Jin dibin kevirên bingehîn ên lihevhatina civakî

Endamên Rêveberiya Meclîsa Edaletê, komîteyên lihevhatinê û Mala Jinê gotin ku pêwîstî bi kûrkirina hişmendiya lihevhatineke civakî û aktîvkirina komîteyên wê ya li ser bingeha wekheviya zayendî û edaletê heye.

SORGUL ŞÊXO

Til Temir – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêkanîna edaletê gelek rê û rêbaz hene, lê herî zêde di rêya dîwanên edaletê, Mala Jinan û komîteyên lihevhatinê re çêdibin. Li gorî amarên Meclîsa Edaleta Civakî ya Kantona Cizîrê, ji sala destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an heta 2024’an, zêdetirî 205 hezar doz çareser kirine.

Di wextekî ku êdî her kes berê xwe didin Dîwanên Edaletê da ku dozên xwe yê civakî û qanûnî çareser bikin de, xwediyên dozê yên gilî dikin jî ji bo ku doz di zûtirîn demê de were çareserkirin, gelek pere didin parêzeran. Her wiha, ji ber giraniya li ser dîwanên edaletê çareserkirina dozan dereng dimîne û parêzer nikarin di zûtirîn demê de dozan çareser bikin.

Li gorî ku Endamên Rêveberiya Meclîsa Edaletê, Komîteyên Lihevhatinê û Malên Jinan ji ajansa me re diyar kirin, çareseriya herî guncaw lêvegera lihevhatina civakî ye.

Çareserî divê ji komînê destpê bike

Endama Meclîsa Edaleta Civakî Rêjîn Salih di destpêkê de got ku piştî hewldanên çareserkirina dozê li gorî zagona malbatê û rêziknameya hundirîn ya komîteyên lihevhatinê bisernekeve doz ji bo dîwanên edaletê tên veguhestin û wiha dewam kir: “Gelek doz ji bo dîwanên edaletê tên şandin, lê ne li gorî rêziknameya me ya hundirîn e. Di nav de gelek şertên kevneşopiya civakî û êltiyê li dijî jin û civakê bihêztir dike, tên nivîsandin. Lê bi giştî dozên civakê destpêkê di komîteyên lihevahtinê yên her komînekê re derbas dibe. Ger ku li wir çareser nebe, ji bo Komîteya Lihevhatinê ya Meclîsa bajêr tê veguhestin û ger dîsa bê encam be, bo dîwanên edaletê tên veguhestin.”

Aliyên ku bi dozên civakê re mijûl dibin û sedemên çareserkirinê 

Rêjîn Salih da xuyakirin ku bi rêjeyaji sedî  85 dozên civakê li komîteyên lihevhatinê tên çareserkirin û wiha pêl da gotinên xwe: “Ji bo ku barê gel û dîwanên edaletê giran nebe em hewl didin ku dozan li komîteyên lihevhatinê çareser bikin. Ji lewra tiştê ku pêwîstî pê heye, pêwendî û xurtkirina têkiliyan bi komîteyên lihevhatinê re ne. Wekî Meclîsên rûspiyên eşîran, malmezin û malên jinan. Dozek hebe divê ku ev giştî mal û Meclîs bi me re di nav pêwendiyan de bin. Ne ku piştî doz nîvco bibe û bighê rêyeke girtî, were komîteya lihevhatinê. Ji bo ku em bikaribin dozê bi awayekî wekhev, bêyî ku zayendek di bin siya zayendê din de bimîne û mafê wan were xwarin, çareser bikin. Naskirina naveroka lihevhatinê û şertên ku hatine dayîn ji hêla eşîr û rûspiyan ve, rê li ber lihevhatineke rast a bêyî dek û dolaban vedike.”

Dozên jin û civakê vedighêzin dîwana edaletê

Rêjîn Salih got ku tenê du alî dikarin dozan bibin dîwanên edaletê û wiha behsa wan her du aliyan kir: “Dozên jinan yên şerî ji bo Mala Jinan û dozên civakî yên darayî, bazirganî, nakokî û hwd. tên komîteyên lihevhatinê. Mala Jinan û Komîteyên Lihevhatinê yên Meclîsên bajar tenê dikarin dozan ji bo dîwanên edaletê bi fermî veguhêzin.”

Jin dibin bingehê çareserkirina pirsgirêkên civakî

Rêjîn Salih got ku ew bi lihevkirinek civakî hewl didin hişmendiya lihevhatinê ne lihevgilîkirinê bipêş bixin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em berpirsên çareserkirina dozên civakê û pirsgirêkên wê ne. Em bi awayek aştiyane û aqilmendî nêzî pirsgirêkan bibin û çareseriyek guncaw pêşkêş bikin. Ji sedî 85’ê pirsgirêkên civakê em çareser dikin, ji lewra zêdetirî 200 hezar û 5 doz ji destpêka şoreşê heta sala 2024’an hatine çareserkirin.”

‘Rûspî û xoce bi perspektîfeke olî bi dozên civakê re mijûl nabin’

Hevseroka Komîteya Lihevhatinê ya Meclîsa bajarê Til Temirê Elya Oglo jî da zanîn ku gelek dozên malmezin û rûspiyên eşîran çareser dikin bi nêrîneke olî ye û wiha xeteriya wê ya li ser civakê anî ziman: “Pir doz ji hêla rûspî û xoceyan ve tê çareserkirin, ev şaştiyek e. Ji ber heta niha eşîr bi xwîn û kuştinê tolê ji hev radikin. Rê ji çareseriyê re digrin û ji kuştinê re vedikin. Gelek kes bi bikaranîna çekan û çoyan tên kuştin. Çareserî divê bi agahdariya me û ji me destpê bike. Ji ber ku rol û nêrîna komîteya lihevhatinê diyarker e.”

‘Ew bi rijandina xwînê dozên çarenûsî çareser dikin’

Elya Oglo bang li eşîrên herêmê kir û tiştê ku divê bikin wiha bilêv kir: “Nabe pirsgirêkek di navbera du eşîran de çêbibe, yek ji wan çareser bike. Ji ber çareseriya wan bi xwînê ye. Gelek sûc di navbera eşîran de çêdibin. Pêwîst e ku eşîr destwerdana pirsgirêkên hevjînê nekin. Ji ber ku Mala Jinan, Kongra Star, Komîteya Lihevhatinê û dîwanên edaletê hene. Ger eşîr vê bikin wê pir xwîn birje û hevberdan zêde bin.”

Elya Oglo got ku ji bo çareserkirina dozên çarenûsî her kesayetek û saziyek divê ku bizanibe rola wê çi ye û wiha dewam kir: “Pêwîst e ku têkiliyek bihêztir di navbera komîteyên lihevhatinê û rûspî, ofîsên erebeyan, ofîsên eqarî yên malan û hemû kesayetên civakî de, hebe. Ji ber gelek kes bêyî sedem dibin qurbaniya bikaranîna çek û kêran, tên qetilkirin. Pêwîst e rûspiyên eşîran hîn bêtir baldar bin û rê nedin kesên di nav eşîrê de nakokiyan derxin û bighê asta rijandina xwînê. Dozên civakê baş fêm bikin û ne bi xwînê bi lihevhatin, edaletî, ehlaqî û wekheviyê çareser bikin.”

Guhdar dikin û biryar didin

Endama Komîteya Edaletê ya Mala Jinan Meha El-Wecrî jî bal kişand ser dozên jinan yên herî zêde tên Mala Jinan û wiha got: “Em dozên jinan digrin, li her du aliyan guhdar dikin û li gorî encama derdikeve, dozê çareser dikin. Dozên hevberdanê ji dozên herî zêde ne, sedem jî zewaca di temenekî biçûk de ye. Malbat erkê perwerdekirin û hişyarkirina zarokên xwe pêk naynin.”

Piştgiriyê bidin keçên xwe

Meha El-Wecrî xwekuştina jinan spart vê sedemê û got: “Hinek zarokên keç hene malbat zextê li wan dikin da ku bizewicin. Gava ku zexteke derûnî ji hêla hevjîn ve li ser zarokê çêdibe, malbat jî wê pêşwazî neke ev rê li ber xwekuştina jinan vedike. Pêdivî bi piştgiriyê heye.”

Qurnasiya mêran

Meha El-Wecrî qurnasiya mêran wiha bibîr xist û got: “Hevjîn jî wisa nêzî hevjîna xwe ya ku hîn zarok e dibe, jinek din tîne da ku bêjin jin jinê dişkîne. Tenê ji bo ku civakê bixapînin û her tiştê xwe yê xirab li ser jinê bar bikin û wiha her tiştî ji xwe re rewa dikin.”

‘Jiyana hevjîniyê baş bixwînin piştre biryar bidin’

Meha El-Wecrî got ku divê malbat jiyana hevjîniyê beriya ku zarokên xwe bizewicînin nîşanî wan bidin. Meha diyar kir ku perwerdekirina nifşên nû girîng dibîne û bi vê bangê dawî li nirxandinên xwe anî: “Divê malbat hişyar bin, zarokên xwe perwerde bikin û di temenên biçûk de nedin zewicandin. Girîng e jiyana hevjîniyê bi hemû hûrguliyên wê bi zarokên xwe re parve bikin û biryarê ji wan re bihêlin ku çima û kengî dixwazin bizewicin. An jî wê malbata keç û xort bi tawan re rû bi rû bin. Jiyana xwe ya hevjîniyê baş bixwînin û piştre biryarê bidin malbateke wekhev ava bikin.”