Ji jinên Xezayê projeya li dijî tundiyê

Projeya “Pêşvebirina jîngeheke bi ewle ji bo gihîştina edaleta hiqûqî" li Xezayê ji bo parastina jinan a ji şîdetê hêviyek mezin diafirîne.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Projeya “Pêşvebirina jîngeheke ewle ji bo gihîştina edaleta hiqûqî” li Xezayê ket meriyetê. Rêvebera Navenda Bernameyên Jinan li Herêmên Navendî Samah Ebû Ghayyad der barê projeyê de got, “Proje ji bo pêkanîna edaleta qanûnî li hemû navendên bernameyên jinan ên li Xezayê pêk hat. Proje dê xizmetguzariyên pir-sektorî pêşkêşî zêdetirî 70 jin û keçan bike li ser bingeha peymana şeş mehan. Armanca sereke ya projeyê ew e ku ji bo jin û keçan dadmendî bê peydakirin, bêedaletî ji holê bê rakirin, jin û keç bên vegerandin û ji nû ve bên vegerandin. Di heman demê de civakê di derbarê giraniya dozên dijwar ên wekî zewaca zarokan de agahdar dike.”

Kampanyayê 18 hezar dîtinê bidestxist

Samah Ebû Ghayyad jî diyar kir ku kampanyaya “Zarok ne Hevjîn” di meha Çileyê de hatiye destpêkirin, der barê kampanyayê de ev agahî da: “Em dixwazin zarokên keç bibin xwedî mafê xwe yê perwerdeyê û em civakê di vê mijarê de perwerde dikin. Kampanya li ser medyaya dijîtal hat destpêkirin û gihîşt 18 hezar temaşeyî. Keç ji mafê xwe yê xwendinê bêpar mane, nikarin çarenûsa xwe diyar bikin û di temenekî biçûk de tên zewicandin. Der barê mijarên wiha de nikarin hevdîtinan pêk bînin. Em dixebitin ku vê perspektîfa civakê biguherînin.”

'Bihêzkirina aborî girîng e'

Parêzer Nûr El-Eman Îsmaîl got; "Proje li ser bingeha protokola dozê ye ku hevrêzî û torê di nav karûbarên yekgirtî de pêk tîne da ku jin bigihîjin wan li yek cihî da ku nepeniya xwe biparêzin. Proje gelek karûbaran dihewîne, di nav de karûbarên bihêzkirina aborî û perwerdeya pîşeyî û her wiha tîmek pispor di karûbarên derûnî, civakî û şêwirdariya dadrêsî de." Nûr El-Eman Îsmaîl destnîşan kir ku xizmeta xurtkirina aboriyê xizmeta herî zêde pêdiviya jinan e û bal kişand ser girîngiya ku jin bikaribin projeya xwe vekin.

'Şêwirmendiya hiqûqî hat dayîn'

Nûr El-Eman Îsmaîl jî mekanîzmaya pêşkêşkirina xizmetê ji jinan re nirxand û got: “Di destpêkê de şêwirmendiya zagonî ji aliyê kadroyên hiqûqî û nûnerên hiqûqî ve li ser esasê projeyê tên dayîn. Bi gelemperî piştî guhdarîkirina êşa mexdûr, ji bo derbaskirina vê pirsgirêkê çareseriyek tê çêkirin. Temînkirin û parastina ewlehiya jinan mijareke girîng e.”

Di temenekî biçûk de hat zewicandin

Reda Aed a 30 salî diyar kir ku di 15 saliya xwe de hatiye zewicandin û ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe yê rast eşkere bike wiha got: “Min di zarokatiya xwe de sê zarok anîn dinyayê û rastî her cure şîdetê hat. Lê belê ji ber ku tundûtûjî bê tehemul bû, min biryar da ku ez bêdengiya xwe bişkînim. Bêyî ku haya min jê hebe mafên min ji destê min hatin girtin. Ji ber vê yekê min serî li hiqûq û darazê da, min telaq xwest. Min dev ji maf û debara xwe berda."