Ji taxên Hesekê banga jinên Kurd û Ereb a hevjiyana bi ewle

Jinên ji taxên Hesekê bertek nîşanî sorkirin û nakokiyan dan û diyar kirin ku tu hêz nikare têkiliyên dîrokî yên di navbera Kurd, Ereb û Suryanan de xirab bike.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Li Hesekê hin bûyer û fitneyên li dijî hevjiyana gelan, bûn sedema fikaran. Li hember van hewldanan, jinên Ereb banga ji bo yekîtiya gelan û parastina têkiliyên civakî kirin. Wan diyar kir ku Kurd, Ereb û Suryan hemwelatiyên welatekî ne û divê tu kes destûr nede ku gotinên provakatîf di navbera wan de nakokî û dijminatiyê ava bikin.

‘Em hemû yek in û divê bi hev re bijîn’

Nadiya Xelef ku ji taxa Xiwêran a bajarê Hesekê ye, diyar kir ku ew li dijî fitneyê ye û got ku armanca sereke, divê başkirina rewşa jiyanê ya gel be. Nadiya helwesta xwe ya li hember van hewldanan, wiha anî ziman: “Em li dijî fitneyê ne. Kurd û Ereb xwişk û birayên hevin û em hemû li vî welatî dijîn. Kesên ku tên taxên me, ger bi dilê paqij bên, em wan bi xêr pêşwazî dikin. Em dixwazin aramî û ewlehî hebe, ne ku fitne û nakokî di navbera me de çêbibin.”

Wê her wiha bal kişand ser zehmetiyên aborî û rewşa jiyanê ya gel û got ku bihabûna kelûpelan û sotemeniyê bandorê li ser jiyana malbatan dike. Wê destnîşan kir ku gel nikare bi hêsanî pêdiviyên xwe yên rojane peyda bike û zarok jî ji ber şertên dijwar bandor dibin.

‘Em dixwazin di ewlehî û aştiyê de bijîn’

Emşa Ebid ku ji taxa Neşwa ye, dayîka wê Kurd û bavê wê Ereb e, diyar kir ku têkiliyên malbatî û civakî yên di navbera gelan de ji her cure sorkirin û fitneyê mezintir in û got: “Em bi hev re dijîn û her roj bi hev re ne. Dayîka min Kurd e û bavê min Ereb e; gelo pirsgirêk li ku ye? Ev fitne ji bo çi ne? Divê gel ji vê rewşê bêtir haydar be, ji ber ku em şert û mercên hev dizanin û êş û azarên hev parve dikin.”

Wê diyar kir ku kuştin û sorkirin bandorê li ser hemû pêkhateyan dike û destnîşan kir ku divê tu kes ji ber nasnameya xwe neyê hedefgirtin. Wê her wiha bibîr xist ku di dema şer û parastina herêmê de, endamên pêkhateyên cuda bi hevre li ber xwe dane û ji bo parastina axa xwe nemir bûne.

‘Dayîka min Kurd e, bavê min Ereb e’

Reca Ehmed jî li ser girîngiya parastina hevjiyana gelan û pêwîstiya hişyarbûna li hemberî hev rawestiya . Reca destnîşan kir ku nakokî û kîn di navbera pêkhateyan de pirsgirêkê çareser nake, berovajî vê, rewşa civakî û aborî xirabtir dike. Reca bal kişand ser girîngiya yekîtiya di navbera pêkhateyan de û wiha berdewam kir: “Em bi salan e bi hev re dijîn. Em li dibistanê hevalên hev bûn û heta niha jî têkiliyên me hene. Divê em ji gotinên kesên ku dixwazin di navbera me de fitnê derxin, bi bandor nebin. Ger ku em hişyar nebin û bi her gotinekê re bandor bibin, wê ev rewş zirarê bide welatê me.”

Wê bang li gel kir ku li hemberî gotinên ku dijminatî û cudahiyê derdixin hişyar bin, têkiliyên xwe yên civakî biparêzin û ji bo avakirina jiyaneke bi aramî û ewlehiyê bixebitin. Reca di dawiya axaftina xwe de  got “Hêvîdar im ku Sûriye bibe welatek ku hemû pêkhate tê de bi maf û azadiya xwe, bê tirs û bê cudakirin, bijîn.”