Hişmendiya jinên azad Hevpeymana Civakî bi pêş dixe

Li hemberî sîstema xwînmij û desthilatdar ku destkeftiyên Şoreşa Rojava “Şoreşa Jinan” hedef digre Hevpeymana Civakî bi nêrîna jinan tê nivîsandin da ku hemû kesên di nava civakê de xwedî li mafên xwe derkevin û destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Di cîhanê de sîstemek tê meşandin ku li ser xwînmijandin, kuştin û wêrankirinê xwe dide meşandin. Ev sîsetem dikeve xizmeta berjewendiyên desthilatdaran, ji ber wê jî gel û bi taybetî jî jin rastî zehmetî, qetilkirin û hemû cureyên şîdetê tên. Di bin vê sîstemê de gel hatibû fetisandin. Li hemberî vê sîstemê, bihara gelan ku li Rojhilata Navîn dest pê kir yek ji wan raperînên vê sîstemê bû. Gelên li Sûriyeyê her dem li hêviya wê kêliyê bûn ku bêhna azadiyê ji herêmê were, ji bo guhertin û veguhertina Sûriyeyê dest bi şoreşê kirin. Ew şoreş jî Şoreşa Jinê ya 19’ê Tîrmehê bû.

“Jinan di her qada jiyanê de şoreşê li dar xistin”

Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi navê Şoreşa Jinan hat pênasekirin, ji ber ku jin di hemû qadên jiyanê de dikaribûn şoreşek li dar bixin. Qada siyasî û dîblomasî ya ku jin jê hatibûn dûrxistin, jinan rolek pir girîng tê de lîstin û dengê qîrîna wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihîşt tevahî cihanê. Qada leşkerî ya ku qadeke dûr bû ku jin tê de li dijî sîsteman, li dijî kesên ku wan bê îrade bikin têbikoşin, di wê qada zor û zehmet de têkoşiyan, bi avakirina Yekineyên Parastina Jinan YPJ’ê bû modelek nû ji bo tevahî cîhanê û li dijî hêzek hovane, ango DAIŞ’ê şer kirin û cîhanê bi tevahî ji terorê xelas kirin. Qada civakî ku jin wekî amûrek berdewamkirina jiyanê lê dihatin dîtin, niha bi pêşengiya wan sazîbûyîn girîng lê ava dibin. Di şoreşa 19’ê Tîrmehê de jinên pêşeng vê zîhniyetê şikandin û ji bo guhertin û veguhertina civakê pêşengî kirin. Jin dikaribûn yekitî û lihevkirinek di nava pêkhateyên herêmê de bidin çêkirin û zîhniyeta perçebûnê ku bi hezaran salan dewletê di nava civakê de dida avakirin bişkînin.

“Azadiya jinan wekhevî dadwerî bingeha hemû bendên hevpeymana civakî ye”

Li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê gelek pêkhate dijîn Kurd, Ereb, Suryan, Çerkez, Ermen û hwd... Jinan bi zanista xwe ya azad û bi belavkirina felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan mafên hemû beşan parastin û ji bo xwedîderketina li dîrok û nasnameyê ji bo wan bûn mînak. Ji bo parastina van destkeftiyan Rêveberiya Xweser pêwîstî dît ku Hevpeymana Civakî bi nêrîna jinan û wekheviya her du zayendan were nivîsandin. Ji ber ku yên pêşengiya şoreşê û gihandina wê di vê asta ku li tevahî cîhanê deng veda, bikin deskeftiyên şoreşa xwe bi edalet û wekhevî biparêzin ew bûn. Li ser vê bingehê parastina azadiya jinan, wekhevî û dadwerî bingehên hemû biryargirtinên guftûgoyên bendên Hevpeymana Civakî ne.

“Hevpeymana Civakî bi nêrîna jinan tê sazkirin”

Rêveberiya Xweser komîteyeke piçûk ji 30 endaman ava kir da ku reşnivîsa Hevpeymana Civakî amade bike, komîteya biçûk ji 15 mêr û 15 jinan pêk tê. Komîteya berfireh a sazkirina Hevpeymana Civakî ya bakur û rojhilatê Sûriyeyê 157 endam in. Her wiha ji sedî 50 jin beşdarî sazkirina hevpeymana civakî bûne.

Jin di sîstema Rêveberiya Xweser de wekî stûneke esasî ne, di hundirê bendên hevpeymanê de mafên jinan, bi awayê wekhevî li ser esasê edalet û azadiyê hatiye parastin. Esasê ku sîstema Rêveberiya Xweser xwe dispêrê Neteweya Demokratîk, civaka demokratîk û azadiya jinan e. Lewma di bendên hevpeymanê de hatin bicihkirin. Di bendên hiqûq û azadiyê de jî bal hatiye kişandin ku tundûtûjiya li hemberî jinan wekî sûc tê dîtin û cezakirin. Li ser mafên jinan di hundirê malbatê de hatiye nîqaşkirin û wekî bend hatiye nivîsandin. Di sîstema Rêveberiya Xweser de bi giştî sîstema hevserokatiyê di meclisan de hatiye avakirin, di bendên sîstema civakî de bal hatiye kişandin ku her meclisek ji sedî 50 jin be. Di sîstema parastinê de bal hatiye kişandin ser Yekîneyên Parastina Jinan YPJ’ê ku dikarin bi rengekî xweser xwe bi rêxistin bikin. Di bendên meclisa edaletê parastina mafên jinan û şopandina wê di hundirê meclisê de were kirin. Di bendên hevpeymanê de mafê her pêkhateyê heye ku bi ziman, çand û nasnameya xwe, bijî xwe bide naskirin bêguman ev bend jî girêdayî jinan e, ji ber ku yên qada perwerdeyê bi pêş dixin jin in. Her wiha ziman zimanê dayikê ye û xwedîderketina li zimanê dayikê yek ji destkeftiyên pîroz ên vê şoreşê ye.

“Li dijî Hevpeymana Civakî jinên pêşeng tên hedefgirtin”

Ji bo ku meclis, sazî, komîn û her kes bizanibe Hevpeymana Civakî çi ye û her kes nêrînên xwe ji bo wê bide diyarkirin komîteya berfireh dest bi civînan li tevahî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di hundirê civînan de bend bi bend nîqaş hatin kirin û nêrîna gelan hat girtin. Ji bo ku hevpeymanek mafê hemû kesên di civakê de were parastin, nêrîna gelan hat girtin.

Hêjayê bibîrxistinê ye ku di vê qonaxa hesas de ku ji her alî ve ango sîstemên desthilatdar êrîş pêk tînin pêwîstî bi parastina destkeftiyên şoreşê hat dîtin. Ji bo wê Hevpeymana Civakî hat dayîn. Lê mixabin ev proje rastî gelek êrîşan tê, bi taybetî êrîşên li dijî jinan ku di roja me ya îro de li tevahî cîhanê pêk tên û bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinên pêşeng tên hedefgirtin. Bi van êrîşan dixwazin rê li ber pêkanîna Hevpeymana Civakî were girtin ji ber bawer in hevpeymana ku bi nêrîna jinan were nivîsandin dê hevpeymanek serkeftî be û mafê her neteweyî tê de were parastin.