Jin bi projeyên xwe yên şaredariyê pêşengiyê dikin

Hevseroka Şaredariya Gel a bajarê Dêrikê Bêrîvan Hisên proje û xebatên ku ji bo jinan bi pêş xistine anî ziman û got ku ew bi xebata xwe şerê zîhniyetê dikin û di gelek projeyan de jin gavên pêşvetir davêjin.

ROJ HOZAN

Qamişlo – Li bajarê Dêrikê yê girêdayî Kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeye Şarederiya Gel beşa jinan ji bo jinên Dêrikê gelek projeyên bi sûd bi pêş xistin ku jin bikaribin bi xwe erkên xwe bi cih bînin û rola xwe di civakê de mayinde bikin. Ji projeyên xwaringehê, şitilgeh, perwerdeyên kompîtorê, vekirina pêşdibistanan û gelek projeyên ku xebatê wê gihandine serî niha jin xebata xwe têde dimomînin. Têkildarî Mijarê Hevseroka Şaredariya gel a bajarê Dêrikê Bêrîvan Hisên projeye û xebatên ku jinên li şaredariyan bi pêş xistine ji me re anî ziman.

Bêrîvan Hisên behsa mebesta xwe ji bo pêşxistina projeyên jinan di Şaredariya Gel de kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Şaredariya Gel cihê xizmetên civakî ye ji bo wê her çiqas em xizmetan ji vê civakê re pêşkêş bikin ew erka me ya esasî û bingehîn e. Me xwest di nav van projeyan de taybet jin bixebitin da ku jin hewcedarî tu kesî nebin û bi xwe debara jiyana xwe bikin. Berê em hemû dizanin şaredarî bi dest û mêjiyê mêran dihat meşandin û ji bo jinan tu erk bi pêş nexistibûn. Îro em bi kar û xebata xwe şerê vê zîhniyetê dikin ku em bikaribin jinan ji bin siya zîhniyeta mêran derbixin. Niha em dibînin jî di gelek projeyan de jin gavên pêşvetir ji mêran davêjin û dikarin di her xebatê de kesayet, hebûn û hêza xwe bibîne. Projeyên jinan di şaredariya Dêrikê de nimûneya jiyana bi ked a jinan e.”

Ji xwaringehê heya perwerdeya kompîterê

Bêrîvan Hisên a anî ziman ku weke şaredariya Dêrîkê 4 projeyên wan ên esasî heye, bal kişand ser projeyên ku ji bo jinan bi pêş xistine her wiha beşdarbûna jinan nirxand û wiha domand: “Projeyek jê navenda “Ada” bû ya hînbûna teknîk û kompîtorê. Ev navend jî bêtirî xwe xizmeta ciwanan kir ku di temenekî biçûk de hînkirinên wan çêbibin û bi rengekî rehet tevli xebatan bibin. Mamosteyên wan jî têkiliya wan bi rengekî yekser bi şaredariyê re heye, em rewşa şagirtan dişopînin û ji bo wan pêwîstiyan pêşkêş dikin. Projeya me ya din xwaringeha Çarçêla ye, ev proje ji mêj ve heye û tê de bi taybetî dayik dixebitin. Di vê xwaringehê de xwarinên gelêrî têne çêkirin, ji ber piranî xwaringehên bazarê van xwarinên hazir çêdikin û taybet mêr têde dixebitin. Armanca me ew e ku xwarinên me yên gelêrî di bazarê de jî werin çêkirin û bi destên dayikan be ji ber xwarinên destê dayikan xweş in û paqij in. Di vê projeye de 7 jin dixebitin û wê xwaringehê birêve dibin.”

Projeyên şaredariyê ji bo zarokan

Bêrîvan bal kişand ser projeyên ku ji bo zarokan hatine pêşxistin û wiha pêde çû: “Projeya bexçeyê zarokan bi navê “kulîlkên Rojava” ev proje hem ji bo zarokan pir baş e û ji bo jinan jî bi sûd e, ji ber ku tê de me derfeta kar ji hejmarek jinan re vekiriye. Armanca me ya esasî ji vê projeyê ew e ku dayikên me yên karmend bikaribin rehet karên xwe pêk bînin û cihek hebe li zarokên wan baldar bin heya karê xwe biqedînin. Niha di wê navenda me ya bexçê zarokan de 30 zarok hene ji 4 mehî heya çar salan em pêşwazî dikin. Projeya me ya din pêşdibistan e bi navê “Hêviyên zarokan e” zarokên ji temenê 3 salî heya dema dibistanê têde dimînin. Di vê projeyê de 4 mamoste û 2 rêveberî hene û li ser du danan kar têde tê kirin. Yanî hin dayik hene karên wan heya esrê dewam dike ji bo em vê pirsgirêkê ji bo dayikên karmend yên karê wan dirêj e çareser bikin me ev proje pêşxist. Li aliyê din di danê êvarê de zarokên ku diçin dibistanê jî em pêşwazî dikin û perwerdeyên weke lîstok , danûsitandin, exlaq û çîrok ji wan re têne dayin. Ev proje girîngiya wê ji bo zarok pir heye ji ber zarok di deh salên şer de derbasbûne û hê di nav şer de dijîn, bandor heya astekê li deruniya wan hatiye kirin.  Em difikirin vê projeyên li gundan jî pêşbixin ji ber gund dûrî bajar ne û gelek zarok ji vê yekê bê par dimînin, em niha di amadekariyên wê de ne.”

Projeyên parastina jîngehê

Bêrîvan Hisên qala projeyên xwe yên ji bo parastina jîngehê jî kir û wiha dirêjî da gotina xwe: “Ji bo parastina jîngehê ku em bikaribin der barê de rengê şaristaniyê bidin bajarê xwe, me projeye ji bo çandina şitilgehên daran daniye pêşiya xwe û ev pilan wê bi komînan re were bicih anîn. Li aliyê din hemleyên me yên paqijkirina bajar hene di hefteyê de du caran em bajarê xwe paqij dikin û weke rêveberî û endamên şaredariyê bi xwe dadikevin kolanan û vê erke bêktînin. Ev projeyên me hemû bi tensîq, nêrîn û pêşengtiya jin têne pêkanîn. Mehane em hemû jinên şaredariyê li hev kom dibin û karê xwe parve dikin û erkên nû pêş dixin. Em dixwazin hemû jin xwedî biryar bin di proje û mijarên ku têne pêşxistin de bi vê yekê me dikaribû heya asteke bilind reng û misyona jin di şaredariya Dêrikê de bidin xuyakirin.”

Plansaziya jinan a 8’ê Adarê

Bêrîvan Hisên pilana xwe ji bo 8’ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan bilêv kir û wiha bi dawî kir: “Berî her tiştî em 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin û bi hêviya gavên hîn serkeftîtir ji bo jinan dixwazin.  Weke hate ragihandin ji bo 8’ê Adarê wê çalakiyên pîrozbahiyê nebin, ji ber mexdûrên erdhejê em sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin. Jin di şaredariya Dêrikê de wê pîrozbahiya wê cuda be, em ê bi reng;e çalakiyê pêk bînin ku em serdana dayikên me yên temen mezin û pêşeng bikin û şitlek dar di mala wê de biçînin û diyarî wê bikin. Derveyî wê wê semîner li ser sîstema hevserokatiyê bêne dayin da ku kêmasiyên ku derdikevin em rê li pêşiya wan bigrin. Bi hêviyên ku em erka xwe ya şoreşê bicih bînin ez dibêjin bi rihê “Jin Jiyan azadî” 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz be.”