. Lê belê mixabin heta astekê, civaka Kurd di nava malbatê de ber bi bêplaniyê ve diçe. Perwerde, hikumet û desthilatdar û destpêkê dem û dezgehên sedema zêdebûna tundîtûjî û kuştina jinan in. Şêwaza xelet a bikaranîna teknolojiyê sedemek din a zêdebûna tindîtûjiyê ye. Ji ber hemû tişt di xwezaya xwe de sûd û ziyanên wê hene. Mînak agir hem pêwîst e hem jî şewitîner e û dawî li jiyanê tîne. Divê hemû ew tiştên di nava jiyana me de bi awayekê em bi kar tînin ji bo malbat û civakê divê sûdên wê zêdetir be ji ziyanên wê.”

“Dayik û bav zarokên xwe di temenê biçûk de didin zewicadin”

Sûyebe Kerîm wiha behsa ziyanên zewaca di temenê biçûk de kir û got: “Ez li dijî zewaca di temenê biçûk de me lê belê dayik û bav keçên xwe di temenê zarok de didin zewicandin. Zewac berpirsyariyek mezin dixwaze, ger keç û kur ne di asta wê berpirsyariyê de bin, nabe werin zewicandin, piştre dibe sedemê pirsgirêkan û herî dawî jî bi kuştina jinan bi dawî dibe. Kuştina jinan diyaredek xirab e di nava civakê de, li hemû cîhanê bi giştî kuştin heye, sedemên wê jî ji ber bê planî, nebûna zagonan e, dema ku kesek tewanek dike divê ceza were dayîn, ne rêz lê were girtin. Ev hemû jinên ku hatine kuştin ji ber heta niha zagon nehatine bicihkirin û rê didin bikujin vegerin nava civakê ye.”

“Jin dikarin bi gotinên xwe cihê xwe di nava civak de çêbikin”

Sûyebe Kerîm da diyarkirin ku ger jin bixwazin dikarin di her warî de bi ser bikevin û tişta ku bixwazin bi dest bixin û wiha got: “Ez dixwazim bibêjim jin bila xwe kêm nebînin, hemû kes di jiyanê de cihek wan heye, ew bi xwe dikarin xwe mezin bikin û bi pêş ve biçin. Di nava civakê de bi gotinan dikarin cihê xwe çêbikin û kar û çalakiyên xwe nîşanî hemû kesan bidin.”

Sûyebe der barê sûdên teknolojiyê ji bo jinan wiha got: “Ger bi başî teknolojî were bi karanîn, dikarin bi rêya torên civakê em xwe bikin rewşenbîr, ji ber pirtuk vîdoyên gelek beş hene, em ji dikarin dest bi tiştên baş baş bikin û li gel kesên gelek baş têkiliyan danîn û jê sûdê bigrîn û her wiha dikarin kar, çalakî û nivîsinan belav bikin û şarazabûna xwe diyar bikin.”

“Bi kuştina jinan civak wêran dibe”

Sûyebe bi bîr xist ku bi kuştina jinan malek wêran dibe, tax û civak tarî dibe, xweza xweşiktiya xwe ji dest dide, ji ber jin bingeha hemû xweşiktiya xak û welat in. Lê belê êrîşek ne mirovan e li ser xweza û jinan heye, xweza û xweşiktiya jinan bi hev ve girêdayî ne. Tirsê wisa li jinan kiriye ku dibin qurbanî, ji ber jin ji tirsa jidestdana mal, zarok û kesûkaran, gotinên civakê bêdeng dibin û wiha bi dawî kir: “Ez li vê derê dibêjim bila jin ji tu tiştî netirsin û her dem rastiyê bijîn, neheqiyê qebûl nekin. Her dem jin xwe ji bo zarokan dikin qurbanî, ez di wê hêviyê de me ku zarok girîngiya mezintiya dayikê bizanin. Daxwaza min ji jinan ew e ku bixwînin, ji ber jinên têgihîştî û zana xwedî hêz in, jin dikarin bi destekê zarokan bi rê ve bibin û bi destê din jî dinyayê biguherînin. Dema ku neheqî li wan tê kirin dengê xwe bilind bikin û bibêjin bisekine. Ji ber ku jin dikarin hemû tiştên dixwazin bi dest bixin û piştgiriya hev bikin. Hêza jinan heye bibin bijîjk, endezyar, mamoste, dayik, parêzer û hwd. Hêza wan heye ku peywirên bilind bigrin. Ger jin di welatek de rêveber bin û berpirsyariyên zêdetir bigrin, ew welat dê pêşketinên wê yên berbiçav hebin û wê wêrankarî tê de kêmtir bibe.”