Ji bo parastin û aramiya gel her dem şiyar in

Li Zirganê ku rojane rastî êriş û bombebarana dewleta Tirk de Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo parastina gel û avakirina aramiyê kar dike.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Her hêzek li ser vê axê xwedî erk û berpirsyariyên cur be cur in lê belê temê armancek wan heye, ji bo wê têkoşîneke piralî didin meşandin. Li sernaserê xeta agir û di xetên eniyan de Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD'ê belav dibin, li hundirê navçeyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û ya Jinê cih digrin, li taxan jî Hêzên Parastina Civakî û HPC-JIN hene. Li dijî êrîşan bi her awayî berxwedan dibe, ji zarokan heya ciwan, jin, mêr û kesên temenê wan mezin hene. Li navçeya Zirganê ya Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinê li ser bendên kontrolê bi erkên xwe radibin. Endamên jin ên ku li ser bendên kontrolê yên derbasbûn û derketina ji navçeyê cih digrin, ji ajansa me re axivîn û behsa xebatên xwe kirin.

‘Parastina me rê li ber alozî, pirsgirêk û tevgera şaneyan digre’

Gulistan Mihemed Ferhan a yek ji endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn e got ku erka wan parastina gel û nirxên civakê ye û wiha domand: "Îro ji bo parastina gelê xwe û sivîlan em kontrolê dikin. Bi rastî ger em nesekinin û parastinê nekin û dest nedin hev wê pir alozî derkevin, pirsgirêk çêbibin û şaneyên terorîstî derbasî navçeya me bibin û sîstema me ya parastinê û ewlehiyê xira bikin. Di heman wextê de jî wê gelek teqîn jî rû bidin, sivîl û jin û zarok bibin qurbanî. Li gorî pêdivî û pêwîstiyên heyî em bi erkên xwe ve radibin. Em her dem amade ne, li ser bendê wesayîdên sivîlan û nasnameyên wan kontrol dikin."

‘Yekitiya me misogeriya serkeftinê ye’

Yek ji endama din a Hêzên Ewlekariya Hundirîn Gulistan Mihemed Ferhan da payîn ku civak bi germahiyeke mezin kontrolkirina wesayîdan pêşwazî dike û wiha pêl da gotinên xwe: "Gelê me pir kêfxweş dibin dema ku me dibînin em bi erka xwe radibin. Ji ber rewşa herêmê ne wekî berê ye, niha em di xeta agir de ne û her tişt li ber çavan e ku bibin, heya ku ji me tê em hewl didin pêşî li aloziyan bigrin û aramiya gelê xwe mîsoger bikin. Li gor xeteriya ku herêm tê re derbas dibe lê belê berxwedana gelê me li ber çavan e. Deriyê navenda me ji her kesê re vekirî ye. Yekitiya me misogeriya serkeftinê ye."

‘Bar û erkên min ne tenê bi parastina navçeyê ve sînordar in’

Henan Xelef El-Salim a 40 salî û dayika 3 zarokan e, niha li navçeya Zirganê li ser bendên kontrolê bi eşqeke bêdawî erkên ku dikevin ser milên wê bi cih tîne û wiha dibêje: "Piştî ku ez li vir erkên xwe bi cih tînim, diçim malê erkên li wir jî pêk tînim û vedigerim navendê. Bar û erkên min pir in, ez hewl didin hemûyan jî bi cih bînim. Sekna her jinekê bi sed mêrî ye. Barê jinan ji yê mêran girantir e. Rêzgirtina me li hember gelê me tu carî bi dawî nabe û gel jî wisa ye. Parastin tiştekî bingehîn e di civakê de. Parastina vê axê ne tenê erka me ye, erka her ferdê/î ye ku li ser vê axê dijî. Em ê bi yekitiya gelê xwe hemû deverên dagirkirî rizgar bikin."