Ji bijîjk Neşmîl Resul banga têkoşîna li dijî êrişa zayendî

Li Başûrê Kurdistanê bi rêjeyek tirsnak destdirêjiya zayendî ya li ser jin û zarokên keç zêde dibe. Derûnnas Neşmîl Resûl der barê vê mijarê de hişyarî da malbatan û destnîşan kir ku bi perwerdeyeke rast dikarin zarok ji êrîşên zayendî bên parastin.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî – Veşartina bûyerên destdirêjiyê ya li ser jinên ciwan û zarokên keç, her wiha nebûna têkoşînekê xurt a li dijî van buyeran bûye sedem ku li Başûrê Kurdistanê bûyerên bi vê rengê zêde bibin.

Bijîjka pispor a nexweşiyên derûnî Neşmîl Resul Hemeemîn behsa destdirêjiya li hemberî zarokên keç û jinên ciwan kir û diyar kir ku destdirêjiya zayendî gelek caran ji aliyê kesên ku malbat baweriya xwe bi wan tînin ve tê kirin.

‘Destdirêjiya li ser zarokên keç û jinên ciwan qeyraneke civakî ye’

Neşmîl Resul da zanîn ku destdirêjiya li ser zarokên keç û jinên ciwan her ku diçe zêde dibe, niha zêdetir tomarkirina giliyên kesan di pêş de ye, ev mijar bûye qeyraneke civakî û wiha got: “Gelek caran destdirêjiya zayendî li gorî tundiyê tê guhertin û ji aliyê malbatê ve bi encam dibe. Yan jî li  derve li kolanê rastî tacîz, gotinên nexweş tê. Gelek kesên nexweşên derûnî hene, hinek ji wan ji ber tiştên ku hatine serê wan derûniya wan xirab bûye. Zarokên keç ji biçûkatiya xwe ve hatine îhmalkirin ji ber wê yekê dema ku rewşeke bi wî rengî diqewime hay jê nabin.”

‘Zarokên keç û jinên ciwan dibin qurbaniyên paşverûtiyên civakî’

Bijîjk Neşmîl Resul destnîşan kir ku ew zarok yan jî ew jinên ciwan bi gotin yan jî fîzîkî rastî destdirêjiyê tên, di hinek refteran de diyar dibe ku rastî destdirêjî, tundî yan jî destdirêjiya berdewam hatine. Vê jî wisa kiriye ku xwe ji hinek têkiliyan paşve bidin û nexweşiya derûnî bi wan re çêdibe, naçin nava civakêi bi wan re tirs çêdibe û wiha domand: “Mixabin gelek caran ew keç û jinên ciwan ji aliyê kesên nêzî malbatê ve, yan jî kesên ku baweriya xwe bi wan anîne ve rastî destdirêjiyê tên û têgihiştina wan der barê wê mijarê de nîn e. Ji derveyî wê jî civak weke tewanbar li wan dinêre û malbat jî wisa nêz dibe ji ber wê rewşa zarokên keç û jinên ciwan xirabtir bibe. Piştgiriya malbatê ji bo kesên rastî destdirêjiyê hatine gelek girîng e. Divê bi awayekî alîkariya wan were kirin û li gel wan bin.”

‘Nexweş bi riya derman û mamosteyên derûnî li çareseriyê digerin’

Bijîjk Neşmil Resul bi bîr xist ku zarokên keç û jinên ciwan ên ji ber destdirêjiyê, nexweşiya derûnî bi wan re çêbûye, li çareseriyan digerin. Bi riya derman di bin çavdêriya pisporên taybet ên nexweşiya derûnî û her wiha mamosteyên derûnî de. Beşek ji wan pêwîstiya wan bi herdu çareseriyan heye û beşek ku çareseriyê dibînin bi awayek serkeftî diçin nava civakê. Ji ber nehişyariyê hinek ji malbatan zarokên xwe naynin ji bo çareseriya derûnî û ger bînin jî gelek dereng tinîn ev jî rewşa wan a derûnî ya nebaş zêdetir û kûrtir dike.”

‘Bi piştgiriya malbatê û perwerdeyek rast mirov dikare pêşî li destdirêjiyê bigre’

Bijîjk Neşmîl Resul di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê di destpêkê de zarokan fêr bikin ku bedena wan a wan e û kes nikare destê xwe bide wan. Zarokên keç fêr bikin û rê nedin ku kesên ji malbatê yan jî derdorê bi awayekî destê xwe bidin wan. Her wiha divê malbat dema ku zarok behsa mijarek dikin bi awayekî baş li wan guhdarî bikin. Ji ber ku bi piştgiriya malbatê û perwerdeya rast  dikare pêşî li destdirêjiya li ser zarokên keç û jinên ciwan were girtin an jî kêmtir bibe.”