‘Ji ber zimanê çapemeniyê rêjeya tundiyê zêde dibe’

Lêkolîner Laila Shams El-Din diyar kir ku ji ber zimanê çapemeniyê yê di nûçeyan de rêjeya tundî û qetilkirina jinan zêde dibe, destnîşan kir ku divê çapemenî zimanekî ku tundiyê zêde dike bi kar neyne û divê hîn zêdetir pirsgirêkan ronî bike.

CAROLÎNE BAZZI

Beyrûd –  Jin dema rastî tundiyê tên an tên qetilkirin an jî rastî êrîşa zayendî tên di çapemeniyê de cih digrin. Halbûkî qadên jiyanê yên jinan pir berfireh in û gelek çîrokên jinan ên serkeftî jî hene. Bi vî yekî re zimanê ku çapemenî bi kar tîne, rêjeya tundî û qetilkirina li dijî jinan zêde dike. Prefesor û lêkolînera antropolojî û çapemeniyê Laila Shams El-Dîn, der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.

‘Çapemenî dikare mijarên ku dixwaze ronî bike hilbijêre'

Laila Shams El-Dîn destnîşan kir ku divê di navbera azadiya çapemenî û azadiya raman û derbirînê de cudahî hebe û wiha got: “Ji ber ku di navbera wan de cudahiyeke mezin heye. Ez difikirim ew pirsgirêkek e. Çapemenî dikare mijarên ku dixwaze ronî bike hilbijêre. Qada pirsgirêkên der barê jinan bi taybetî di derdor û civakên me de pir berfireh e.Çapemenî berê tundî û mijarên din ên wekî zehmetiyên ku jin pê re rû bi rû dimînin, serkeftinên wan û biserxistina zehmetiyan ronî dikir. Pirsgirêkên kesên ku hewcedarê lênerîna taybet in digirt dest.”

'Divê îftira li mexdûran neyê kirin'

Laila Shams El-Dîn diyar kir ku awayê destgirtina çapemeniyê ya mijarên wekî tacîz û tecawizê dibe sedem ku bûyerên bi vî rengî zêde bibin û wiha axivî: “Dema bûyerek bi vî rengî tê jiyîn divê bêyî eşkerekirina nasnameya jin û zarokên keç ên bûyerê dijîn, bûyer were ronîkirin. Divê ji mexdûr re îftira neyê avêtin. Bi riya heqeretê wênekişandina jin û zarokan zirar dide wan û encamên neyînî ava dike.

'Divê azadiya kesên din neyê binpêkirin'

Laila Shams El-Dîn diyar kir ku di çapemeniyê de vegotina tundiya jinan ya ji aliyê hevjînê xwe yan jî malbatê ve dibîne, gelek caran bi mirinê bi encam dibe û wiha got: "Ez wêneyên jinên rastî tundiyê tên dikşînim lê bi şewazê rûyê wan nayê dîtin. Her wiha zarokan jî ji paş ve yan jî ji hêza xeyalên wan dikşînim. Ez dikarim teknîkên guhertina deng bi kar bînim. Dema tê gotin azadiya çapemeniyê ew nayê wateyê ku her tişt were bikaranîn. Divê azadiya kesên din neyê binpêkirin.”

Laila Shams El-Dîn destnîşan kir ku di ekranan de di saetên diyar de yan jî jinek were qetilkirin an jî tundî bibîne, pirsgirêkên jinan tên dîtbarîkirin, anî ziman ku divê çapemenî hemû aliyên der barê rastiya jinan de bigre dest.