Ji Wezîra Karûbarên Jinan a Filistînê ji bo jinên cîhanê peyam

Bi munasebeta Roja Jinên Cîhanê, Wezîra Karûbarên Jinan a Filistînê Dr. Emel Hemed, bang li jinên li seranserê cîhanê kir ku li kêleka Filistîniyan bisekinin, piştgirî bidin û bikaribin wan bigihînin meqamên biryarê.

REFÎF ASLÎM
Xeza - Wezîra Karûbarên Jinên Filistînî Dr. Emel Hemed, bi riya ajansa me, ji jinan re, bi munasebeta Roja Jinên Cîhanê, li hemî jinan pîroz kir û spasiya her jina ku li gel rastiyê ye kir. Her wiha girtiyên Filistînê yên ku di zindanên Israîlê têdikoşin jî silav kir.
Ji bo mercên girtiyên jin ên li zindanan baş bikin dixebitin
Emel Hemed bang li jinên li seranserê cîhanê kir ku gelek kampanyayan pêk bînin ji bo piştgiriya girtiyên jin û diyar kir ku ew jî di riya daxwazên ji bo başkirina mercên wan, di zindanên Israîlê de dixebitin. Her wiha afirandina mercan ji bo hilbijartinên Filistînî da ku bihêlin jin li Qudusê mafên xwe di hilbijartinan de bi kar bînin.
Emel Hemed destnîşan kir ku Wezareta Karûbarên Jinan gelek lêkolînên din li ser rewşa jinên Filistînê bi hevkariya gelek saziyên jinan pêk aniye, ji bo peydakirina jîngeheke ku mebesta wê bicihkirina jinan di meqamên biryarê de be. Emel bal kişand ku rêjeya temsîliyeta wan di sendîkayên herêmî de gihîştiye ji sedî sih her wiha wezaret hewl dide ji bo wekheviya zayendî jîngehek piştgiriyê ava bike. Her wiha hewl dide ku xwendekarên Filistînê hêzdar bike û temsîliyeta wan di meclisên xwendekaran de zêde bike da ku wan li navendên biryargirtinê bi cih bike û got ku wezaretê vê dawiyê klînîkek hiqûqî ya gerok ava kiriye da ku pêşniyaran ji bo jinên ku nikarin xwe bigihînin navendên pispor bike. Her wiha ji bo hişyariya ji mafên wan re û hewldana di danûstandina bi rewşên şîdetê re ku di dema nexweşiya Korona de zêde bûne re.
Dê çend konferans werin lidarxistin
Der barê çalakiyên ku Wezareta Karûbarên Jinên Filistînê ji bo pîrozkirina Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê amade kirine jî Emel Hemed eşkere kir ku gelek çalakî hene dê werin organîzekirin û wê çend rojan berdewam bikin. Di nav de konferansa ku wezaretê duh di seat yanzdehê sibehê de li dar xist jî heye. Ev konferans li ser nîqaşkirina rewşa jinan bû her wiha dê konferansek din di yanzdehê meha Adarê de bi hevkariya Wezareta Karûbarên Jinan û Wezaretên Geşepêdana Civakî û Dadperwerî di bin navê "Jinên di navbera Şarai û Qanûnan de” were lidarxistin.”
Bi kampanyayan dê balê bikşînin ser rewşa jinan
Emel Hemed berdewamî da axaftina xwe û got ku ew bi hevkariya Komîseriya Nilind a Mafên Mirovan, bi malperên civakî re dê gelek kampanyayan li dar bixin bi mebesta hînkirina mafên wan her wiha dê gelek konferansan der barê pandemiya koronayê û hilbijartan de li dar bixe. Emel Hemed destnîşan kir ku dê li Zîvala Xezayê pêşangehek neynikê di bin banê Wezareta Karûbarên Jinan de dest pê bike ku ew jî çend jinên ciwan armanc dike ku hilberînên xwe yên cihêreng di çarçoveya hêzbûna jinan di warê aborî de pêşkêş bikin.
Der barê çalakiyên li welatên Ereb û yên cîhanê de jî Emel Hemed diyar kir ku dê di 8 ê Adarê de, çalakiyek bi hevkariya di navbera Wezareta Karûbarên Jinên Filistînî û Belçîkayê de were lidarxistin. Her wiha dê di 15’ê Adarê de beşdarbûna civîna Neteweyên Yekbûyî pêk were ku tê de behsa jinên Filistînê were kirin. Di 25’ê meha Adarê de kongreyek li Urdunê der barê bihêzbûna jinan a di dema nexweşiya koronayê de were lidarxistin.