Ji Cerablûsa dagirkirî ber bi Kobanê lîstikvaneke ciwan

Jina ciwan Mûna El-Cadir ku bi eslê xwe ji bajarê Cerbalûsê ye, hewl dide bi şano û lîstikvaniya xwe bibe deng û rengê şoreşa jinan.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Aloziya Sûriyeyê ku ji 2011’an de bi hemû rengên xwe berdewam dike, xeyal û pêşeroja gelek nifşan bi xwe re tarî kir. Zarokên ku beriya aloziyê bi dehan xewn û armancên xwe dihûnandin, bi şer û pevçûnan mezin bûn û neçarî guhertina planên xwe man.

Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku li hemberî aloziya li Sûriyeyê weke çareseriyeke alternatîf xwe da der, bala bi hezaran malbatên ji pêkhateyên cuda yên Sûriyeyê kişand ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn. Jina ciwan Mûna El-Cadir a 19 salî, li gel malbata xwe di encama êrîş û dagirkeriya Ceralbûs ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve, di 2014’an de koçberî Kobanê dibe. Xeyalên wê jiyana bi ewle û aram bû, li Kobanê armanca xwe nas kir û bi kedeke mezin bû lîstikvaneke ku bi sedan şopîner û hezkiriyên wê çêbûn.

Mûna El-Cadir ku niha gelek xebatan bi hev re dimeşîne, ji ajansa me re behsa serpêhatiya jiyana xwe kir.

Koçberî li pêşiya xeyalên wê bû asteng

Mûna El-Cadir a 19 salî wiha behsa xwe dike: “Em di sala 2014’an de hatin Kobanê, ez wê demê 7 salî bûm. Wê demê me kes ango çanda Kobanê nas nedikir, ji ber vê jiyana min bi xwendinê re sînordar ma. Di sala 2014’an de DAIŞ’ê êrîşê Kobanê kir û em cara duyemîn neçar man koçber bibin û derbasî Bakurê Kurdistanê bûn. Ji ber vê me gelek astengî dîtin, di salekê de em 2 caran koçber bûn. Piştî rizgarkirina Kobanê, em jî vegeriyan û êdî me rewşa xwe komî ser hev kir û li Kobanê bi cih bûn. Min heta refa 9’an xwend, piştre di 2021’an de min serdana navenda Çand û Hunera Baqî Xido kir û min çend kes nas kirin. Hezkirina min ji şanogeriyê re hebû lê min tiştek nizanibû. Piştî re min perwerde dît, xwe bi pêş xist û bi parvekirina dîmenan re hatim naskirin û şopînerên min jî çêbûn. Di destpêkê de gelek bertekên neyînî hebûn lê pişt re ev yek derbas bû û hezkiriyên min çêbûn.”

Ast û armanca xwe li Kobanê nas kir

Mûna El-Cadir wiha behsa lîstikvaniya xwe kir: “Dema ez li Cerablûsê bûm, biçûk bûm lê di zanebûna hemû mijaran de bûm. Ji ber vê xeyalên min ên zaroktiyê rawestîna şer û jiyana bi aramî bû. Bi hatina min a Kobanê re, gelek armancên min çêbûn ku yek ji wan ew bû ez bikaribim bi zimanê niştecihên herêmê biaxivim û fêr bibim. Ji ber vê min bi şev û roj xwe fêrî zaravayê kurmancî kir ku ez niha baş dizanim. Bûyerên ku min jiyan kir bandoreke mezin li ser min kirin lewre weke xeyal min di mêjiyê xwe de xêz kir ku divê ez bibim parêzer. Rojek ji rojan xwişka min a biçûk ji min re got ka em bibim şanoger ango lîstikvan da ku her kes me nas bike. Min destpêkê mijar nepejirand ji ber ku li herêma me, derfet tunebûn lê bi serdana navenda Çand û Hunerê re, hizrên min hatin guhertin û min biryar girt ez bibim lîstikvan. Li gel berhemên xwe yên kesayetî, ez amedekariyên beşdarbûna mihrîcana Mîtan a Şanoyê dikim her wiha ez cihê xwe di belgefîlm û rêzefîlmeke Erebî de ku dê li bajarê Minbicê werin kişandin digrim.”

Bû yekemîn lîstikvana jin li ser medyaya dîjîtal a Kobanê

Mûna têkoşîna ku ji bo bibe lîstikvan daye wiha anî ziman: “Me heta niha tu xebatên profesyonel ango di çarçoveya sînemageriyê de nekiriye, tenê em hinek şanoyên li ser pirsgirêk û nakokiyên di nava civakê de çêdikin û li ser qenala xwe ya Youtube belav dikin. Bêguman ez bi van xebatan re sînordar namînim, hewldanên min hene ku ez xwe di beşa sînemayê de bi pêş bixim û berheman biafirînim. Weke jineke ciwan di medyaya dîjîtal de tecrûbeyeke nû ye li Kobanê heta niha kesên weke min tune ne. Ji ber vê min gelek astengî dîtin ku di çanda Kobanê de ev mijar nayê pejirandin lê min li hemberî  hemû astengiyan şer kir û gihîştim vê astê.”

Şoreşa jinan yek ji armancên wê yên belgefîlman e

Lîsiktvan Mûna El-Cadir da zanîn ku ji armancên wê çêkirina belgefîlmek li ser şoreşa jinan e û got: “Armancên min gelek in ji bo pêşerojê, bi taybetî ez dixwazim belgefîlmek ji nivîsandin û derhêneriya min be çêkim. Her wiha ez di pêşerojê de di nava berhemên xwe de bi taybetî balê bikşînim ser şoreş û têkoşîna jinan. Çawa ku hemû jin di nava vê şoreşê de xwedî têkoşîneke cuda ne, ez ê jî bi riya huner û şanogeriyê rola xwe bilîzim da ku bikaribim hişmendiya paşverû ya li ser jinan bişkînim. Min bi gelek dîmenên xwe de bal kişandiye ser rastiya ku jin di nava malbat û civakê de dijîn. Ji bo jinan cihekî cuda nehatiye veqetandin, berovajî jin di malê de bi zordarî, bê nirx û lawaz tên girtin. Ez jî dixwazim bi lîstikvaniya xwe diyar bikim ku jin xwedî hebûn, vîn, hest û hizr in, jin dikarin hemû xebatan bimeşînin û weke ferdeke çalak di nava civakê de cih bigrin.”