Jin di medyayê de nayê qebulkirin tenê weke şikil tê ditin

Armanca Rojnemevan Nûr Hemze ya di qenala Ar Tv de kar dike ewe bi bernameyên xwe yê bi bandor asoya civakê veke û tenê bi şeklî di medyayê de xebitînê napejirîne.

 
 
XOFRAN EL-RADÎ
Bexda - Li her deverên ku mêr lê desthiladare karê rojnamevaniyê ji bo jinan gelek zehmet dibe, her tim jin di warê rojnamevaniyê de rastî zextan tê û serweriya jinan di aliyê rojnamevaniyê de weke desthiladariya xwe digire dest. Rojenemvan Nûr Hemze ya 34 salî li Îraqê di qenala Ar Tv de kar dike pêşkêşvaniyan bername û nûçeyan dike dibêje: “Jinên karê rojnamevaniyê dikin divê li gora armanca xwe civakê perwerde bike.”
“Ez fêr bûm ku jina kêm zanist wê bibe nêçîra tacîz û îstismarê
Nûr Hamza dide diyarkirin ku beriya 7 salan wê dest bi karê rojnamevaniyê kiriye û wiha got: “Heft sal berê ez ketim qada medyayê. Dema min destdirêjiya ku jin di medyayê de rastê tê matmayî dimam. Ez bûm şahidê gelek hewildanên xapandina jinan li hember mijarên bêexlaqî. Di wê derê de ez fêr bûm ku jina kêm zanist wê bibe nêçîra tacîz û îstismarê. Min soz da xwe ku di vê derê de tenê nebim wêneyek.”
“Bi bernamyên tv yê jinan hişyar dikim”
Nûr Hemza da zanîn ku gelek caran bernameyên ku naveroka wan vale tên pêşkêşkirin û wiha dom kir: “Bertîl bûne sedem ku gelek kesayet bernameyên naveroka wan vala pêşkêş bikin, ev yek dihêle ku derfetên kar di vî aliyî de ji bo jinan kêm bibin. Hinek  televîzyon hene jinan li ser esasê çand û quduret û zanabûna wan na hilbijêrin, berovajî wê jinên ku ji navedên Mêkabê derdiçin hildibjêrin, ev yek jî bandorê li ser civakan dike. Ez hêvî dikim ew bernameyên ku ez ji jinê re pêşkêş bikim, têde jinan hişyar bikim û piştgiriya wan bikim.”
Rojnamevan Nûr Hemza di dawiya  axaftina xwe de bang li jinên ku dikevin nava karê ragihandinê dike û dide zanîn ku hewceye bibin xwedî kesayetek bi hêz û bandor li ser pêkanîna aramancên xwe bike.