Îman Azad bi qevdên kulîlkan Çemçemalê rengîn dike

Her çendî di nava civaka Kurdan de rê nedin jin kar bikin jî lê belê jin hewl didin, hêz û cewhera xwe nîşan didin û kar dikin. Jina ciwan Îman Azad wisa ji kulîlkan hez dike ku hêz û daxwaza wê reng dide qevdên kulîlkan.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Çemçemal- Jin bi cewher, berhemdarî û hêza xwe her dem di jiyanê de serkeftî ne. Tu caran herêm û astengî ji bo jinan nebûne bend, her dem ji bo armancên xwe hewl didin di qadên cuda de xwe bidin pêş û bibin sedema pêşeketin û hişyariya civakê.

Jina ciwan a bi hêz Îman Azad li bajarokê Çemçemalê, çar sal in di qada kulîlkên xwezayî de dest bi xebatê kiriye, destpêkê bi riya online dest bi kar kir û niha karê xwe mezin kiriye û bûye xwedî firoşegehek taybet. Îman ev 21 sal in li bajarokê Çemçemalê dijî. Xwendekara qonaxa çaremîn a beşa kompîtorê ye li zanîngeha Çermû ya Çemçemalê xwendiye. Bi awayekê kar û xwendina xwe bi hev re berdewam dike û dikaribûye serkeftî be û bibe jineke mînak.

‘Kêrhatiya min wisa kir ku dest pê bikim’

Îman der barê destpêkirina karê xwe de destnîşan kir ku destpêkê kêrhatiya wê ya xebatê hebû, bi awayekî online dest bi kar kir. Nêzî salekê bi awayek online kar kir û piştre ji bo xwe firoşgehek taybet vekir, li wê derê kulîlkên xwezayî û paketkirina û hinek karên din jî li ser kulîlkên xwezayî dike. Destpêkê karê kulîlkên xwe yên xemilandî bi riya online kir. Piştre fikirî ku li Çemçemalê pêwîstiya hemwelatiyan bi Kulikên xemilandî yên xwezayî heye. Ji bo wê jî ji bo xwe firoşgehek vekir û di wê firoşgehê de karê xemilandina kulîlkên xwezayî dike û ew hemwalatiyên ku jê re kulîlkên  xwezayî xemilandî berê xwe didin firoşgeha Îman û bi vî awayî karê wê berdewam dike û ev çar sal in kar dike.

‘Bi roj kar dikim bi şev jî dixwînim’

Îman dema ku dest bi xwendina zanîngehê dike, dest bi kar dike û da zanîn ku xebat û xwendin erkek zehmet e lê belê dema ku kesek bi xwe bixwaze kar bike û malbat jî piştgirî bide, bêguman dikare serkeftî be û wiha got: “Min bi awayekî dema xwe diyar kiriye. Bi şev waneyên xwe dixwînim û bi roj jî zanîngeh û karê xwe dikim. Bi awayekê karê min encam dide û destpêkê kesên ku dixwazin kulîlkan bigrin daxwaz dikin û ez ji wan re amade dikim. Hêza jinan a ji bo lihevanîna reng û xemilandinê ji ya meran zêdetir e, bi xwe kulîlkan hildibijrêm û li gorî xwe reng didim, qevdek kulîlkên xweşik derdikevin holê.”

‘Jin û xweza hev temam dikin, ji ber wê jî xweza mirov bi aram dike’

Îman bi bîr xist ku xebata bi xwezayê û kulîlkan re hesteke gelek cuda dide, ji ber ku dema qevdek kulîlkan amade dike bi hezkirin dike û ew yek qevda kulîlkan de reng dide û dibêje: “Dema ku ez qevdek kulîlkan dixemilînim û amade dikim, gelek bi aram dibim û kesên ku wê qevda kulîlkan digrin jî kêfxweş dibin. Rojane ez saet ji 9’ê sibehê heta şevê kar dikim û rojên xwe li gel kulîlkan derbas dikim. Di firoşgeha min de tenê cureyek kulîlk nîn in, kulîkên Îranî, Holandî, Kurdî, mînak Nêrgiz bêhna wê heye û gelek xweş e. Kulîlka li herêma Kurdistanê Nêrgiz e, ji ber wê dema ku werza Biharê tê dixwazim Nêrgizê têkelî qevda kulîlkên min xemilandî bikim û ez ji bo hemwelatiyan jî pêşniyar dikim. Ji ber bêhna wê ya xwezayî heye û qevda kulîlkan ciwantir dike. Vê yekê ji wisa kiriye ku hemwelatî zêdetir serdana me bikin û piştgiriyê bidin.”

‘Baweriya bi hêza xwe mirov digihîjîne serkeftinê’

Îman der barê karê jinan û hêza wan de diyar kir ku girîng e jin derbikevin derve û kar bikin, di her qadê de xwe bibînin û wiha got: “Jin xwedî hêzeke mezin in û dikarin kar bikin, ji bo wê jî daxwaza min ji bo jinan ew e ku kar bikin. Bi xebata ji derve mirov zêdetir dibe xwedî ezmûn û bi mirovan re eleqeder dibin û ezmûnên zêdetir fêr dibin. Wek navçeyên din astengî li bajarokê Çemçemalê jî hene, girîng e ku israra jinan li ser kar hebe. Her armanca ku hebe ger mirov bawer bike mirov dikare xwe bigihîjînê. Heval û kesûkarên min jî ji min re astengî derdixistin digotin tu dixwînî nikarî kar bikî lê belê min berdewam kir û min karî xwe bigihîjînim armanca xwe û ev jî bi hewldanên min çêbûye.”