Jin ji aliyê Talîbanê ve bi zorê tên zewicandin

Li Afganistanê karesata bi zorê zewacandina jinan ji aliyê Talîbanê ve, bû manşeta nûçeyên îro.

BAHARÎN LEHIB

Kabîl –Salek di ser rêveberiya Talîbanê ya li Afganistanê re derbas bû. Di vê salê de jiyan li jinan bû hehrî û her diçe zêdetir dibe. Pratîka herî dawî ya Talîbanê ku bi taybetî li dijî jinan kiryarên xirab pêk tîne, sûcên dijmirovahiyê zêdetir dike, vê carê jî bi zorê zewicandina jin û keçên ciwan ket rojevê.

Em wek ajans der barê mijarê de bi jinên Afganî re axivîn; me ji ber ewlehiya jinan di nûçeyên xwe de navê wan ê rast nenivîsand. Jinên Afganî destnîşan kirin ku ew di vegotina serpêhatiyên xwe de zehmetiyan dikşînin û şahidiyên xwe yên li ser bi zorê zewicandina keçan vegotin.

"Em zarokên keç vedişêrin"

A.R  ya ji bajarê Bamyan ê Afganistanê, destnîşan kir ku bi taybetî jinên xwedî zarokên keç ji Talîbanê ditirsin û xwe neçar hîs dikin. A.R dibêje ku ew bi fikaran dijîn lê ev fikar ne ji bo jiyana wan bi xwe ye, ji bo pêşeroja zarokên wan e. A.R diyar dike ku ji ber dixwazin zarokên xwe biparêzin neçar man li malê veşêrin  û ji ber vê yekê pir xemgîn in û wiha got: “Em dayik ji ber zarokên me yên keç hene ji Talîbanê ditirsin, ne ji tiştekî din. Niha em nikarin keçên xwe ji malê derbixin, ji ber ku malbatên Talîbanî zarokên keç neçarî zewicandinê dikin.”

Zarokên xwe bi berdêla pereyan dan

A.R di berdewamiya axaftina xwe de zehmetiya ku di vegotina hestên xwe de dijî anî ziman û ev dîmenê ku şahid bûye wiha vedibêje:

“Talîban li taxa ku em dijîn du keç bi zorê zewicandin. Ji bo her du keçan ewil wek xwezgînî çûn malbatan nexwest keçên xwe bizewicînin lê vê carê ji bo xwestinê çûn. Malbat dîsa jî razî nebûn. Lê dema cara duyemîn çûn bi melayekî re çûn û keçan bi zorê dizewicandin û ji malbatan re 800 hezar pereyê Afganî dan.”

A.R destnîşan kir ku malbatên keçên bi zorê hatine zewicandin, qet nêzîkî vê zewacê nebûne, nexwestin zarokên xwe bizewicînin lê wan bi xwe jî şahidî kir ku bi gef û zorê vê yekê li malbatan dane kirin û ev yek gelek caran ji hêla malbatên zarokên keç re tê vegotin.

Xwendekara tibê xwest bi zorê bê zewicandin gef lê hat xwarin

M.G ku xwendekara fakulteya tibê ye çîroka hevala xwe ya refê ya ku yek ji rêveberên Talîbanê ye hewl daye bi wê re bi zorê were zewicandin wiha vegot; “Ji bo bizewice hat cem malbata min. Malbata min ev yek qebûl nekir. Gef li me dixwarin û niha ev neçar im dev ji dibistanê berdim." M.G got ku hevala wê ji bo ku bi zorê neyê zewicandin dev ji dibistanê berdaye, navnîşana xwe guherand lê dîsa jî navnîşana wê ya nû ji aliyê Talîbanê ve hatiye dîtin û bi tehdîdkirina malbata xwe neçar maye bizewice. M.G der barê şahidiya xwe ya ku hevala wê ya refê ya ji aliyê endamekî Talîbanê ve bi zorê ji xwendina xwe û jiyana xwe bûye, gef li malbata wê xwariyê û xwestiye ji malbata wê jî ji bo bêdeng bibin pere bide lê malbat ji ber qebûl nekiriye neçar maye bireve Îranê lê tu feydaya reva wan çênebûye û piştî demek kurt ji Îranê bi zorê anîne Afganistanê, vedibêje. M.G dibêje hevala wê niha bi zorê hatiye zewicandin, her roj rastî îşkence û tundiyê tê.

Bi Elaha Delavrzai re zewacên bi zorê hatin rojevê

Îro vîdyo û wêneyên keçeke ciwan ku dibêje navê min Elaha Delavrzaî ye li ser hesabê medyayê hatin belavkirin. Di vîdeoyê de Elaha ev parve kiribû: "Berdevkê Wezareta Karên Hundir a Talîbanê Qarî Seîd Xostî bi min re bi zorê zewicî û her roj rastî lêdanê têm. Piştî weşandina vê vîdyoyê dibe ku ez sax nemînim."

Elaha ji bo ku ji destên Talîbanê ku bi zorê hat zewicandin reviyaye sînorê Afganistan-Pakistanê û dema ku hewl daye ji welat derkeve, dîsa wê birine gel merê Talîbanî. Elaha niha di bin esaretê de jiyana xwe didomîne.