Ji ber şerê li Sûdanê bikaranîna madeyên hişbir zêde bûye

Pispora xebatên stratejîk a di warê hişbir û şêwirmendiya malbatê Lubna Elî got ku ji ber girtina nexweşxaneyên derûnî û navendên hişyarkirinê, hejmara kesên madeyên hişbir bi kar tînin zêde bûye.

MÊRVET EBDULQADIR

Sûdan- Şerê li Sûdanê, herî zêde bandoreke neyînî li jinan dike. Gelek jin, rastî tecawiz û îşkenceyê hatin, ji ber vê jî gelek jinan berê xwe dan bikaranîna madeyên hişbir.

S.N. ya ku nexwest navê xwe bide got: "Ji ber zextên li ser min çêbûn, min dest bi madeyên hişbir kir. Ji ber girtina zanîngehan, ez mezûn nebûm vê yekê jî moralê min xirab kir. Min dît ku tişta herî zêde min rehet dike madeyên hişbir in ji bo ji rastiya tê de me birevim. Piştî min biryar girt ez xwe derman bikim şer dest pê kir û navendên hişyarkirinê hatin girtin."

Di meha Hezîranê de gelek madeyên hişbir hatin desteserkirin

Li gorî agahiyên ku ajansa me ji Yekitiya Têkoşîna li Dijî Qaçaxkariyê ya li Eyaleta Derya Sor girtine 424 kîlo madeyên hişbir li yek ji herêmên başûrê bajarê Bortsûdanê di meha Hezîranê de hatine desteserkirin. 297 kîlo madeya ice ya hişbir û 64 kîlo kokaîn, 2 kîlo heşîş, 4 kîlo eroyîn hatin girtin.

Di demeke berê de Wezareta Hundirîn hişyarî der barê belavbûna madeyên hişbir de li Sûdanê da û destnîşan kir ku 43 girav li Deryaya Sor hene bi riya wan madeyên hişbir derbasî Sûdanê dibin.

Li Sûdanê di çend salên derbasbûyî de, hatiye tesbît kirin ku hejmara jinên tiryakê dikşînin, 5 qat ji mêran zêdetir e.

Hejmara jinên ku tiryakê bi kar tînin zêdetir e

Gelek malbat ji tirsa ku navê wan derkeve, dermankirina keçên xwe red dikin bi taybetî jî ji ber tiryakê li dijî nirxên civaka Sûdanê ye û weke şermê tê dîtin.

Hêzên Sûdanê di sala par de hemleyek berfireh li dijî bikaranîna madeyên hişbir dest pê kirin. Li gorî raporên wê demê 13 hezar kesên madeyên hişbir bi kar anîne li navendên têkoşîna li dijî tiryakê hatine dermankirin. Li gorî serjimariyan temenê kesên berê xwe dane van navenda di navbera 14-24 de bûye.

Ji ber şer hemû navendên têkoşîna bi hişbirê re hatin girtin

Bi destpêkirina şerê li Sûdanê yê di Nîsana 2023’an de hemû navendên hişyarkirinê li Xertûmê û hinek eyaletên din ên şer li wan çêbûye hatin girtin. Ev jî bû sedem ku rewşa kesên madeyên hişbir bi kar tînin xirabtir bibe.

‘Li welatên ku şer li wan heye bazirganiya madeyên hişbir û çekan zêde dibe’

Bijîşka pispora hişbirê û şêwirmenda malbatê Lubna Elî got: "Tevî ku serjimariyeke zelal tune ye jî ji ber 11 navendên hişyarkirinê li hejmarek ji eyaletan rêjeya hişbirê di nava koçberan de û bi taybetî jî zarokên keç de gelekî zêde bûye. Piştî şer bi rengekî yekser me dest bi pêşwazîkirina şêwirmendiyên derûnî kiriye. Me dît ku ji sedî 90 ji wan der barê bikaranîna madeyên hişbir de bûn. Çi kesên ji ber şer ji dermankirinê bêpar bûne û çi jî kesên nû dest bi van madeyan kirine. Bi taybetî ez behsa zarokên keç dikim. Zêdebûna rêjeya hişbirê nîşan dide ku welatên şer li wan heye, di wan de bazirganiya madeyên hişbir û çekan zêde dibe."

Lubna Elî wiha bi dawî kir: "Me dest bi têkiliya bi kesên madeyên hişbirê bi kar tînin re kir, bi riya înternetê lê ji ber tora têkiliyan qu bû, têkilî jî heta demeke dirêj hatin qutkirin heta ku navenda li bajarê Bortsûdanê li Eyaleta Deryaya Sor vebû."