Jin bi perwerdeya Jineolojî hebûn-xwebûna xwe dinasin

Beşdervanên perwerdeya navenda lêkolîna jin a Jineolojî, destnîşankirin ku ew bi riya perwerdeyê dixwazin zanista jinê binasin û di zanista jinê de kur bibin.

FÎDAN ABDULLAH

Şehba - Navenda lêkolîna jin a Jineolojî ya li kantona Şehba ya Bakûr û Rojhilatî Sûriyê bi beşdarbûna 17 endamên saziyan û yên Kongra Star perwerde da destpêkirin. Perwerdeya ku li ser navê Endama Navenda Lêkolînên Jineolojî û Edîtora kovara Jineolojî Nagihan Akarsel a di 4’ê Cotmehê de li Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê hat qetilkirin, di 30’ê Çileyê de destpê kir, dê heyanî  5’ê Sibatê bidome.

Jinên ku beşdarî dewreya perwerdê ya Jineolojî bûn anîn ziman ku ew bi riya perwerdeya Jineolojî zanista jinê dinasin û di hebûn-xwebûna de kûr dibin.

Dixwazin zanista jinê bêtir jiyanî bikin

Endama navenda lêkolînê ya Jineolojî ya Efrîn-Şehba ye Arîn Elî diyar kir ku armanca perwerdeyê fêrbûna zanista jinê ya Jineolojî ye û wiha got: “Armanca perwerdeyê ew e ku jin xwe û armancên xwe nasbike û rola jinê di jiyanê de û hemû çalakiyên girêdayî jinê de hebe. Di nava saziyan û encûmenan de pêşkevin û bibin pêşengên qadên ku tê de kar dikin.” Arîn Elî anî ziman ku ew di perwerdeyê de li ser mijarên etîk, estetîk û exlaqê yên mijarên sereke yê Jineolojî ye nîqaş dikin û da zanîn ku bi riya van nîqaşan hewl didin hemu aliyan ve zanista jinê jiyanî bikin.  

Şikandina mêyzekirina paşverû ya li dijî jinan

Endama Komîteya Perwerdê ya Kongra Star a navçeya Fafînê Sewsen Xelîl jî got ku ew ji bo bêtir zanista jinê ya Jineolojî nas bike beşdarî perwerdeyê bûye û got ku jin bi riya perwerdeyê dikarin xwe û civakê bipêş bixin. Sewsen Elî li ser çawanî û rêbazên perwerdeyê wiha got: “Di perwerdeyê de me dîroka jinê û hebûna wê ya salan naskir, divê jin ji koletî û zordariya bi destê mêrê desthilatdar û civaka kapîtalîst li ser ferzkirî xilas bibe.”

Sewsen Xelîl amaje bi vê yekê kir ku di hemu qadên jiyanê de şikandina mêyzekirina paşverû ya li dijî jinê girîng e, weke riya vê ya sereke jî perwerde destnîşan kir û wiha dom kir: “Jin di civaka xwezayî de pîroz bû û jêdera hêzê bû, kar û barên malê û giştî civakê birêvedibir. Wê demê aştî, demokrasî û wekhevî bingeha jiyana mirov, lawir û tevahî xwezayê bû. Divê jin perwerde bibe û fikrê xwe û rêbazê danûstandinên xwe bi şert û mercên heyî re bi riya perwerdeyan û nasîna zanista jinê û jiyanê, biguhêrîne ji bo bikaribe jin û mêrên dîtir perwerde bike bi hev re bigihêjin civakek demokrat û azad.”

‘Nasîna Jineolojî nasîna hemu qadên jiyanê ye’

Endama Komîteya Perwerdê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk Nisrîn Mihemed ya ku ew jî beşdarî dewreya perwerdê ya Jineolojî bûye destnîşan kir ku beşdarbûna perwerdeya Jineolojiyê di warê naskirina dîroka jinê de gelek girîng e û wiha got: “Naskirina zanista Jinelojiya tê wateya nasîna hemû qadên jiyanê yê siyasî, xwezayî, civak, jiyan û tendrûstî , hwd ji qadên cuda yê di zanista jinê de heyî.”