Ji ber dorpêçê nexweşxane ber bi rawestandinê ve diçin

Hevseroka Desteya Tendirustiyê herêma Efrîn-Şehbayê Eliya Mihemed destnîşan kir ku qada herî zêde para xwe ji rêgiriya hikumeta Şamê digre ya tendirustiyê ye û bi domandina dorpêçê re wê gelek ziyan bigihîje vê qadê jî."

HESNA MIHEMED

Şehba – Ji ber dijwarkirina dorpêça Hikumeta Şamê li ser herêma Şehbayê û derbasnekirina madeya mazotê ji herêmê re, gelek ziyan û xetereyan ava dibin. Li Şehbayê tenê nexweşxaneya Avrîn tê peydakirin û gel xwe li wir tedawî dikin lê ji ber rêgiriya ku hatiye avêtin ser herêmê ev nexweşxneya neçar dimîne ku deriyên xwe ji gel re bigre. Ji % 80 nexweşxaneya Avrînê xizmetê nake ji ber madeya mazotê tune ye. Ev jî gelek astengiyan bi xwe re çêdike bi taybetî di demsala zivistanê de nexweşî zêdetir dibin û pêdivî bi nexweşxaneyê zêde dibe.

Der barê bandora dorpêça hikumeta Şamê li ser qada tendirustiyê li herêma Şehbayê û xeteriyên ku bi xwe re ava dike. Hevseroka Desteya Tendirustiyê ya Efrîn-Şehbayê Eliya Mihemed bi ajansa me re axivî.

'Nexweşxane ji neçariyê deriyê xwe digre'

Eliya Mihemed di destpêka gotinên xwe de bal kişand ser bandora dorpêçê li ser qada tendirustiyê û got: "Ev demek dirêj e ku herêma Şehbayê di nava dorpêçê de dijî. Roj bi roj ev rêgirî jî dijwartir dibe. Salane Hikumeta Şamê di werza zivistanê de dixwaze bi rê û rêbazan berxwedana gel li herêmê astengdar bike û deriyên koçberiyê li pêşiya wan veke. Îsal dorpêça xwe dijwartir kiriye û nahêle pêdiviyên jiyanî mazot jî di nav der derbasî herêmê bibin. Ji ber rêgiriya ku hatiye ferzkirin em naçar man beşek mezin ji nexweşxaneya Avrîn bigrin û gel tenê di beşa ambûlansê de pêşwazî bikin ew jî bi derfetên herî kêm."

'Bi dorpêçê astengiyan ava dikin'

Eliya Mihemed diyar kir ku di demsala zivistanê de nexweşî di nava gel de zêdetir dibin lê mixabin nexweşxane neçar dimînin deriyên xwe bigrin û wiha pê de çû: "Di demsala zivistanê û sermayê de nexweşiyên mirov zêdetir dibin ji ber rewşa hewayê sartir dibe, lê mixabin nexweşxaneya me jî neçar dimîne deriyên xwe bigire û tedewiyê ji milet re pêşkêş neke, ji ber dorpêça ku hatiye ferzkirin. Li kêlek ne derbaskirina madeya mazotê derman jî derbas nabin, ev jî pirsgirêka sereke di nava gel de ye ku derman peyda nabin û bi rêjeyên gelek buha ne. Her çendî hewldanên me hebin ji bo çareseriya vê pirsgirêkê lê hêza dorpêçê girantir e."

'Divê bi lez rêgirî ser Şehbayê bê rakirin'

Di dawiya gotinên xwe de Eliya Mihemed banga rêxistinên tendirustî yên cîhanî kir û got: "Banga me ji rêxistinên tendirustî yên cîhanî re heye ku tendirustî mafê bingehîn ê mirovan e lê li Şehbayê hikumeta Şamê vê mafê jî diçewisîne. Divê bi lezgînî rêgiriya li ser Şehabyê bê rakirin ji ber ku herêm ber bi merheleya xeterê ve diçe, bi taybetî qada tendirustiyê êdî nikare pêdiviyên gel ji ber dorpêçê pêk bîne."