"Ji bo pêşîgirtina êrîşan divê em Hêzên Parastina Cewherî esas bigrin"

Şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ'ê) li gundewarê Rojhilatê Dêrazorê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Avesta Zagros bal kişand ser girîngiya parastina cewherî û destnîşan kir ku ev yek bingehek ji bo piştgiriya hêzên leşkerî ye û diyar kir ku parastina cewherî di serkeftinên ku hêzên leşkerî li herêmê bi dest xistine, xwedî nirxeke mezin e.

ZEYNEB XELÎF
Dêrazor- Hêzên Parastina Cewherî di sala 2015'an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hemû pêkhateyên civakê û ji hemû temenî hatiye avakirin, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina herêmên xwe bi îradeya xwe tevli nava Hêzên Parastina Cewherî bûn û xwe bi rêxistin kirin.
"Gelê herêma Dêrazorê bi hemû hêza xwe piştgiriya YPJ'ê dike"
Şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ'ê) li gundewarê Rojhilatê Dêrazorê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Avesta Zagros diyar kir ku piştgiriya gelê herêmê ji hêzên leşkerî li Dêrazorê re roleke pir girîng di peydakirina aramiyê de lîst û wiha bal kişand ser rola Hêzên Parastina Cewherî: "Hêzên Parastina Cewherî ne tenê ji bo ku çek rakin, pir caran agahiyan der barê şaneyên ku hewl didin tevliheviya li herêmê çêbikin û şerê taybet didin meşandin, bi me re parve dikin. Gelê herêma Dêzarorê bi hemû hêza xwe piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin dikin û roleke wan pir mezin di parastina herêmê ji êrîşên ji derve û tevliheviyên di hundurê herêmê de."
Der barê rola jinan di Hêzên Parastina Cewherî de Avesta Zagros diyar kir ku jinan li hemberî komployên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîneke mezin pêşkêş kirin, serkeftinên ku me li hemberî êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên pêkanîn bi dest dixin, gelek alîkarî û destekdayîna me kirin û wiha domand: "Jinên ku cihê xwe di Hêzên Parastina Cewherî de girtine piştgiriya bendên kontrolê dikin û di dema êrîşa li ser girtîgeha Hesekê, wan agahî der barê cihê ku şaneyan xwe tê de bi cih kiribûn bi hêzên ewlekariyê re parve bikin."
"Parastin rewa ji bo her jinekê girînge"
Avista Zagros diyar kir ku xebatên ji bo danasîna girîngiya Parastina Cewherî bi awayekî berfireh didome û wiha got: "gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo ku rola xwe ya parastina herê baş bizanibin tevlî korsên perwerdeha zanistî, hişyarî û leşkerî dibin. Em hewil didin jinan di warê parastinê de perwerde bikin, ji ber ku parastin ji bo herkesî pêwîste bi taybet ji bo jinên ku di malê û civakê de rastî tundî tên."
"Jin dê bi Parastina Cewherî şoreşa xwe biparêzin"
Avesta Zagros destnîşan kir ku jinên Dêrazorê ji bo parastina herêma xwe pir bi daxwazin û wiha got: "Jinên herêmê di warê Parastina Cewherî de bi zanist bûne û ji bo piştgirîkirina hêzên xwe yên leşkerî jinan amadebûna xwe ji bo bersivdayîna her êrîşeke li ser herêmê çi ji derve de be çi ji hundir de be ragihandin, ev yek motîveke mezin dide jinên Dêrezorê û hêzeke mezin dide wan ku civakê perwerde bikin." Avesta Zagros destnîşan kir ku girêdana jinan a bi parastina xwe û xwe nespêre hêzên din yek ji girîngtirîn taybetiyên şoreşa jinan e.
"Avakirin Hêza Parastina Cewherî pêngaveke mezin e"
Avesta Zagros di dawiya axaftinên xwe de bal kişand ku avakirina Hêzên Parastina Cewherî pêngaveke mezin e û wiha bi dawî kir: "Em dikarin herêmên xwe bi destên xwe biparêzin. Me encamên erênî bi dest xistine. Di roja me ya îro de pêwîstî bi Parastina Cewherî heye ji ber ku ew riya herî baş e ku jin parastina civaka xwe bikin."