Ji bo başkirina derûniya jinan bername tên amadekirin

Jinên ku ducanî dimînin, di çend pêvajoyên zor û zehmet re derbas dibin. Hem di dema ducanîbûnê de ji ber guherînên li ser bedena xwe, hem piştî welidînê, di warê derûnî de divê piştgiriyê ji derdora xwe bibînin da ku wê pêvajoyê bi tendirust derbas bikin.

 
CAROLÎN BAZZI
Beyrûd- Jineke ducanî yan jî jineke ku nû zarokek wê çêbûye rastî gelek guhertinan tê ku bandorê li tenduristiya wê ya derûnî û bedenî dike û dibe sedem ku bandora van guhertinan di dema ducaniyê de li ser bebika wê hebe. Ji ber vê yekê, jinên ducanî di vê heyamê de hewceyê piştgirî û alîkariya domdar in. Gelo rewşa jinên ducanî li Lubnanê çawa ye? Li welatekî ku gelek krîzên civakî, aborî, siyasî û tenduristiyê lê hene jiyana jinan lê çawa ye? 
Bernameya tenduristiya zayînî û zayendî rêbazek e pêşengiyê ye
Rastiya krîzên ku welat tê re derbas dibe bi giştî bandorê li jinan dike û bi taybetî jî li ser jinên ducanî bandor çêdike. Ji ber vê yekê li gorî Stratejiya Neteweyî ya Tenduristiya Derûnî li Lubnanê, Bernameya Neteweyî ya Tenduristiya Derûnî (NMHP) li Wezareta Tenduristiya Giştî (MOPH) bi hevkariya Sindoqa Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) Li Lubnanê, Bernameya Tenduristiya Dayikê, Rêbernameyên Tenduristiya Derûnî bi pêş xist.
Hikûmeta Kanadayê Sindoqa Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî li Lubnanê fînanse kir ji bo piştgirîkiya cîbicîkirina vê projeyê. Bernameya Neteweyî ya Tenduristiya Derûnî li Wezareta Tenduristiya Giştî, ji bo bicihanîna talîmatan piştgiriya teknîkî pêşkêş kir.
Der barê bernameya tenduristiya zayendî û zayînê de pispora bernameya tenduristiya zayendî û zayînê ya Sindoqa Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî ya Lubnanê Maguy Ghanem ji ajansa me re wiha got: "Bernameya Neteweyî yaTenduristiya Derûnî li Wezareta Tenduristiya Giştî li Lubnanê, bi hevkariya Sindoqa Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî, rêwerzên tenduristiya derûnî ya zikmakî ji bo peydakirên lênihêrîna tenduristiyê ku amûrek rêber û referansek zanistî ye ji bo nasandin, pêşkêşkirin û birêvebirina tenduristiya derûnî li gel jinan di qonaxên berî zayînê û piştî zayînê de destnîşan kirin.” 
"Nîşaneyên ku ji hêla jinan ve di dema ducaniyê û piştî wê de tên dîtin"
Der barê armanca vê rênîşandanê de, dibêje: "Armanca rênîşandanê ew e ku tenduristiya derûnî ya dayikê baştir bike di van rewşên dijwar ên ku di encama qeyranên li dû hev ku niştecihên Lubnanê jiyane de. Ji pandemiya koronayê heta teqîna Beyrûdê û qeyrana aborî ya dijwar ku welat girtiye bin bandora xwe û gelek encamên zextên derûnî û civakî bi xwe re anî. Ji bilî bandora derûnî ya ducaniyê û guhertinên bedenî û derûnî yên di dema ducaniyê de û piştî ducaniyê.”
Maguy Ghanem diyar kir ku qonaxa ducaniyê ji bo jinan bi gelek taybetmendiyan tê diyarkirin û wiha got: "Ducanî ezmûneke bêhempa ye û carna ji bo jinan dibe ku tevlihev bibe. Di du hefteyên pêşîn ên piştî zayînê de, dibe ku jin bêhêvî bin, ji bo jiyana bebika xwe bi fikar bin.”
Her wiha bal kişand ku ev nîşane bi gelemperî piştî du hefteyan winda dibin dema ku jin di nava hawirdorek bi piştgirî de bin lê heke ev nîşane ji du hefteyan zêdetir bibin û berdewam bikin, dibe ku ew bi depresyona piştî zayînê re rû bi rû bimînin. Ji ber vê yekê divê bala xwe bidin hin nîşaneyên bi vî rengî: Xemgîniya kûr û guheztinên giran, girîn, westandina zêde, hêrs û heyecana zêde, nekarîna dilxweşî û hezkirina ji zarok. Dibe ku jin bifikirin ku zirarê bidin xwe yan zaroka xwe. Ji ber vê ev perspektîf jinan hişyar dike ku hay ji van nîşaneyan hebin û ji bo lênihêrîna guncaw serî li bijîşkan bidin.
Kîjan çavkanî ji jinên ducanî re dikarin bibin alîkar ji bo derbaskirina wê pêvajoyê?
Der barê qonaxên beriya jidayikbûnê de Maguy Ghanem vê dide diyarkirin: "Jin di gelek guhertinan re derbas dibin. Bêyî çavkaniyên pêwîst ên civakî, aborî, bijîşkî û hestiyarî, dibe ku jin di guhertinê de zehmetiyê bikşînin. Her çend ezmûn di navbera jinan de cuda ye jî hemû jin ji ber asta stresê ya bilind êşê dikşînin û şiyana birêvebirina vê stresê bi giraniya stresan û çavkaniyên berdest ji bo dermankirina wê ve girêdayî ye. Ev stres dikarin bibin sedema nexweşiyên derûnî di dema ducaniyê yan jî di sala yekem a piştî zayînê de.  
Di berdewamiya axaftina xwe de wiha dibêje: "Depresyon yek ji nexweşiyên herî gelemperî di nav dayikên nû de ye, ji bilî nexweşiyên xeman. Lê ev hemî nexweşî heke rast werin teşhîskirin dê were tên dermankirin.
 Ji ber vê yekê, jinek ducanî yan jinek ku nû zarokê xwe bûye divê bala xwe bide hin nîşaneyên mîna fikarên domdar û bêhêvî. Her wiha divê piştgirî bixwaze û bi pisporên xwe yên taybet be biaxive û jê re bibêje ka ew di çi re derbas dibe da ku alîkariyê bigre.
"Pêngav jin û niştecihên Lubnanî dike hedef û balê dikşîne ser jinên kêmendam"
Der barê pêngavê de, ew dibêje: "Ev pêngav di çarçoveya hewldanên Sindoqa Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî li Lubnanê tê ji bo zêdekirina gihîştina jin û keçan ji karûbarên tenduristiya derûnî bi riya pakêta karûbarên tenduristiyê, nemaze xizmetguzariyên zayendî û zayînê û xizmetguzariyên parastinê yên ku di çarçoveya bernameyên piralî yên ku bi hevkarên xwecihî û navdewletî re tên bicihanîn ku hemû niştecihên li ser axa Lubnanê, nemaze komên marjînal dikin armanc.”