Hêzên Îsraîlê îşkence li pitikek kirin
"Cewad bi xwezayî kesekî civakî ye, lê îro ew ji her kesê ku nêzî wî dibe û wî wek gef dibîne ditirse" hevokek ku mezinbûna karesata mirovî ya ku ji hêla hêzên Îsraîlî ve ku ew îşkence kirine, kurteber dike.
REFÎF ISLÎM
Xeza – Hêzên Îsraîlê ciwanê bi navê Usame Ebû Nasar û zarokê wî yê yek salî û 11 mehî girtin. Piştî 12 saetan zarok bi şopên îşkenceya fîzîkî yên li ser laşê wî, vegerandin. Di nav de şewat û birînên qulkirinê (cihekî metalî xistin nav lingan û di aliyê din de derxistin) hene. Bûyerê êşa fîzîkî û derûnî çêkir ku zarok tevî temenê xwe yê biçûk hê jî êşê dikişîne.
Dayîka Cewad, Waad El-Şafeî dibêje ku di 19’ê Adara 2026’an de saet 10’ê sibê, hevjînê wê jê re gotiye ku ew ê Cewad, ji bo meşek kurt bibe û wekî her carê tavilê vegere. Dayîkê da zanîn ku li şûna ku bi meşa ber bi navenda bazarê ve berdewam bike, bi xeletî ber bi "xeta zer" ve çûye, ku tenê bi qasî 300 kîlometreyan dûrî mala wan e.
‘Qet nehat bîra min ku hêzên Îsraîlê pitikek bi vî rengî tirsnak îşkence bikin’
Waad El-Şafeî venaşêre ku hevjînê wê ji ber şer û şert û mercên dijwar ên ku ew tê re derbas bû, nexweşiyên derûnî yên giran dikşand. Waad diyar kir ku hevjînê wê dema ber bi "xeta zer" ve çûye, bi tevahî hişyar nebûye û wiha got: “Delîl ew e ku ew nêzî leşker bû mîna ku li hevalekî digeriya, zarokê xwe li ser milên xwe hildigirt. Min ev dîmen bi çavên xwe nedît, lê xelkê herêmê yên ku li qatên jorîn dijîn ji min re vegotin. Dema ku hevjînê min nêzî xeta zer bû, gule ji her alî ve li dora wî ketin. Piştre dronek nêzîk bû û bi rêya hoparlorê jê re got ku zarokê bide aliyekî û destên xwe bilind bike. Dema ku wî tiştê ku jê hatibû xwestin bi cih anî, du leşker hatin û ew ber bi baregehên artêşê ve birin û leşkerekî din zarok bir heman cihî. Min ev serpêhatî bihîst, qet nehat bîra min ku hêzên Îsraîlê dikarin pitikek bi vî rengî tirsnak îşkence bikin.”
Piştî 12 saetan Xaça Sor agahî da malbatê
Piştî nêzî 12 seatan, Xaça Sor bi malbatê re têkilî danî da ku pitikê ji bazara "El-Mexazî" ya li başûrê Şerîda Xezayê werbigrin. Ew çûn wir û dayîkê zarokê xwe di nav folya tenekeyê de pêçayî dît. Di wê gavê de, fikirî ku kurê wê miriye, ji ber vê bêyî ku bifikire ku paça wê rake, wekî ku wê got, dest bi girî kir. Lê karmenda rêxistina navneteweyî wê teşwîq kir ku wê rake, ji ber ku zarok baş bû û tiştê ku bi wî re xirab bû, westandin bû ku dê piştî çend rojan winda bibe. Ji ber vê, wê cesareta xwe kom kir û paça wê rakir.
Şopên kiryaran li ser bedena wî

Dema ku ew vegeriya malê û dest bi kontrolkirina zaroka xwe kir, şok bû. Waad got ku: “Ez nikarim dîmenê şalwarên Cewad ên di xwînê de şilbûyî, bêhna wî ya tirsnak ku nîşan dida ku ew di çend demjimêrên borî de îşkence lê hatiye kirin û ew qulên kûr ên di lingên wî yên piçûk de ji bîr bikim.” Waad ragihand ku ew çawa dîn bû û red kir ku bi destên xwe yên girêdayî li bendê bimîne, ji ber vê wê ew tavilê bir nexweşxaneya herî nêzîk da ku bizanibe çi bi serê wî de hatiye.
Rapora dadwerî gumanên dayîkê piştrast kir
Waad diyar kir ku wê şopên ku ne ji şarapnelê ne jî ji birîna guleyê ne ku bi xeletî dema ku tiştê ku bi serê wî û bavê wî de hatiye qewimîbû, dîtine. Waad got ku “Lê belê şopên zelal ên cixareyan ên ku li ser laşê pitikê dihatin vemirandin û nîşanek din a îşkenceya laşî bi rêya danîna amûrek hesinî bi ketin û derketinê. Bêyî ku behsa xalên din ên şîn ên ku laşê wî dagir kiribûn û qala lêdana giran a ku bi hêstirên xwe re lê hatibû kirin, bikin.”
Kêliyên tirs û xofanê
Waad El-Şafeî nikare kêliyên fikar û tirsê yên ku wê li benda vegera zarokê xwe Cewad derbas kir vebêje. Bi taybetî ji ber ku ew zarokê wê yê yekane ye û wê ew piştî du salan hewldan û serdanên bijîşkan anî dinyayê, ji ber vê yekê ew ji dayîkên din du qat ji bo wî ditirsiya. Di wan kêliyan de, tenê tiştek ji hişê wê derbas bû: ew ê careke din wî nebîne? Wê zêde kir ku tiştê ku mesele tevlihev kir ev bû ku zarok di dema betlaneya Cejnê de winda bû, ji ber vê her gava ku wê hewl da ku bi saziyek fermî re têkilî dayne, wan jê re digotin ku li benda dawiya heyamê bimîne, ji ber vê cilên Cejnê li benda wî man.
Cewad rewşek derûnî ya xirab dijî
Li gorî gotina diya wî, Cewad îro ji rewşeke psîkolojîk a pir xirab dikişîne. Ew bi xewnên kabûs şiyar dibe û bi saetan ranazê. Ew şiyar dibe û li diya xwe digere, bi taybetî ji ber ku dema Xaça Sor ew radestî wê kir, ew di xew de bû û şiyar bû û dît ku diya wî hembêz dike. Ji wê demê ve, ew red dike ku hembêza wê bihêle û qebûl nake ku bi kesekî re derkeve derveyî malê. Ew her tim dibêje, “Ez ditirsim ku ew li min bidin” û diya wî jî qet wî ji ber çavên xwe dûr nahêle.
Ew hewceyî rehabîlîtasyona psîkolojîk e
Di dawiyê de Waad El-Şafeî ragihand ku Cewad, berî bûyera trajîk bi xwezayî bi her kesî re civakî û dilşad bûye û wiha got: “Ew bi erebiyeke şikestî diaxivî, kêfê li sohbetên mezinan zêde dikir. Îro, ew ji her kesê ku nêzî wî dibe ditirse û wan wekî gef dibîne. Wî kombûn veguherandiye cinawirekî mezin. Zarok hewceyî rehabîlîtasyona psîkolojîk e, ji ber ku ew ditirse tiştê qewimî bandorê li jiyana wî ya pêşerojê bike.”